Ji ramanê rêber Apo
ya li ser şopa heqîqetê, para xwe ji vê îdeolojiya lihevçêkirî, înkarker, asîmîlasyonîst û înkarker girtine, lewma hemû bi rola şoven a yên li derveyî xwe wekî yên din dibîne, tekparêz û gewî radibin û heman rolê parve dikin. Ya ji vê jî xirabtir û xeternaktir ew e, ji ber ku vê îdeolojiya derxistina payeya îdeolojiya fermî, ji dibistana dayikê heta bi asta akademîk bi zorê empozeyî her kesî dikin, gelekî zehmet e ku kesek li derveyî wê bimîne. De îcar li vê hinek tiştên din zêde dibin, mînak, mirov pê dibe karmendekî dewletê, pê kar peyda dike, pê dikare krediyê bistîne, bi kurtî li cem dewletê û çîna serdest ji bo ji bereketê sûdê werbigire weke şertê sereke tê qebûlkirin, lewma neçar her kes vê îdeolojiyê parve dike. Hêzên muxalifên sîstemê bi tenê û tecrîdkirî dimînin, nikarin dostanî û hevgirtinan pêk bînin, di bin vê de jî ev rastiya em îşaret pê dikin heye.
Ne bi tenê di navbera Kurd û Tirkan, hêzên sosyalîst û demokratîk de, ji bo di navbera tevahiya hêzên gel ên civakî de dostaniyên manedar bi pêş bikevin û hevgirtin pêk bên, beriya her tiştî pêdivî bi bîreweriyeke rast a dîrokî û civakî heye. Eger mirov tevahiya dîrokê danûstendina çandan rast nede naskirin, roja me ya îro nikare hevgirtin û têkiliyên adil, azad û wekhev bi pêş bixe; weke îfadeya berbiçav a van têkilî û hevgirtinan destûreke demokratîk pêk bîne. Lewma modernîteya Tirk divê zêhniyeta xwe ya tekperest a faşîst ku dîroka Tirk û nirxên wê yên çandî jî tine dihesibîne, biterikîne, û li şûna wê avahiya civakan a pirrçandî û dîroka wan a dewlemend qebûl bike. Bi kêmanî hêzên civakî yên di nava heman sînorên siyasî de ku alîgirê bihevrebûneke dostane û birayane ne, divê ji rastiyên hev ên dîrokî û civakî re rêzê bigirin û bi hurmet bin, hevdu bi awayekî azad û wekhev qebûl bikin û ev yek çawa ku ji wan re ji bo li ser bingehê hevgirtin û dostaniyên mayînde û demeke dirêj bimînin pêwîst e, herweha bingehê yekîtiya wan a hêz û çalakiyên rojane ye jî; ji bo bi hev re rejîmeke destûrî ya demokratîk ava bikin cewherê meseleyê ye.
b- PKK partiyek e ku di nava sîstema sosyalîzma pêkhatî de bûye xwedî hebûn. Bi qasî aliyê îdeolojîk, ji aliyê polîtîk ve jî ev sîstem ji xwe re kiriye bingeh. Herçiqasî ji serî ve li dijî berbiçûna rastgiriya revîzyonîst a xwe berdaye binyeya wê bûbe xwedî helwest jî zanîbû bi rêz û hurmet nêzî sîstema sosyalîst bibe. Di serî de Yekîtiya Sovyetê bi awayekî rexnegîr û dostane nêzî welatên sosyalîst bû. Li hemberî tevgerên sosyalîst ên welatên din jî bi helwesta xwe ya bi pîvan rabû. Hewl da pirsgirêka Kurd ji meseleyeke hegemonya dinya kapîtalîst derxe û bike parçeyekî sîstema dinya sosyalîst. Ev helwesta xwe ya îdeolojîk piştî salên 1980’î bi derketina derveyî welat li qada navneteweyî belav kir. Di wê demê de bi nûnerê sîstema sosyalîst Yekîtiya Sovyetê re têkilî danîn. Bi partiyên sosyalîst ên Ewrûpayê re jî têkiliyên bi heman rengî danîn. Lê ji ber revîzyonîzma ku li gelemperiya dinyayê mohra xwe li sîstemê dabû, têkilî negihiştin wê asta ku hêvî ji wan dihatin kirin, ji ber ku ji armancên taktîk û sûdwergirtinê wêdetir neçûn. Ji me nehat ku em ji helwestên sûdwergirtinê yên dewletparêziya netewe ya sosyalîzma pêkhatî bibihurin. Sîstema sosyalîst, polîtîkayên îstîsmarker û berjewendîperest ên dewleta netewe ya kapîtalîst ji xwe re kirin bingeh. Ev têgihiştina ku ji destpêkê ve li ser sîstemê serdest bû, hem destketiyên sosyalîzmê tesfiye kirin, hem jî pêşketina alternatîf a têkiliyên enternasyonalîst asteng kir. Ev têkilî kirin destikê berjewendiyên hegemonîk.
Dîsa jî gelekî girîng e ku PKK’ê ev zemîn bi kar anî, ango weke partiyeke rastî ya enternasyonalîst tevgeriya. PKK’ê Tevgera Kurd kir xwedî naverokeke demokratîk û sosyalîst, bi stratejiya şerê gel ê demdirêj ve girêda, kir ku li nava dinyayê bê naskirin, di serî de gelê Tirk li ser bingehê azadî û wekheviyê ji bo jiyana hevpar a bi gelên cîran re amade kir. Ev hemû encamên dilsoziya PKK’ê bi enternasyonalîzmê re ne. Dema sîstema sosyalîst ji hev de ket PKK tîk li ser piyan ma û ev jî ji dilsoziya wê ya bi sosyalîzma zanistî re nîşan dide. PKK mîna tevgerên din ên rizgariya neteweyî ber bi milletgiriya teng ve neçû. Ji destpêkê ve jê hat ku ji şîlobûna îdeolojîk bibihure. Li dijî hêmanên dewletparêziya netewe û îndustriyel ên modernîteya kapîtalîst ku mohra xwe li sosyalîzma zanistî û pêkhatî dan, têkoşîneke serketî meşand. PKK’ê xwe veguherand û bi vî awayî li dijî modernîteya kapîtalîst weke alternatîf paradîgma modernîteya demokratîk pêşde bir û di warê xetdanîna navbera wê û modernîteyên din de bi roleke girîng rabû. PKK li Rojhilata Navîn a piştî salên 1980’î, piştî Îsraîl û Rêxistina Rizgariya Filistînê weke sêyemîn hêza dînamîk cih girt.
c- PKK weke hêzeke polîtîk, li Rojhilata Navîn, Ewrûpa û li qadên din xwedî hevgirtinên girîng e. PKK’ê piştî salên 1980’î herêma herî germ û dijwar a Rojhilata Navîn ji xwe re weke baregeh hilbijart û ev bi xisletên wê yên şoreşger re têkildar in. Ji bo ji têkoşîna şoreşgerî qut nebe rola vê qadê xwedî girîngiyeke stratejîk e. Rola ji bo Ewrûpayê timî di asta taktîk de hat hiştin. Ev helwesteke rast bû û di heman demê de cewherê hevgirtina tevgerên rizgariya neteweyî yên dînamekeke girîng a serdemê bûn, pêk dianî. Di çarçoveya Sûrî, Libnan, Filistîn û Îsraîlê de pêşxistina têkiliyên rizgarîxwaziyê yên neteweyî tê wê maneyê ku têkilî bi rastiya herî germ, zindî û berfireh a dinyayê re tê danîn. Li derdora bîst salan di çarçoveya van têkiliyan bi xwe de bûyerên pêk hatin, ne bi tenê nasnameya Kurd û tevgera azadiyê li nava herêmê da naskirin; li nava dinyayê jî da naskirin û ew gihand statuyeke stratejîk. Jixwe têkiliyên behsa wan tê kirin îro jî cewherê xwe diparêzin. Ji ber bûyerên PKK’ê rê li ber wan vekir, Îsraîlê bi bloka li dijberî hevgirtiyê xwe Tirkiyê berê xwe da polîtîkayên dostaniyê. Têkiliyên îro yên Tirkî-Sûrî-Libnan-Filistînê ji bo Îsraîlê ji tehlûkeya PKK’ê mezintir rê li ber encamên giran vekiriye. Ev jî îspat dike ka PKK çiqasî hêzeke dînamîk a girîng e. Herçiqasî di rewşeke dijber de bin jî têkiliyên di navbera van hêzan hemûyan de li gorî tehlîla dawî ber bi bayê dînamîzma PKK’ê dikevin û dînamîzma PKK’ê rê dide ber wan. Heman dînamîzm di têkiliyên Tirkî-Îran û têkiliyên sêalî û dualî yên Tirkî-Iraq-DYE’yê de jî bi heman rolê radibe. Eger dînamîzma PKK’ê nebûya, têkiliyê di vî alî de wê bi vî awayî pêk nehatibûna. Têkiliyên em behsa wan dikin, bi saya tevgera dîplomatîk a li dora PKK’ê tê ristin çêdibin. Cewherê sosyalîst, demokratîk û şoreşger ê PKK’ê têkiliyên bi vî rengî yên desthilatdariyê ber bi blokbûnên bi vî awayî ve dahf dide.
Heman xusûs ji bo têkiliyên Komara Tirkiyê bi Ewrûpayê re di cih de ne. Eger Komara Tirkiyê îro bi Yekîtiya Ewrûpayê re gihiştibe muzakereyên hevpartiyê, ev bûyerên di çarçoveya pirsgirêka Kurd û PKK’ê de ne. Di serî de Elmanya, nêzîkatiyên welatên Ewrûpayê ji bo PKK’ê ew bûn ku pêşî nerm nêzîk bibin û mîna li Dev-Yol û rêxistinên din ên xwedî potansiyela şoreşgerî kirin, xwestin bigirin nava xwe û bi rêbazên hêza nerm asîmîle bikin. Ev şêweyên têkiliyê demeke dirêj dewam kirin. Lê ji ber ku em ji ya xwe nehatin xwarê ango em li Rojhilata Navîn şoreşger man, vê kir ku welatên behsa wan tê kirin rêbaza xwe biguherin. Pêşî hukûmetên welatan yek bi yek, paşê li ser navê Yekîtiya Ewrûpayê PKK weke ‘terorîst’ îlan kirin û rêbaza lidervehiştinê şopandin. Armanca herdu polîtîkayan astengkirina çareseriya pirsgirêka Kurd bi awayekî şoreşger, demokratîk û sosyalîst bû. Li şûna vê, ‘azadî û mafên ferdî’ yên bi mafên mirovan hatibûn bisînorkirin hatin ferzkirin. Mîna ku mafên ferdî yên bêyî mafên civakî û kolektîf pêkan bin, bûn xwedî helwesteke durû. Dema bi Komara Tirkiyê re bazar dikirin, dixwestin herdu aliyan ango hem PKK’ê û hem jî Komara Tirkiyê bi vê rêbazê bi xwe ve girê bidin. Li pey têkiliyên hegemonîk bûn. Ji çareseriyên demokratîk û civakî reviyan. Li gorî vê rêbazê, hewl dan ku bi kesayet û rêxistinên naveroka wan a şoreşgerî, demokratîk û sosyalîst pûç kiribûn, piştî tesfiyekirina PKK’ê weke hêmanên xwe yên polîtîk di nava Kurdan û Tirkiyê de bi cih bikin. Weke hêzên mîsyonê rolên diyar amade kirin. Tevahiya sîh salan (bi Gladîo’ya NATO’yê re) ji vê bernameya tesfiyeyê li benda serketinê man, ji ber ku ji bo vê sermayeyeke mezin razandibûn. Çawa ku li gelemperiya dinyayê dibe, piştî dijşoreşa Tirkiye û Kurdistanê xwestin di nûkirinê de rola pêşeng bidin wan. Bi israr PKK weke ‘terorîst’ îlan kirin û ev ne ji bo destekdana Komara Tirkiyê bû, ev ji bo berjewendiyên wan bi xwe bû.
Ev pîlanê Kurd-PKK ku Yekîtiya Ewrûpayê bi hostetiyeke mezin amade kir û xist pratîkê, ji pîlanê tesfiyekirina Tirk-Qibrisê gelekî girîngtir e, lê bêhtir kûr û bi dizî hatiye meşandin. Bi Komara Tirkiyê re bazarên girîng hatine kirin û hînê jî têne kirin. Ji aliyê têkiliyên Kurd û Tirk ve bi qasî Peymana Sykes-Picotê girîng e. Komara Tirkiyê li rêyên çareseriyê yên bêyî PKK’ê û Kurdan digere, qaşo demokrasî û mafên mirovan ên yekalî ferz dike, û ev encamên van hevdîtinên bi dizî û xasûkî ne. Ji ber ku PKK û Tevgera Azadiyê ya Kurd tesfiye nebûn, ev hevdîtin veguherîn têkiliyên rûtîn û pûç ên mîna têkiliyên Îsraîl-Filistînê. Mîna lîstikên di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de li ser Kurdan (Sosyalîstên Tirk û Ummetgirên Îslamî jî di navê de) careke din ceribandin. Piştî ku berjewendiyên xwe misoger kirin, ne bi tenê çavên xwe li pêvajoya qirkirina Kurdan girtin; li ser navê modernîzma laîk heta dawiyê destek dan faşîzma Tirkê Spî. Dekûdolab û lîstikên bi heman rengî li ser Rûm, Ermenî û Suryaniyan jî hatin lîstin û tevgerên tesfiyekirinê meşandin.
Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê weke serkêşê sereke yê tevgera Gladîo, ji serî ve hem di destdekdana darbeya faşîst a 12’ê Îlonê de û di tesfiyekirina tevahiya hêzên demokratîk û sosyalîst de, hem jî weke parçeyekî van tevgeran di tesfiyekirina Tevgera Kurd û PKK’ê de bi roleke çalak rabû. Destek da tevahiya operasyonên eskerî yên piştî 1984’an hatin meşandin. Ji aliyê dîplomatîk û polîtîk ve dor teng kir, tecrîd kir. Ji bo tesfiyekirina Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan ango çalakiya herî berfireh a Gladîo tevahiya NATO’yê û sîstema sosyalîzma pêkhatî bi kar anî. Tirkiyê bera ser Sûriyê da. Jixwe Îsraîl jî bi xwe hêza amadekar a vê polîtîkayê bû û bi hostetî ew pêk dianî. Di vê çarçoveyê de Sûrî demeke dirêj li hemberî tevgerên tesfiyekirinê li ber xwe da. Lê di dawiya dawî de ew jî Rûsya jî li gorî berjewendiyên dewleta netewe bi sîstema serdest re li ser hin peymanên bi dizî li hev kirin. Di vê pêvajoyê de bi awayekî pirr zelal derket holê û îspat bû ku di vê pêvajoya tesfiyeyê de hegemonya diyarker û bingehîn sîstema modernîteya kapîtalîst a bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ye.
PKK’ê tevî tesfiyeyên berfireh ên hem li derve û hem jî li hundir zanî li gorî şert û mercan tevbigere, veguherînên hewce bi hosteyî pêk bîne, û li ser bingehê serketina polîtîk û helwesteke bêhtir bi pîvan bi modernîteya demokratîk a alternatîf li hemberî modernîteya kapîtalîst rawest e. Di veguherîna demokratîk û şoreşgerî ya Rojhilata Navîn de rola xwe ya li pêş a aktoriyê dewam kiriye.