Kemal Necim
Bullying, peyvek e ingilîzî ye, weke têgeh tê wateya zorbaziya derûnî ya devkî ku kes li dijî kesan yan kom li dijî koman pêk tînin. Ev şêweyê zorbaziyê bi mebesta ziyana derûnî û carna jî fîzîkî pêk tê. Ev ziyan bi şêweyên devavêtin, henekpêkirin û biçûkxistinê çêdibin, çi li dijî kesan û çi jî li dijî koman.
Di ferhenga kurdî de çend peyvên ku nêzî wateya têgeha Bullying in hene, yek ji wan peyva zorbazî ye, emê di vê nivîsê de wê peyvê bikar bînin.
Di demên dawî de di nava beşekî civaka kurdan a li Rojava awayekî zorbaziya çandî berz dibe ku berê xwe dide hin kesên ku bi nivîsa wêjeyî ve mijûl dibin. Piraniya zorbaziya çandî ku rû dide bi rêya medyaya civakî dibe.
Piştî pêvajoya şoreşê li Rojava, di hêla zimanê kurdî û çand û wêjeya kurdî de hin pêngavên mezin hatin avêtin. Civaka ku bi salan ji xwendin û nivîsîna bi zimanê kurdî bêpar mabû êdî xwe dît ku dikare bi azadî bixwîne û binivîse û perwerde bibe û biafirîne. Di rewşeke wiha de pir kesan berê xwe da nivîsîna wêjeyî, bi taybet di cureya helbestê de. Bê guman di nava vê xirecirê de pir ezmûnên qels û lawaz û nexweşik derketin. Bi zêdebûna çalakî, şahî û mihricanên xwendina helbestan jî gelek nimûneyên nebaş xuyan kirin. Şopandin û nirxandina van ezmûnên qels karê rewşenbîr û rexnegêran e ku binirixînin, rexne bikin, sererast bikin û reş û spî ji hev cuda bikin.
Lê ji ber ku qada rexneya wêjeyî jî li welêt pir lawaz e, şêweyên din yên qaşo rexneyê berz bûn, yek ji wan jî zorbazî ye.
Di mehên dawî de li herêmê çend mihrîcan û festivalên helbestan hatin lidarxistin, bi dehan helbestvan beşdarî van mihrîcanan bûn û helbestên xwe xwendin, hin kesan helbestên baş xwendin hin kesan helbestên lawaz û qels xwendin. Çaxê ku dîmenên xwendina hin helbestan li ser medyaya civakî belav bûn rastî pêkenîn, qerf û biçûxistineke bê pîvan hatin.
Piraniya kesên ku ev zorbazî li xwediyên helbestan kirin, ne pirsporên nirxandin û rexnekirina helbestan e. li şûna ku zanibin rexneyê bikin, yan bi kêmanî bêjin ev helbest lawaz e, zorbziyeke devkî û derûnî li xwediyê yan xwediya helbestê dikin, di encamê de ziyanên derûnî yên xerab li wan kesan dikin.
Ji xwe ji mafê her kesî ye ku nêrîna xwe der barê berhemên wêjeyî de bide, ji ber ku berhema wêjeyî piştî tê belavkirin dibe ya xwendevanan. Lê pêwîst e ku yê xwendevan nêrîna xwe der barê deqa nivîsandî de bibe, her wiha eger ew karîn û şiyana wî hebe li gor hin pîvanên rexneyê nêrîna xwe bêne. Eger nebe jî bi kêmanî xwendina wê berhemê berdewan neke. Lê tişta ku dibe ne nirxandina deqa nivîsandî ye, lê belê zimandirêjî û pêkenîn û zorbaziyê li kesayeta xwediyê berhemê dikin. Ev bê guman rûdaneke ne durist e û kiryareke kirêt û bêserûber e ku ziyanê li mirovan dike.
Li gelek welatên cîhanê zorbazî tewan e û mirov ji bo wê tewanê têne darizandin. Li welatê me zagoneke wiha tune ye, lewma pêşîlêgirtina vê rûdana kirêt berpirsyariyeke sincî ye.