Bajarê Minbicê yê Bakurê Sûriyê dikeve bakur-rojhilatê bajarê Helebê û 80 km dûrî çemê Firatê ye. Bajarê Minbicê xwedî girîngiyeke dîrokî û strastejîk e û wekî paytexta Sûriyê ya herêma Firatê dihat nasîn.
Bajarê Minbicê girêdayî parêzgeha Helebê bû û li gorî gelhêjmariya sala 2004′an nufûsa wê 408 hezar bû.
BINAVKIRINA MINBICÊ
Bajarê Minbicê xwedî gelek şarsitaniyan bû, ji ber vê yekê wek bajarê nivîskaran tê naskirin.
Di dîrokê de navên ku li bajarê Minbicê hatî kirin ev in, ″Hierapolis (bajarê pîroz), Ebroqîş an Ebroqlîs (bajarê rahiban), bajarê Lita Aşûr, bajarê Edessa, bajarê paytextan, bajarê Menbeh û bajarê Seryas.
Di dema Hûsiyan de navê bajar Mabog lê kirin. Lê dema Asûriyan dest danîn ser bajar navê Nampige lê kirin. Aramiyan jî navê Nappigu lê kirin. Bi demê re navê bajar bû Mabug (Çem), Yewnaniyan navê Bambyce lê kirin. Romayiyan jî navê Hierapolis lê kirin.
DÎROKA MINBICÊ
Li gorî lêkolînên ku li ser bajarê Minbicê hatin kirin, bajarê Minbicê girêdayî ″Beyt Edînî″ ya Ermeniyane ku dikeve navbera çemê Belîx û çemê Firatê. Paytexta wê jî bajarê Bersîb (niha navê bajar Til Ehmer e) a dikeve başûrê bajarê Cerablusê.
Dema ku Iskender ê Makedonî serweriya xwe li ser bajar ferz kir, bajar ji aliyê malbata Ebid Heded a Ermenî ve dihat birêvebirin. Wê demê Minbic bû bajarê îbadeta xwedayên Atar Gatis. Bi vê yekê girîngiya bajar zêde bû û di serdemên Helenî, Romayî û Bzansî de, veguherî xeta parastina li dijî Persan. Li derdora bajar sûreke parastinê hebû, lê piştre hat rûxandin û welatiyan kevirên wê ji bo lêkirina malan bi kar anîn.
Di dema Seyfûdelah El-Hemedanî de, li herêmê şer di navbera dewleta Hemedanî û Bîzansiyan de rû da. El-Hemedanî di sala 945 PZ de herêmeke berfireh ku ji Antakya û Minbicê pêk tê bi dest xist. Di vê demê de bajarê Minbicê ji aliyê çandiniyê de xwedî girîngiyeke mezin bû, ji ber ku nêzî bajarê Helebê û çemê Firatê bû. Lê heta sedsala 10′emîn şerê di navbera Bîzansî û Hemedaniyan dewam kir. Piştre bajarê Minbicê ket bin serweriya Zenkiyan û di sala 1176′an de ji aliyê Selaheddîn Eyûbî ve hat rizgarkirin. Piştre jî bajar ket bin serweriya Memalîkan.
Di sala 1401′î de bi fermandariya Teymûrlenk li Bakurê Sûriyê şerek derket. Di encamê de Teymûrlenk dest danî ser bajarên Heleb û Minbicê. Piştre Teymûrlenk leşkerên xwe tevî gelê Minbicê kuştin û bajar rûxand.
Di şerê Mercî Dabiq de serweriya Minbicê ket destê Osmaniyan. Di vê serdemê de tu girîngiya bajar nema. Guhertina ku di vê serdemê rû dabû ew bû ku di sala 1878′an welatiyên Çerkez koçî Minbicê kirin û bûn hemwelatiyên herêmê.
BAJAR GELEK CARAN
HATIYE RÛXANDIN
Di sala 53 BZ Kerasûsan bajar wêran kirin. Di sala 600 BZ de jî bajarê Minbicê ji aliyê Firewn El-Erec ve hat şewitandin. Sasaniyan jî sala 363 PZ bajar bi temamî rûxandin. Di sala 540 PZ jî Împarator Kisra bajar rûxand. Kostantîniyan jî bi sedan gelê herêmê kuştin û dîl girtin. Di sala 1240 PZ jî xawerizmiyan bajar tar û mar kirin û serweriya xwe li ser bajar ferz kirin.Di sala 1258 PZ de hukumdarê Moxol Holagu bajar rûxand. Di di sdala 1344 PZ de jî bajar ji ber erdheja bi pileya 6,5 bi temamî hat rûxandin û 57 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan.Nivîskarê Sûrî Welîd Mişoh pirtûka ″Şaristaniya geliyê Firatê″ li ser Minbicê nivîsand û tê de behsa dîroka herêmê kir. Hiqûqnas Ebdulqadir Eyaş sala 117 lêkolînek li ser geliyê Firatê çêkir.Zanyarê erdnîgarî Ebû Huseyn Mihemed Bin Ehmed Cibêr sala 580 PZ pirtûkek li ser xwezaya bajarê Minbicê nivîsand…Ekrem Berektan-ANHA