Farûk Sakik
Şerê cîhanê yê sêyem
Şerê Rojhilata-Navîn
Şerê dabeşkirina Sûrî
Şerê Helebê
Şerê Îsraîl
Şerê çeteyên Tirkiyê
Ev hemû şer di kîjan qonaxê de ne, derbasî rewşek e çawa bûne, ev nayên zanîn. Herkes li gor, berjewendî û hestên xwe şîrove dike. Dewlet û hêzên cuda jî, ji bo fînala vî şerî xwe ji nû organize dikin. Ciyê xwe digirin.
Lê ti kes nikare analîzek maqûl û reyel bike. Dîmenê şer pir şêlo diyar dibe.
Rol û misyona Amerika, Rûsya, Îsraîl, Îran, Rejima Şamê di vî şerê Helebê de nayê zanîn. Lê em rol û Armancên dewleta Tirk a dagirker baş nasdikin. Dewleta Tirk a dagirker bi dijminatiya Kurdan ewê midaxleyî vî şerê Helebê bibûya. Erdogan demeke dirêje bi gotina “Em ê ti carî destûrê nedin korîdora terorê yan jî rêxistina terorê” û bi van gotinan Kurdan tehdît dikir û planên êrîş û qirkirina etnîkî dikir. Dewleta Tirk a dagirker ev şerê Sûrî yê aktuel fersendek dît û dijminatiya xwe ya Kurdan xist pratîkê. Di destpêkê de berê çeteyên xwe da herêma Şehba. Êdî bi dewleta Tirk a dagirker re, em hatin radeyek wusa ku peyva ‘dijminatiyê dive em ji nû ve pênasekin. Dijminatiya xwe bi şerê taybet-bi derewan dimeşîne. Her wek ku ti têkiliya wan bi eteyên ku êrişî Kurdan dikin re, tine ye. ti têkiliyek wan bi wan re tuneye. Dewleta Tirk a dagirker, hemû çeteyan wek hêzên mixalîf binav dike. Dema ku mixalif bin çeteyên Tacikî, Çeçen, Tunusî, Fasî, Tirk û yên Ewûpa çima mixalefeta rejima Şamê dikin.
Dema ku hêzên mixalefetên bû çima êrişî Kurdan dikin. Me got ya derew û şerê taybet a dewleta Tirk parçeyek dijminatiya Kurdan e. Lê mirovahî vê yekê nabîne! Nexşeyek aktîf-zindî di înternetê de heye û her kes 24 saetan vê malperê dişopîne. Em vê malperê di dema şerê Kobanê de, nasdikin.
Di nexşê de hin reng hene û her kêlî tên guhertin. Agahiyên şer kêlî bi kêlî tên parvekirin. Di şer de, hin tiştan-herêman bidest dixî yan jî wendadikî. Li gor wê jî di vê nexşeyê de reng tên guhertin. Lê yek tişt nayê guhertin. Mirovên ji vî şerî zerar dibînin, an jî ji cîh û ware xwe dibin. Bi tenê bi bavûlek-poşetek ji mala xwe derdikeve û ber bi nezaniyekê ve birêdikeve. Li pey xwe zarokatî û jiyana xwe ya ku bûye parçeyek wê male terk dike û dice. Tiştek heye ku ti carî wê terknakin. Hêvî. Piştî çavsoriya dewleta Tirk a dagirker ew mirovên ji Efrînê ji komkujiyê bazdabûn li Şehba bicîh bûbûn, careke dina dest bi koçberiyê kirin. Xewn û xeyalên wan hebûn ku ewê rojek were wê Efrînê rizgar bibe û vegerin ser axa xwe. Hêviyên wan hebûn. Dema ku ji Şehbayê koça wan destpêkir her tiştên xwe hiştin, tenê hêvîyên xwe yên ku wê rojekê ji rojan vegerin Efrînê, girtin û çûn. Û em bûn şahidê lehengiya zarokên wan, şervanên Kurdistanê. Ji bo parastina wan ‘hêviyên’ wan çawa şer dikirin, çawa şehîd dibûn.