Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Emê aşitî û demokrasiyê bînin Tirkiyê

31/05/2018
in Uncategorized
A A
Emê aşitî û demokrasiyê bînin Tirkiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan,di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Nazîllî ya bajarê Tirkiyê Aydinê bû. Bûldan li vir axivî û got: “Em hêviya vî welatî ne, em baweriya gel in. Em ê aştî û demokrasiyê bînin vî welatî.”
Xebatên HDP’ê yên di çarçoveya hilbijartina 24’ê Hezîranê de didomin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li navçeya Nazîllî ya Aydinê a bajarê Tirkiyê axivî.
Bûldan di axaftinên xwe de bal kişand ser van mijaran:
“Ev sê roj in em li Egeyê ne. Li Îzmîr, Manîsa û Aydinê ji derveyî HDP’ê ti partî li qadan nîne. Yekane partiya ku dixwaze Erdogan biçe HDP ye. Ji ber ku AKP’ê li vî welatî ji derveyî zilmê ti tişt nedaye Kurdan, Elewî, jin, ciwan û beşên din.
7’ê Hezîranê HDP bû hêviya vî welatî. Serkeftina me ya 7’ê Hezîranê hezim nekirin. Ji bo vê 1’ê Mijdarê çûn hilbijartinê. Di navbera 7’ê Hezîranê heta 1’ê Mijdarê de zilma herî mezin li Kurdan kirin. Sûr, Cizîr, Gever û Silopyayê hilweşandin. Li van bajaran welatiyên me bi saxî şewitandin. Li cihê hevşaredarên me yên ku bi vîna gel hatin hilbijartin qeyûm wezîfedarkirin. Parlementerên me hatin girtin. Ji ber ku me di siyaseta demokratîk de israr kir.
Her ku wan xwest me tine bikin em ji nû ve şîn bûn. Em li qadan in, kolanan in, di nava siyasetê de ne. Em li vir soz didin em ê 24’ê Hezîranê di serî de Selaheddîn Demîrtaş û hemû hevalên xwe yên din ji zindanê azad bikin.
24’ê Hezîranê fersedekî dîrokî ye. Em vê fersendê ji dest bidin, êdî fersendekî wisa bi destê me nakeve. Em li dijî yek kesî piranî, li dijî faşîzmê demokrasî , li dijî esaretê azadiyê diparêzin.
Em hêviya wî welatî ne. Baweriya gel in, em ê aştî û demokrasiyê bînin vî welatî. Ji bo vê divê HDP 24’ê Hezîranê bi awayekî xurt biçe parlementoyê. Em ê aştî, edalet û yekîtiyê bînin vî welatî. Em ê bi hev re bi ser bikevin,”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.