Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

46 Salî me!

01/12/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Gelo em, li Imrali dinêrin û xwe dipîvin?
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet Aktaş

Bêgûman sedema ez temenê xwe wisa nîşan didim heye.

Li goreyî saziya serjimarê, ez 72 salî me. Lê li goreyî rastiya min, temenê min 46 e.

Ji ber ku ez wan 26 salan, bê wate û weke ne jiya bim dijmêrim.

Rastiya jiyana min a bi wate û bi armanc, bi naskirina Rêber Apo re ya 1975a despê kiriye û bi avakirina PKKê re, ya sala 1978an re dewam kiriye û heta axîretê dom dike.

Lewma salvegera Tevgêra bi rûmet û dîrokî, weke salvegera rojbûna xwe dibînin û ji bo îsal dibêjim “ez bûme 46 salî”!

Îca li goreyî min, ne ez an takekesên din bi tinê, belê ev gotin ji bo gelê me û cîhanê jî derbas dar e, jiber ku heta nuha, ne gelê me û ne jî yên cîhanê, ne bûye xwediyê Rêberiyek û Tevgêrek wisa ji aliyê zanistî, bîrdozî û siyasî ya hemdemî têr û tije.

Erê di dîroka gelê me û yên cîhanê de gelek rêber û tevgêr derketin e, gelek berxwedanên lehengî û hêja jî pêkanîne, lê ne di vê radeya bilind û mezin de bûn.

Lewma temenê wan kurt bûn û di encamê de ji aliyê desthilatiyan ve hatin hilweşandin.

Ma dewelata tirk, ji bo doza gelê me ne gotibû, “me kuşt, xist binê çiyayê Gilîlê/Agiriyê û me ser beton kir”, ev jî tê wateya ku êdî nikare zindî bibe.

Lê belê Rêber APO, him van fermanên dewleta qirker, li wan zîvirand û him gelê me ji wê xewa mirinê şiyar kir, rakir ser piya û dîrokek nuh a zindî ya zanistî da despê kirin û heta îro jî ev meşa azadkirina welat û gelê me bê navber, bi hemû heybeta xwe, 47 sale dewam dike û serdikeve.

Heke mirov karibe bi çend hevokan naveroka cewherê dîroka vî Rêberî û vê Tevgêrê ya 46 salan dest nîşan bike, dikare bêje “erê ez jî hinek şopdarê vê Tevgêrê û vê Rêberiyê me”!

Rêber APO, di despêkê de, biryara bingehîn da ku ji derveyî sistema dewletê xebatê bide meşandin. Gava yekê ya vê biryarê, di NEWROZA 1973an de li Bendava Çubuka Enqereyê avêt.

Biryarek din a bingehîn a vê Tevgêrê ku berovajî tevgêrên din jî ev bû: Pişta xwe bi tevayî spart baweriya bi xwe û hêza gelê xwe.

Her wiha li himber sistema netew-dewletê, sistema xwe ya bi cewhera netewa demokratik a konfederaliya demokratik destnîşan kir.

Bi vê çarçovê, li şwûna yek dewlet, yek netew û yek û yekê, bi cewherê pir nasnameyî, pir bawerî û pir û pirî naveroka navnetewîtiyê/enternasyonalistiyê jî xurtir kir. Jixwe tê zanin, hîn di despêka tevgêrê re de bi beşdarbûna Haki û Kemal, ev cewher hebû.

Yek ji mijara sereke ya bîrdozî û felsefeya vê Tevgerê jî; mijara azadî û rola pêşeng a jinê di şoreşê û pêşxistina civakê de ye.

Ev mijar, bi dirûşma JIN JIYAN AZADÎ ya stratejîk a jinên Kurdistanê, ji nuha ve di rojeva jinên cihanê de cihê xwe standiye û sedsala 21ê dibe sedsala jinê!

Cejna 27ê Mijdarê Pîraz be!

Post Views: 173
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.