Rojnameya Ronahî

Bilbilê Kurdistanê; Tehsîn Taha

Hunermendê Kurd yê bi nav û deng û ku weke şalûl û bilbilê Kurdistanê dihat nasîn Tehsîn Taha di 28’ê Gulana 1995’an de li Hollandayê jiyana xwe ji dest da. Tevî ku 23 sal li ser mirina wî re derbasbuye lê hê jî stranên wî riya mûzîka kurdî ronî dike.

Stranbêj hene û hunermend hene. Tehsîn Tahayê nemir bi stranên xwe dikeve katagoriya hunermendiyê. Taha her çend ev 23 sal e ku koça dawîn kiriye lê hîn jî wekî xeleka ku muzîka klasîk û modern digihîne hev rêya hunera kurdî ronî dike
Dema ku mirov behsa kesayetên di dîrokê de şopa xwe hiştine dike helbet divê ku mirov wan di nav herka dîrokê de û cerebeyên ku ew çanda têde jiyane bigire dest û binirxîne. Dema ku hunermendê nemir Tehsîn Taha çavên xwe li dinyayê vedike qir û qiyameta 2’yemîn Şerê Cîhanê demên xwe yên herî dijwar dijî. Helbet welatê hunermendê gewre Taha jî bi Lozana ku di sala 1923’yan de hatiye îmzekirin bûye çar parçe. Beşa ku Taha çavên xwe li dinyayê vedike êdî başûrê Kurdistanê ye ji aliyê rejîmên mêtingeh ên îngilizan ve tê birêvebirin.
Helbet beşa ku Taha çavên xwe lê vekiriye malovanî ji serhildanên modern ên kurdan re kiriye ku serhildanên Berzenciyan heta salên 1932’yan jî bandora xwe li ser herêmê dike lê bi alîkariya îngilîzan serhildan tên tepeserkirin. Lê di warê siyasî de li Başûr hewldanên serxwebûnê her tim berdewam kirine ku ev rewş wekî kodên jiyanî li ser gelê Başûr bandora xwe kiriye. Taha di nav vê keftûlefta cîhanê de di sala 1941’ê de li navçeya Amêdiyeya Duhokê ji dayik dibe. Di dergûşa ev bajarê kevnar û bi temenê xwe sê hezar salî de, gelek mîr û hakim, helbestvan û nivîskar, dîrokzan û zimanzan, dengxweş û hunermend, şervan û şoreşger bi ked û hewldana xwe, mîrateyek ji nifşên nû re hiştine ku xizmeta wan nayê jibîrkirin.

DEMÊN ZAROKTÎ Û CIWANTIYÊ
Taha hêj nû nû bi zar û ziman dikeve sed mixabin ku cerebeyeke din a kurdan ango Komara Mahabadê ku di 1945’an de tê avakirin, di 1946’an de tê rûxandin. Kurd hem li bakur, hem li başûr, hem li rojhilat û hem jî li rojavayê welat dikevin bêdengiyeke mezin di wan salan de.
Lê helbet jiyan bi her awayî wekî çemekî boş diherike. Malbata Tehsîn Taha ji ber ku bavê wî karmendê dewletê ye li Duhok û navçeyên wê gelekî digerin. Taha di temenê xwe yên nûciwaniyê de ku ji bo xebatê diçe Hedbaya Mûsilê li wir dest bi xebatên xwe yên muzîkê jî dike. Di sala 1956 yan jî 1957’an de ji Mûsilê vedigere Amêdiyê û li vir ji aliyekî ve lîseyê dixwîne û li aliyê din jî dixebite.
Piştî ku perwerdeya xwe ya lîseyê diqedîne dikeve ezmûnên ji bo beşa kurdî ya Radyoya Bexdayê û bi ser dikeve. Dema ku li radyoyê dest bi kar dike strana wî ya pêşî ya ku dibêje ‘Aşkera nakim’ e. Di sala 1958’an de general Abdulkerîm Qasim li hemberî serokwezîrê dawîn ê monarşiya Iraqê Ahmet Muhtar Baban bi piştgiriya kurdan darbeyeke pêk tîne û dibe serokkomarê Iraqê. Qasim ê ku sozên ji bo otonomiya kurdan pêk nayne di navbera wî û kurdan de cih bi cih pevçûn rû didin.

HUNERA
PROFESYONEL
Di bin siya vê rewşê de di sala 1960’î de Tehsîn Taha jî li Zanîngeha Bexdayê di Beşa Hunerê de dest bi perwerdeyê dike. Ji salên 1960’î û pê de Tehsîn Teha bi awayekî berfireh dest bi karê xwe yê hunerî dike. Di destpêkê de bi karê şanogeriyê (lîstikvanî û nivîsandina senaryoyê) derdikeve pêşberî gel. Lê tenê bi karê şanoyê têhnbûna wî ya ji bo hunerê naşikê. Li ser vê yekê dîsa dengê xwe dike alaya hest û dilînên xwe û gelê xwe. Gihîştina bi vê xweziyê di wî çaxî de karekî wiha hêsan nîn e. Sedemên olî, paşverûtiyên civakî, taybetmendiyên dijwar ên serdema feodalîzmê, li ber wî astengên bi kelem in.”Mitrib” peyvek çewt û nîşana sivikatiyê ye ku piraniya kurdan ji hunermendên mîna M. Arifê Cizîrî, Nesrîn Şêrwan, Hesen Cizîrî, Elî Merdan, Tahir Tofîq, Hesen Zîrek û yên din re jî digotin. Ji xeynî vî derdê giran ku huner û dengê gelek keç û xortên kurd di gewrî û singê wan de fetisandibû, bindestiya Kurdistanê serbarê hemû derdan bû.
Di nav vê rewşê de li aliyeke têkoşîna gel a ji bo azadiyê û li aliyê din jî helwesta gel a li hemberî hunermendiyê dike ku Taha hunera xwe zêdetir bixe xizmeta şoreşê. Di sala 1961’ê de pevçûn derdikevin aseteke bilindtir; gel êdî bi çalakiyên şermezarkirinê bi hezaran dadikevin kolanan û daw û doza mafên xwe yên hatine xespkirin dikin. Di wan çalakiyan de em Tahayê ciwan ê hunermend wekî çalakgerekî aktîf li pêş dibînin. Taha ji ber çalakiyekê tê binçavkirin û 15 rojan di binçavan de rastî îşkenceyên giran tê.
Hunermendê gewre li hemberî desthilatdariyê êdî gotinên xwe tûjtir dike lê belê lêgerîna xwe ya ji bo hunerê jî didomîne. Piştî ku Abdulkerîm Qasim li Iraqê dewra monarşiyê digire û pêve Taha jî wekî hemû kurdan difikire ku dê derî li jiyaneke hevpar vebe lê mixabin ev pêk nayê. Ji ber vê yekê jî Taha bi stranên xwe yên nûjen dixwaze ku ciwanên kurd bi bandor bike da ku li hemberî rejîma Qasim bikevin nava hewldanê.

HEVNASÎNÊN LI RADYOYÊ
Taha li aliyekî zanîngeha xwe dixwîne li aliyê din huner û çalakiyên siyasî jî ji bo wî bûne wekî nasnemeyên wî. Ji ber van sedeman di sala 1963’yan li Bexdayê tê girtin û wî dixin girtîgehê. Strana ku li zindanê çêkiriye ya yekem jî ya bi navê ‘Têtin bihar’ e. Taha piştî ku salekê di girtîgehê de dimîne tê berdan û xwendina xwe didomîne. Piştî mezûniyetê li Mexmûrê dibe mamosteyê muzîkê. Piştre heta sala 1970’yî li Hewlêrê mamostetiyê dike.
Piştî ku têkiliya dewleta Iraqê û kurdan normalîze dibe gelek caran diçe Bexdayê. Li Radyoya Bexdayê bi hunermendê nemir Bavê Felekê ango Mihemed Şêxo re têkiliyê datîne. Li Radyoyê stranên bi navê’Aso’ û ‘Ey hewar’ bi hev re dibêjin. Taha di serdanên xwe yên radyoyê de bi muzîkjenên mezin ên kurd Mihemed Arîf Cizrawî, Hesen Cizwarî, Elî Merdan, Meryem Xan, Îsa Berwarî têkiliyan datîne. Ligel vê bi hunermendên wekî Gulbihar û Eyşe Şanê re duetan dike û li bajarên wekî Hewlêr, Duhok û Bexdayê bi wan re konseran dide.

STRANÊN NÛJEN
Tehsîn Taha bi helbesta nû ku bi navê ‘helbesta îro’ jî tê zanîn, dest bi gotina ‘Strana kurdî ya nû’ dike. Helbet ji bo dema xwe ev helwesteke donkîşotwarî ye jî lê belê ev pêngav di nav ciwanan de rastî eleqeyeke baş tê. Gelek kesan xwestin di destpêka vî karê nû de ev helwesta ‘şikandina tabûyan’a Tehsîn Taha mîna guneh an jî sûceke mezin di nav gel de bidin nasandin, lê heza piraniya ciwanên kurd ên ji hemû deverên başûrê Kurdistanê, zû dijberên hunera Taha ya nûjen bêdeng dikin. Pîvana gel ji bo wî pîroziyeke mezin e.
Tehsîn Taha di herêma Behdînan de yekemîn kes bû ku bi awayekî nûjen strana kurdî ya nû bi awazên nû da destpêkirin. Ev jî karekî girîng bû. Ji ber ku her tim kesê ku karekî nû dike, ew kar li ser navê wî tê binavkirin. Nemir Şemal Sayîb li herêma Soran û Tehsîn Teha li herêma Behdînan ên başûrê Kurdistanê wekî serkêşên vê destpêka dîrokî tên naskirin.

STRANÊN
TEHSÎN TAHA
Taha di stranên xwe de ku bes wê demê di nav ciwanan de li ser zar û ziman bû dixwest ku gel bi peyamên di nav stranên wî de bikevin nav liv û tevgerê. Bi stranan hêza ciwanên kurd bixe nav tevgerê û li hemberî êrîşên bi her awayî ya Baasên faşîst li ber xwe bidin. Taha bi van armancan di konserên xwe yên li bajarên başûrê Kurdistanê ên wekî Duhok, Hewlêr, Amêdî, Silêmanî û paytexta Iraqê Bexdayê bi dengekî bilind diqîriya:
“…Ev warê he warê me ye, warê me ye, ma tu yê çawa ji me bistînî, bistînî…”
Di esasê xwe de di vê stranê de Taha li hemberî polîtîkayên erebkirinê yên faşîstên Baasî ku dixwestin li Kerkûk, Xaneqîn, Mûsil, Mendelî û gelek herêmên din ên başûrê Kurdistanê pêş bixin, hem bal dikişand ser ev polîtîkayan hem jî dixwest gel li hemberî vê hişyar be.
Di hemû stranên xwe yên wê demê de peyamên xwe bi awayekî veşarî di nav stranên xwe de dide. Taha di stranên xwe yên bi navê:”Bihêre Distar, Milletê me nemir e, Xewn, Newroz e, Ay Felek, Xalxalokê, Behdînan, Mala me li serê mihelê” û bi dehan stranên din de peyamên Kurdperweriyê û hezkirina welatê xwe vedibêje. Rewşa siyasî ya demê li ser stranên wî bandorê dikin û di stranên xwe de rewşê bi awayekî hunerî û nûjen vedibêje. Wekî mînak di strana xwe ya bi navê ‘Ey Felek’ de ku serhildana di pêşengiya Mela Mustafa Barzanî de di 1975’an de têk çû wiha dibêje:
“Ey felek bo te dinalim; Bo çi nêrgiz çilmisî; Ew çima bextê me hoye; Em bêdost û bêkes in…”

TÊKOŞÎNA LI BAKUR
Taha di hemû jiyana xwe de ji bo azadiya kurd û Kurdistanê bi awayekî çalak tevgeriyaye û ev di stranên wî de jî diyar dibin. Taha tu carî rewşa parçekirina Kurdistanê qebûl nekiriye û têkoşîna li parçeyên din ên Kurdistanê jî tim li ser bala wî bûye. Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd a li bakurê Kurdistanê jî gelek bandorê li ser wî dike û piştgiriya xwe ya bi tevgera Azadiyê re tim tîne ziman. Newrozên ku di salên 1990’î de li bakurê Kurdistanê ku bi serhildanan dihatin pîrozkirin wî gelekî bi kelecan dike û kêfa wî tîne.
Hunermendê mezin piştî ku kurd li başûrê Kurdistanê di sala 1991’ê de parî be jî digihîjin mafên xwe ji bo ku tedawî bibe berê xwe dide Ewropayê. Li Ewropayê jî kurdên ku bi awayekî rêxistinî li gel Tevgera Azadiyê ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşin moreleke mezin didinê. Tehsîn Taha di 13’ê adara 1994’an de bi hunermend Fûad Ehmed re derdikeve ser dikê û tev li pîrozbahiya Newroza Holandayê dibe. Ev yek ji aliyê rêveberiya Başûr ve rastî nerazîbûnê tê. Taha ji ber vê yekê êdî venegare welatê xwe û li Holandayê bi cih û war dibe. Di ser vê yekê re zêde dem lê nakeve tenduristiya Taha xirab dibe û bi penceşêrê dikeve. Di vir de wekî spekulasyon be jî hesreta welat û helwesta rayedarên başûrî gelek bandor li ser vê nexweşiyê dikin. Hunermendê gewre di 54 saliya xwe de, 28’ê gulana 1995’an li Holandayê jiyana xwe ji dest dide.

NASNAMEYA
HUNERA TAHA
Nivîskar-lêkolîner Ahmed Balayî beriya çend salan di bîranîneke ev hunermendê gewre de têkildarî kesayeta wî wiha dibêje;”Zehmet e mirov bi gotinan Tehsîn Taha bîne ziman, ew şalûl û bilbilê devera Behdînan û yê Kurdistanê bû. Mirov çiqas jî biaxive têrê nake, lê ya rastîn dilovanî, mirovayetî û kurdperwerî nasnameya hunera wî bû. Xwediyê hesteke nazik, wijdanekî tenik û navekî pîroz bû. Aşiqê aştî, azadî û yeksaniyê bû.”

BERHEM Û
ALBÛMÊN WÎ
Hunermendê nemir ê kurd piştî ku diçe ser dilovaniya xwe li dû xwe 8 albuman wekî mîrate ji gelê xwe re dihêle. Di van albumên wî de nêzî 100 stranên nûjen, folklorîk, epîk hwd hene. Albumên wî yên bi navê ‘Aso’ û ‘Rabe Cotyar’ piştî wefata wî ji aliyê Kom Muzîkê ve ji nû ve hatine amadekirin û li bakurê Kurdistanê jî gihîştiye ber destê muzîkhezan. Gelek berhemên Taha ji aliyê hunermendên kurd ve ji nû ve hatine şîrovekirin. Lê ew jî nisîbê xwe ji polîtîkayên ‘Tirk-kirinê’ wergirt. Lewre Îbrahîm Tatlises strana ku navê xwe pê da bihîstin ‘Ayagimda Kundura’ di esasê xwe de strana Tehsîn Tahayê nemir a bi navê ‘Min xem deryayeke kûr e’ ku adapteyê tirkî hatiye kirin.

WESIYETA WÎ
Çîroka jiyana”hostayê strana kurdî ya nûjen” xemgîn e û dema mirov li gotinên wî yên dawiyê guhdarî dike, nikare hêsirên çavên xwe bigire. Tehsîn Taha di kasêtekê de ku ji xanima xwe (Hebîbe) û her çar kurên xwe (Vehêl, Gelvan, Warvan û Dîrhat) re ji Holandayê şandibû Amêdiyê, wiha dibêje:”Daxwaza min a herî pêşîn serxwebûna Kurdistanê ye. Pêwîst e kurd qet li doza welatê xwe xiyanetê nekin. Ger ez rojekê mirim min li axa Kurdistanê veşêrin. Lê beriya veşartina min, li goristana Amediyê ava ‘Kaniya Mala’ li laşê min bireşînin û piştre min di nava dilê axa Kurdistanê de veşêrin.”… Ramazan OLÇEN – AMED

kitty core gangbang LetMeJerk tracer 3d porn jessica collins hot LetMeJerk katie cummings joi simply mindy walkthrough LetMeJerk german streets porn pornvideoshub LetMeJerk backroom casting couch lilly deutsche granny sau LetMeJerk latex lucy anal yudi pineda nackt LetMeJerk xshare con nicki minaj hentai LetMeJerk android 21 r34 hentaihaen LetMeJerk emily ratajkowski sex scene milapro1 LetMeJerk emy coligado nude isabella stuffer31 LetMeJerk widowmaker cosplay porn uncharted elena porn LetMeJerk sadkitcat nudes gay torrent ru LetMeJerk titless teen arlena afrodita LetMeJerk kether donohue nude sissy incest LetMeJerk jiggly girls league of legends leeanna vamp nude LetMeJerk fire emblem lucina nackt jessica nigri ass LetMeJerk sasha grey biqle