Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Ewropayê mal bi mal digerin

01/06/2018
in Uncategorized
A A
Li Ewropayê  mal bi mal digerin
Share on FacebookShare on Twitter

Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç li ser karê hilbijartinê yê li Ewropayê agahî da û diyar kir ku ew bi 8 hezar kesî kar dikin. Koç got, “Armanca me ew e ku ji 7’ê Hezîranê gelekî zêdetir dengan bigirin.”
Koordînasyona HDP’ê ya Hilbijartinê ku 22’ê Nîsanê ava bû, li 26 welatên Ewropayê û ji Japonyayê heta Kanadayê ji bo hilbijartinê karekî berfireh dike. Endamê koordînasyona hilbijartinê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç destnîşan kir ku bêyî cihêkariyê bikin ew xwe digihînin hemû dengdêran û got, “Bi moral û motîvasyoneke mezin em mal bi mal digerin û bi vî rengî karê hilbiljartinê dikin.” Koç destnîşan kir ku HDP wê li Ewropayê dengekî gelekî zêde bigire. Koç da xuyakirin ku di çarçoveya plansaziya lêpirsîn û qeydkirina dengdêran, qezençkirina dengdêrên nû û birina ser sindoqê ya dengdêran de wan dest bi kar kirin û li her wleat, bajar û semtan komîsyon ava kirin. Koç destnîşan kir ku ew dixwazin biçin serdana hemû malan û bi dengdêran re biaxivin.
Yuksel Koç diyar kir ku ew li 26 welatên Ewropayê, li Kanada, Amerîka, Japonya, Awûstûralya û gelek navendên din ên cîhanê ji bo hilbijartinê kar dikin û got, “5 hezar û 300 kes di nava komîsyonên hilbijartinê de cih digirin. 2 hezar kes wê muşahîd bin, 312 kes jî li ser sindoqan wezîfedar bikin. Em niha 8 hezar kes ji bo HDP’ê karê hilbijartinê dikin. Li hemû bajar û semtan moral û motîvasyoneke xurt heye. Ev yek jî rê li ber kelecanekê vedike ku ji ya 7’ê Hezîranê jî xurtir e.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.