Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hilberîna genim û ceh li Cizîrê kêm bûye

31/05/2018
in Uncategorized
A A
Hilberîna genim û ceh li Cizîrê kêm bûye
Share on FacebookShare on Twitter

Îsal di encama rewşa hewayî ya herêma Cizîrê de ziyanên mezin li hilberîna ceh û genim bûye. Desteya Çandiniyê jî tedbîrên ji bo alîkariya cotkaran wergirtin.
Herêma Cizîrê û Bakurê Sûriyê îsal zivistaneke zuha derbas kir û di destpêka Gulanê de baran bi dijwarî barî. Di encama lehiya ku li ser zeviyên çandiniyê rabû de andoreke neyînî li hilberîna çandiniyê kir.
Bi barîna barana buharê re, hişt ku simbilên ceh û genim bikevin xwarê û di palekirina wan de astengî derdikevin.
Di dawiya sala borî de bi armanca alîkariya bi cotkaran re Komîteya Çandiniyê ya girêdayî Desteya Aborî ya Cizîrê tova genim, cihe û semad bi deyn da cotkaran.
Endamê Rêveberiya Komîteya Çandiniyê Ehmed Silêman diyar kir ku hilberîna ceh ji sedî 70 û hilberîna genim jî ji sedî 55 ziyan dîtiye.
Silêman da zanîn ku wan serjimariyek di derbarê rêjeya ji sedî ya zeviyên çandiniyê ya hilberînên cûda di salên 2017 û 2018’an de pêk anîne.
Silêman anî ziman ku zeviyên li Cizîrê hatine çandin ji sedî 90 e û wiha got: “Ji sedî 50 bi ceh û genim hatine çandin, ji sedî 25 nîsk û baqil hatine çandin û ji sedî 15 jî pembo hatiye çandin.”
Silêman destnîşan kir ku wan biryar girtiye alîkariya cotkarên ziyan dîtine bikin.
Di derbarê çalakiyên çinîna hilberîna genim û ceh de Ehmed Silêman diyar kir ku wan buhaya paleyê ji patozan re diyar kirine û hevkariya xwe bi Yekîtiya Cotkaran û xwediyên patozan re didomînin her wiha mazot ji hemû patozan re peyda kirine…Nûrî UMER-ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.