ABDULLAH OCALAN
Rêûresma Şîatiyê di dîrokê de jî dawa hegemonyayê kiriye. Îraneke hegemonîk a hezar salan li pişt xwe weke sîlehê digire, lê di şert û mercên modernîteya kapîtalîst de ewqasî jî bi hêz nîne, hêza xwe mezin dibîne. Di vê serdemê de ku sîstem herî zêde globalîze dibe, eger berê xwe nede tercîha modernîteya bikok, şensê serketinê yê olîgarşiya Şîa ya Îranê gelekî kêm e. Xwe dişibîne welatên BRIC (Brasil, Russia, India, China) û lewma hesabên wê yên pêkanîna blokekê jî hene. Bi Komara Duyemîn a AKP’ê re li ser bingehê antî-PKK’tiyê hevgirtina hewl dide pêk bîne dixwaze bi Sûrî berfireh bike. Ev hesabên wê hemû qîmeteke xwe tineye. Mîna dewletên netewe yên din, li pêşiya dewleta netewe ya Îranê jî ji bo çareserkirina pirsgirêkan du rê hene. Ya yekê, divê mîna rejîma Şahtiyê bi sîstemê re li hev bike. Ya rastî, olîgarşiya Şîa ji vê re amade ye. Lê sîstem wê bi halê wê yê heyî qebûl nake. Lê hevdîtinên ji bo lihevkirinê têne meşandin yan bi riyeke aştiyane yan jî bi riya şer wê li gorî hêzên hegemonîk ên kapîtalîst bi encam bibin. Ya diduyan, qutbûneke radîkal a ji sîstemê ye. Lê ev rê jî bi sedema ku hem olîgarşiya Şîa û hem jî hêzên hegemonîk ên Rojava (di serî de Îsraîlê) bêçareserî û bêhêz dihêle, bivênevê çareseriya modernîteya demokratîk ê bikeve dewreyê.
Dewletparêziya netewe ya Ereb, ji zû ve ji aliyê gelên xwe ve jî bûne nakokiya sereke ya ji wan hêrs bibin. Ji wan, dewleta Iraqê weke ya herî bi hêz xuya dikir, di rewşa heyî de ew bûye goristana dewletparêziya netewe. Li şûna dewleta netewe ya xira bûye ya nû nayê avakirin û heye ku dabeşî sê dewletên netewe yên nû bibe û ev jî wê ne ku pirsgirêkan çareser bike, berevajî wê bêhtir giran bike û şer jî wê bigihin asta qirkirinê. Dewletparêziya netewe ya Ereb-Şîî, Ereb-Sunnî û Kurd bi herhalî wê di sedsala 21’ê de li sahneyên herî xwînrij şahidiyê bikin. Dema mirov li rewşa heyî binêre û bi tevkujiya Helebçeyê ya di rabihuriya nêz de û tevkujiyên din ên mezhebî û etnîk hemûyan re bide ber hev, wê xeternakiya şerên dewletparêziya netewe yên siberojê baştir bê fêhmkirin. Niha û siberojek heye ku gelekî dişibe bajarên dewlet ên di dema Sumeran de hev tine dikirin. Ez bawer dikim ku wê ne şaş be, mirov bibêje, ji Fasê heta bi Yemenê, ji Sûdanê heta bi Sûriyê û heta heta bi Libnanê wê rewşa heyî ya dewletên netewe yên Ereb hemûyan di siberojeke nêz de ji Iraqê ne cuda be. Bi awayê xuya dike, li dijî Îsraîlê şer dikin, lê bi rastî û bi awayekî berbiçav di rewşeke hevkar de ne ku hebûna Îsraîlê li ser piyan digirin. Ango hebûna wan bi hegemonya Îsraîlê mumkîn dibe. Belkî herî zêde dewletên netewe yên Ereb hewcedarî Îsraîlê ne. Di cîhana Ereb de weke milletperestiya Îslama siyasî, ji milletperestiya laîk û dewleta wê ya netewe bêhtir bi problem e. Ev milletperestiya ku xwe disipêre îstîsmarkirina Îslama çandî bi tenê dikare bi rola tevgera faşîst a dereng rabe. Çawa ku bi mînaka El Qaîdeyê jî hat dîtin, ji rêxistineke provakasyonê ya ku dewletên netewe wê timî weke paravan bi kar tînin, wêdetir naçin û ev jî hatiye îspatkirin. Çi yên berê bin û çi jî yên ji nû ve dixwazin ava bikin bin, dewletparêziya netewe ya Ereb li ser jiyana civakî û li hemberî rêûresma Îslamî ji rola kefenfiroşiyê wêdetir bi roleke din ranabe, û wê nikaribe rabe jî.
Dewletokên netewe yên Tirk bi şêweyên avabûna xwe ya mînîmalîst, çi ji aliyê DYE-YE ve bêne meşandin çi ji aliyê Rûsyayê ve, wê ti carî nikaribin bi rola berê ya desthilatdarî û dewletên bi koka xwe Tirk rabin û wê ji statuya eyaleteke sîstema pêve ne, wêdetir nikaribin biçin. Jixwe li gorî pêdiviyên herêmî yên hegemonyayên kapîtalîst û sosyalîzma pêkhatî hatine koordînekirin. Ji bo barê rabihuriyê yê bûye asteng ji holê rakin û ji bo pêşî li serîrakirina gel bigirin hatine wezîfedarkirin. Mirov dema li nod sal rabihuriya wan binêre, mirov ê bi hêsanî karibe bibêje, bi vê rola xwe rabûne. Mîna ku ji bo rola Tirkan a di hezar salên dawî de pê rabûne berepaş bikin hatine erkdarkirin. Tevahiya wan jî xwe li rola mînîmalîzebûnê, xwe li nava xwe digirin. Mîna ku ti berpirsiyariya wan ji bo çanda herêmê û gelên wan tinebe tevdigerin, heta li hemberî hev jî bi roleke erênî ranabin. Ev rewşa wan bi zêhniyet û jiyana dewletparêz û milletperest a teng ku hînê wê bûne, têkildar e. Bi vî halê xwe yê heyî, ew nikarin bibin siya wê rabihuriya gelekî rexne dikin an jî carinan dilê xwe dibijîninê jî. Di paşeroja nêz de ew dewleta netewe ye ku divê herî zêde reforme bibe. Lê di van demên dawiyê de modela weke senteza Îslama Tirk dixin sahneyê, ji reformê zêdetir weke pêdiviya sîstema hegemonîk a bi qereqoleke pêş bi gewde dibe. Ji aliyê naverokê ve xwe venaguherînin di lihevrekişandina wan li efendiyên wan de şensê wan kêm e ku para xwe bigirin. Mîna Ereban in, tev kom bibin jî bi qasî Îsraîlekê nakin û ji bilî girêdana bi hegemonya Îsraîlê ti şensê wan tineye. Çawa ku heyîna wan bi şertên derketina holê ya Îsraîlê ve girêdayî bû, di dema xwe ya dawî de jî çarenûsa wan bi hebûna Îsraîlê diyar bibe. Lê eger ji qalibên jiyanê û zêhniyetên xwe yên heyî nebihurin. Hêmanên din ên modernîteya kapîtalîst di nava xwe de jî zêde hêviyê bi mirovan re çênakin.Ev rastiya nû ya derketiye holê, li ser mirov ferz dike ku mirov li rewşa Îsraîlê ya li herêmê ji nû ve bifikire. Avabûna Îsraîlê weke dewleteke netewe ya li herêmê nîne û nabe jî. Îsraîl bi tenê dewleteke netewe ya Cihû jî nîne. Mirov nikare bi fêhmeke bi vî awayî qîma xwe bîne. Mirov bêyî ku bi têkiliya wan dakeve bi hêsanî dikare bibêje, pêvajoya avakirina Îsraîlê, nîşaneya sereke ya pêşketina hegemonya Anglosakson li herêmê ye. Piştî ku Împaratoriya Osmanî bi zanîn hat hilweşandin, Îsraîl weke HÊZA KAKIL a hegemonya nû li herêmê tesewirkirin û avakirin. Li dinyayê hegemonya Ingilistanê-DYE’yê çi be, hêza nû ya hegemonîk a herêmê Îsraîl jî li Rojhilata Navîn ew tişt e. Îsraîl bi tenê dewleteke netewe ya piçûk a Cihû nîne, hêzeke mezin a hegemonîk e. Mentiqê di avabûna tevahiya dewletên netewe yên li Rojhilata Navîn de pirsgirêkên heyî yên civakî çareser nake, pirsgirêkan zêdetir dike û ev dihêle ku dewletên netewe timî di rewşa rejîmên şerên hundir û derve de bimînin. Sedema bingehîn a vê yekê jî ew e, Îsraîl weke kakilê hêzên hegemonîk hatiye avakirin. Mirov heta Îsraîlê weke kakilê hegemonîk fêhm neke, mirov nikare fêhm bike ka tewazun an jî bêtewazuniya dewletên netewe li Rojhilata Navîn çawa hatiye hûnandin û avakirin. Bi awayekî herî eşkere hêmana ku vê îspat bike, pirsgirêka Kurd û parçebûna Kurdistanê ye.
Ji aliyê hevgirtina DYE, Ingilistan û Îsraîlê ve ku li serê hegemonya kapîtalîst in, di çarçoveya bûyerên sêbera Sûrî-Îran-PKK’ê de bereyê PKK’ê hatiye bêtesîrkirin. Lê mirov nikare bibêje, bûyereke bi vî rengî wê bi kêra sîstemê bê. Ji ber ku bi awayekî taktîkî be jî li şûna PKK’ê Tirkiye hatiye danîn. Di çarçoveya dijberiya Kurd de be jî piştgirtina hev a Tirkiye-Sûrî Îranê ji bo sîstema hegemonîk gelekî nexweş e; heta mirov dikare bibêje ji rewşa PKK’ê zêdetir ji sîstemê re li ber encamên bi tehlûke ye; nexasim ji aliyê Îsraîlê ve rewşeke ti carî neyê qebûlkirin îfade dike. Tirkiye ji bo qerta di destê xwe de xurt bike di nava vê piştgiriyê de cih girtiye. Tişta Tirkiye ji bloka DYE-Ingilistan-Îsraîlê dipê ew e, kontrola Kurdên Iraqê ji wê re bihêle, misoger bike ku wê bi pey serweriyeke xweserî yan jî serxwebûnê nekevin, dixwaze para wê ji rant û kurtêlên Rojhilata Navîn bê zêdekirin û Îranê bixe rewşa Iraqê. Eger mirov di çarçoveya polîtîkayên dused salên dawî yên sîstema hegemonîk de li van bendewariyan binêre, tiştên Tirkiye dipê realîst nînin. Tirkiye wê yan guh bide sîstemê, yan jî wê xwe ragire û qebûl bike ku polîtîkayên li ser Iraq û Îranê têne meşandin wê li ser wê jî bêne pêkanîn. Guhdana wê ya sîstemê jî tê wê maneyê ku divê bi Kurdan re li hev bike, mesafeyekê deyne navbera têkiliyên xwe yên bi Sûrî û Îranê re jî. Na eger ji sîstemê qut bibe û di rojgarên cuda de ji xwe re li cih bigire yan jî cih çêke, ji sedî sed divê operasyoneke mîna ya li dijî Iraqê li dijî xwe jî li ber çavan bigire. Di rewşeke bi vî rengî de sîstem wê bi hêza xwe hemûyî destekê bide tevgera dewleta netewe ya Kurd û wê kakilê dewleta netewe ya li Iraqê berfireh bike. Û eger li herêmê Îsraîl Rêveberiya Kurd a Iraqê-KCK bibin bereyek hingê mirov dikare li bendê be ku ev yek Rojhilata Navîn ber bi veguherînin mezin ve dahf bide. Tirkiye niha halîhazir li Arafê ye. Tercîheke zelal û vebirrî nake, polîtîkayeke bi tewazun a klasîk ji bo herdu aliyan dimeşîne. Sîstema hegemonîk nikare li Rojhilata Navîn paşve gavê biavêje. Eger biavêje, ji tesfiyeya Îsraîlê bigirin heta jiholêrabûna gelek dewletên Ereb ên mezin û piçûk bivênevê bûyerên dinyayê ji binî ve bihejînin wê biqewimin. Dema em dibêjin ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ em van bûyerên muhtemel jî li ber çavan digirin. Sîlehên nukleer jî di navê de, sîlehên herî giran jî wê bêne bikaranîn. Bi herhalî encam ê ji rewşa Ewrûpayê ya piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn cudatir nebe, heta wê girantir be. Em dema bi bûyerên deh salên dawî re bidin ber hev, wê malkambaxî û malwêraniya bûyerên muhtemel bêhtir bê fêhmkirin. Eger sîstema hegemonîk li herêmê bimîne wê qîma xwe bi rewşa heyî neyîne. Weke her sîstema hegemonîk wê bixwaze serketî bibe. Ev jî wê bike ku Îran ji bandora xwe ya di çarçoveya Şîa’tiyê de dakeve û car din li rewşa xwe ya sernerm a dema Şahtiyê vegere. Rejîma Îranê vê rewşa muhtemel a em behsa wê dikin qebûl bike, hingê mirina wê û ev ê yek tişt be. Bi tevahî nîşane didin xuyakirin ku wê hewldanên ji bo bandordanîna li ser herêmê zêde bibin. Qonaxeke nû ya ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ li derveyî îhtîmalê nîne. Ev rewşa niha ya tewazunê ya bêbiryar nikare demeke dirêj dewam bike. Di hersê rewşan de jî weke cografya Kurdistan û ji aliyê hevgirtinê ve rewşa Kurdan stratejîk e. Xwedî rewşeke welê ye, li kîjan aliyê tewazunê cih bigire, wê karibe encamê li gorî wî alî kêrhatî bike yan jî bêkêr bike. Kurd û Kurdistan her tim di dîrokê de rola wan textê kişikê û piyon bû, ji niha û pêve dikarin ji vê rolê derkevin û bi rola kirdar rabin. Di vê de jî siyaseta bişopînin, hevgirtinên wan ên hundir û derve wê diyarker bin.
Li aliyê din, di van demên dawiyê de DYE dixwaze Projeya Rojhilata Navîn a Mezin bixe rojevê, lê ya rastî şensê vê projeyê zêde tineye. Jixwe ev proje xwe disipêre dewletên netewe. Gelek projeyên bi heman rengî Rojhilata Navîn xistine nava tevlîheviyê. Projeya dawiyê jî rewşên rê li ber wan vekirine cuda nînin. Heta mentiqê dewleta netewe neyê terikandin, ti proje nikare Rojhilata Navîn ji nava pêxîrtengiyên kûr û pirsgirêkan rizgar bike, ji şer û pevçûnan dûr bixe. Hem Yekîtiya Ereb û hem jî Rêxistina Konferansa Îslamî bi sedema ku bi heman mentiqê dewleta netewe seqet bûne, ti pirsgirêk çareser nekirine. Ji zêhniyet û şêweyê avabûnê yê heyî nebihurin şensê wan tine ti pirsgirêkê çareser bikin. Herweha li dijî DYE û hêza hegemon a xwecihî Îsraîlê hem Îran û hem jî Tirkiyê bi Hîzbûllah û El Qaîdeyê şerên serdestî û bandorzêdekirinê dimeşînin û ev pirsgirêkan bêhtir dikin ku nikaribin ji nav derkevin û ji vê jî wêdetir bi kêra tiştekî nayên. Hesabên wan ên ji bo para xwe zêde bikin, her kêlî dibe ku berevajî li wan vegerin. Bi tevahî van dekûdolabên berê û nû yên dewleta netewe Rojhilata Navîn xistin rewşeke darî çav. Bi navê “Em pirsgirêkan çareser dikin, em dîplomasiya sifir pirsgirêk dimeşînin” pirsgirêk bêhtir mezin bûne, ji navê nikarin derkevin û bûne mîna gulokeke lihevgeriyayî. Çawa ku me hewl da em nîşan bidin, ev rewşa Rojhilata Navîn eşkere ji ber dewleta netewe ye, û ji ber şêweyê avabûnê ye.
Têgîn û teoriya neteweya demokratîk ji bo rastiya kakila hegemonîk a dewleta netewe Îsraîlê jî bi roleke heyatî ya çareserker radibe. Ji bo paşerojê du rê li pêşiya Îsraîlê hene. Riya yekê, bi xeta xwe ya heyî ji bo hegemonya xwe dewam bike hingê wê timî şer bike û bibe împaratoriyeke herêmî. Çawa ku tê zanîn, ji Nîlê heta bi Firatê, heta jê jî wêdetir projeya Îsraîlê ya hegemonîk heye. Ev projeyek e ku piştî Împaratoriya Osmanî hatiye çêkirin. Herçiqasî di pêkanîna vê projeyê de gelekî gav hatibin avêtin jî di warê gihiştina wê ya armancê de hê jî kêm e. Di demên dawiyê de Îran derdikeve pêşiya wê û Îran jî bi heman awayî xwedî hesabên hegemonîk e, û ev dike ku di navbera wan de nexweşî û tengezarî çêbibe. Di navbera wê û Tirkiyê de jî nexweşiyek heye, lê nayê zanîn ka ev çiqasî ciddî ye. Di vê qonaxê de mirov dibîne ku wê pêvajoyeke bi şer a hegemonya herêmî pêk bê. Bivênevê ev pirsgirêkên ji ber dewleta netewe derdikevin holê wê mezintir bibin; hesabên hegemonîk ên li beramberî hev bi xwe rê li ber van pirsgirêkan vedikin. Ji bo Îsraîlê û gelên Cihû riya duyemîn ew e, ji nava çembera dijminan a her tim xurt dibe dikare derkeve, tevlî projeya Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk bibe û li ser vî bingehî ji bo gavavêtinê dikare bibe xwedî însiyatîf. Sermayeya maddî û entelektuel a li pişta Îsraîlê ji bo projeya Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk dikare bi roleke girîng rabe. Bi vî awayî hem dikare xwe weke neteweyekî demokratîk bêhtir têkûz bike, hem jî dikare vê li nava Rojhilata Navîn di çarçoveya yekîtiya neteweyî ya demokratîk de pêk bîne, û pê bigihîje wê aştî û ewlekariya mayînde ya gelekî hewcedarî wê ye. Dîsa me bi heman awayî eşkere dabû xuyakirin ku ji bo derketina ji vê rewşa kaotîk, zêhniyeta neteweya demokratîk a modernîteya demokratîk û avahiya xweseriya demokratîk, paradîgma nû û modela herî di cih de ya wekhevîxwaz, azadîxwaz û demokratîk e. Modelek e ku riya aştî û ewlekariyeke mayînde nîşanî her kesî û her civakê dike.