Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Divê malbatên girtiyan baş bixebitin

31/05/2018
in Uncategorized
A A
Divê malbatên girtiyan baş bixebitin
Share on FacebookShare on Twitter

Komîteya Zindanan a PKK’ê li ser hilbijartinên 24’ê Hezîranê daxuyaniyek da destnîşan kir ku hilbijartinên 24’ê Hezîranê wê bibin hilweşîna fermî ya bloka faşîst a AKP-MHP’ê. Komîteyê wiha got, “Malbatên zêdeyî 10 hezar girtiyên siyasî, li dijî vê desthilatdariya faşîst a ku zarokên wan bi rengekî neheq xistiye zindanê, zext û êşkenceyê li wan dikin, divê li şûna zarokên xwe jî bixebitin.”

Komîteya Zindanan a PKK’ê li ser hilbijartinên 24’ê Hezîranê daxuyaniyek da û di serî de malbatên girtiyan bang li tevahiya civakê kir ku hesabên AKP-MHP’ê ji hev bixin.
Komîteya Zindanan a PKK’ê destnîşan kir ku hilbijartinên 24’ê Hezîranê wê bibin hilweşîna fermî ya bloka faşîst a AKP-MHP’ê û ji bo dengdanê bang li hemû malbatên girtiyan kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Weke malbatên girtiyan divê em vê planê ji hev bixin û tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê biqedînin.”
Komîteyê diyar kir, bloka faşîst a AKP-MHP’ê ji bo pêşî li têkçûna xwe bigire û desthilatdariya xwe biparêze, hilbijartin ferz kiriye û wiha dewam kir:
“Lê belê xuya ye ev hilbijartin wê bibe îlana hilweşîna wan. Hemû şan û nîşaneyên li Tirkiyê radixin pêş çavan ku bloka faşîst a AKP-MHP’ê bi bayê bezê qels dibe û hildiweşe. Hêza vê bloka faşîst nemaye ku karibe welêt bi rê ve bibe. Hemû polîtîkayên îmha, zilm û zordariya ku bi navê ‘Plana Têkbirinê’ ji sala 2015’an û vir ve dimeşîne, ji aliyê gelê Kurd, gelên Tirkiyê û hêzên demokrasiyê ve bi berxwedanê hatine pûçkirin. Zelal û li pêş çavan e ku ya niha hildiweşe tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ye.”

24’ HEZÎRANÊ DIBE KU AKP-MHP’Ê BIQEDÎNE
Hilbijartinên 24’ê Hezîranê ji ber vê yekê girîng in. Ev hilbijartin dikare tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê biqedîne. Lê belê ev yek wê xweber nebe. Ji bo vê, divê hemû hêzên li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ne, bi rengekî xurt, berfireh û rêxistinbûyî têbikoşin û bixebitin. Eger hilbijartineke normal bê kirin, şensê serketinê yê tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê qet nîne. Lewma ji bo serketinê tenê rêyek li ber wan heye. Ew jî dizî û hîleyên hilbijartinê ye. Sicîl û meherta Erdogan a di vî warî de tê zanîn. Lewma karê herî girîng ê divê were kirin, rêxistinbûna li dijî hîleyan û xwedîderketina li sindoqan e.
Di vê hilbijartinê de, yekane xeta ku pirsgirêkên gelên Tirkiyê bi taybetî pirsgirêkên jin, ciwan, kedkar, gel û baweriyên cuda yên alîgirê edalet, demokrasî û azadiyê çareser bike, xeta HDP’ê ye. Girîng e her kes bi rengekî çalak li cem HDP’ê cih bigirin, ji bo serketina wê bixebitin, bi ruhê seferberiyê bi şev û roj kar bikin û bi ser bikevin. Ev yek wê bibe bersiva herî xurt ku ji tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê re bê dayin.
Hêzeke din a pêşengê vê hilbijartinê jî malbatên girtiyan e. Malbatên zêdeyî 10 hezar girtiyên siyasî, li dijî vê desthilatdariya faşîst a ku zarokên wan bi rengekî neheq xistiye zindanê, zext û êşkenceyê li wan dikin, divê li şûna zarokên xwe jî bixebitin.

XWEDÎ LI DEMÎRTAŞ DERKEVIN
Ji bilî vê yekê, namzetê HDP’ê yê Serokkomariyê Birêz Selaheddîn Demîrtaş jî girtî ye. Pêwîste hemû malbatên girtiyan di asta herî bilind de xwedî li birêz Demîrtaş derkevin.
Lewma her malbateke girtiyan berpirsyar e ku Rêberê me, girtiyên HDP’yî û zarokên xwe yên li zindanê temsîl bike. Çi li gundan, çi jî li taxan, her malbateke me ya girtiyan divê mîna buroyeke hilbijartinê ya HDP’ê, mîna komîsyona hilbijartinê bi hemû hêza xwe bixebite û bi baweriya serketinê seferber bibe. Li ser vê bingehê em serketinê ji hemû hêzên demokrasiyê, gelên xwe û malbatên xwe re dixwazin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.