Dilyar Cizîrî
Piştî civîna Astana 22 ku di rojên 11 û 12’ê meha derbasbûyî de hate lidarxistin, çeteyên girêdayî dewleta Tirk ji Idlibê dest bi êrişa berfireh a li dijî Helebê pêk anîn. Hêzên hikûmeta Şamê û çekdarên girêdayî wê bêyî tu helwestê nîşan bidin, di nava çend saetan de Heleb û derdora wê ji çeteyan re berdan.
Di heman demê de hêzên Rûsiya û Îranê ku piştevanên sereke yên Hikûmeta Şamê ne, tu helwestek cidî nîşan nedan. Hin alî vê bê helwestî û reva mezin a bi hezaran leşker wekî nişkave êrişê bi nav dikin. Lê ya rast ew encama plana mezin a civîna Astana ye. Di nava 22 civînên Astana de her tim dijberiya Rêveberiya Xweser û hebûna sîstema biratiya gelan li ser xaka Sûriyê biryarên sereke bûn. Lê diyare di civîna 22’an de encamên planên wan gihişt asta lûtkeyê.
Hiştina Helebê ji çeteyan re bi armanca tunekirina Rêveberiya Xweser û hêzên QSD’ê ye. Lê balkêşe çeteyên dewleta Tirk ev derfet ji bo girtina tevahî xaka Sûriyê bikar anîn. Dibe plana li ser lihev hatibû kirin, sînordar bû, lê dewleta Tirk û çeteyên wê dîtin Artêşa Sûriyê helweşiya, ketin tevgerê da ku tevahî Sûriyê dagir bikin. Bi vê rewşê hebûna rêjîma Sûriyê û heta Rûsiya di Sûriyê de ket metirsiyê. Ji ber wê jî di van rojên dawî de Rûsiya û Hikûmeta Şamê dest pê kirin, bi balafirên şer, komên çeteyan bombebaran kirin.
Rewşa li Helebê dê rewşeke nû di dosyaya Sûriyê de pêk bîne. Li ser erdê guhertinên mezin pêk hatin, hêzên hikûmeta Şamê û bi taybet piştî şerê Ûkraniya û piştre şerê Xeza û Lubnanê hate guhertin. Dewleta Tirk û çeteyên wê ev rewş wekî derfet wekî firset bi destê xwe ve girt. Êrişa diviyabû sînordar be, berfireh û mezin kir. Ihtîmalek mezin hêzên navdewletî xeteriya komên çete ku ne kêmî xeteriya DAIŞ’ê bikin, li ser şerê li dijî çeteyan lihev bikin. Li dijî wan hemleyên mezin werin destpêkirin û çawa Minbc, Reqa û Baxoz hatin rizgarkirin, Heleb, Idlib, Efrîn û hemû deverên di bin dagirkiriya dewleta Tirk werin rizgarkirin.
Guhertinên nû di herêmê de pêk were. Îhtîmala duyemîn jî hêzên navdewletî li ser parçekirina Sûriyê lihevkirine. Herêmên dane çeteyan ji bo razîkirina dewleta Tirk be, herêmên hindir ên Sûriyê wekî Şam û deverên din ji hikûmeta Şamê re werin Hiştin û Rêveberiya Xweser di sînorê xwe de bimîne. Ev sînaryo xeternake û dibe komkujiyên herî mezin pêk werin.
Rêveberiya Xweser û hêzên parastina civakê û QSD’ê biryara xwe ya parastin û rêveberiya li ser esasê biratiya gelan dane. Ev di daxuyaniyên wan de jî pir zelale. Ji bo parastin û rizgarkirina tevahî Sûriyê jî amade ne. Îcar heger Hikûmeta Şamê di yekparabûna xaka Sûriyê de cidî be, gerek helwesteke cidî di çareserkirina aloziya Sûriyê de bigre, bi awayekî siyasî bi Rêveberiya Xweser re lihev bike. Wê demê wê têkbirina plana dewleta Tirk û çeteyên wê hêsantir dibe, gelê Sûriyê bûye xwediyê wê tecrubeyê ye, ku dikare çeteyên herî xeternak têk bibe.