Idrîs Henan
Komên Elqayîde (Heyet Tehrîr Elşam) Alnusra berê, DAIŞ û çeteyên girêdayî faşîzma Tirk di 27 Mijdarê de dest bi êrişeke berfireh li dijî gundewarên bakur rojavayê Helebê û gundewrên başûr Idlibê kirin. Di encamê de cografiyayeke bi qasî ya ku salên 2019an ji dest dane, dagir kirin û rêya Şam – Heleb, M5 ji nû ve birrîn. Vê yekê metirsiyek mezin li cem gelên herêmê û bi taybet şêniyên parêzgeha Helebê û taxên wê çêkir. Di heman demê de bû sedema gelek nirxandinên siyasî û lêkolînên leşkerî.
Ev êrişa han rojek piştî agirbesta li Lubnanê hatiye ragihandin pêk hat. Dêmekî derveyî pêşketinên giştî yên li herêm rû didin mirov nikare vê êrişa çeteyên Tirkiyê bigire dest.
Di vê derbarê de hinek dinirxînin ku Tirkiyê ji bo normalîzekirina têkiliyên bi Sûriyê re ev kom dehfî êrişan kiriye. Ango kartên xwe yê hêzê raberî Şamê û Rûsyayê dike. Aliyek din jî pê ve diçe û dibêje ku gengaze hevkariyek Îran û Tirkiyê be ku rê li ber lihevhatinên Sûriyê bi welatên Erban re bigirin taybet piştî Lûtkeya Erebî li Riyadê ku helwesta Sûriyê ji encamên wê erênî bûn. Herdu aliyên navborî jî ew helwesta Şamê weke darbeyek li dijî, qaşo (Eksena Berxwedanê), xwendin û bi vî awayî jî Îran zêde nêzî hevalbendê xwe yê veşartî, rasteqîn û îslamî Tirkiyê kiriye. Lew re jî ev êriş weke siza hate hesibandin.
Aliyek din jî Tikriyê baş fêm kiriye ku herêm rûbirûyî guhertinek bi kok e û dê pozisyona xwe ya berê ji dest bide, lew re jî hewl dide bi rêya êrişeke wisa pozisyonek stratejîk ya sedsaleke nû bi dest bixe û li ser hesabê parçekirina Sûriyê û tunekirina doza Kurdan xewna Mîsaqa Millî bixe jiyanê. Ji ber vê yekê bû, roja êrişan Erdogan derket û got ku ewê ji Behra Spî heya sînorên Îranê xeteke ewlekariyê ava bikin!
ji xwe Erdogan berê jî metirsiya ji wendabûna pozisyona xwe bi bangên ji Şamê re rave dikirin ku hewl dida koalisyonekê li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk û Sîstema Rêveberiya Xweser ava bike. Lê helwest û daxwazên Şamê yên xweragirtina li dûrî şerên li herêmê rûdidin, hiştye ku navenda îslama siyasî kaxezên li herêmê li hev bixîne ku bermahiyên baskê Şî`î û baskê Sunî yên wê navendê werin parastin. Lew re jî gelek nirxandinên ku dibêjin 27 Mijdra Alnusra û Tirkiyê dê encamên 7 Cotmeha Hemas û helwesta Hîzbullahê Lubnanî bi xwe re bîne. Ango piştî ku baskê bi hêz ê Şî`î li herêmê hate şikandin, îcar dor li baskê Sunî yê Alnusra û bermahiyên DAIŞ yên di hembêza Tirkiyê de mezin dibin de ye.
Ji lêkolîn û nirxandinên cuda cuda wêdetir, carek din sedemên bingehîn ên kirîza li Sûriyê û herêmê xwe didin der. Her wiha isbat bû ku çi lihevkirinên derveyî îradeya hêzên demokrasiyê li Sûriyê çêbûne, diherifin û hildiweşin. Yanê çi tişta navê xwe Astana û herêmên kêm şer bi vê êrişê re rewatiya xwe ji dest dan. Her wiha cara sedemîn e ku isbat dibe Tirkiyê û mirûdên wê li pey aloziya li Sûriyê û herêmê ne. Çendîn bê helwestek rasterast be jî, lê her kes dizane ne bi fermana Tirkiyê ba, ti hêzên çeteyan nikarin biryara êrişan bigirin. Cara milyonî ye jî isbat dibe ku yekparebûna axa Sûriyê ancax bi lihevkirina bi hêzên demokrasiyê re pêkan be. Pêvajoya kirîza kor û dirêj û şerê qirêj ê li Sûriyê rû dide, bi dirêjahiya salan tivî kiriye ku tekane rêya xilasiyê lihevkirina hundirîn û kombûna li dora maseya neteweyî ya bi çandên li Sûriyê re ye.