Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ocalan: Wan xera kir emê ava bikin

31/05/2018
in Uncategorized
A A
Ocalan: Wan xera kir emê ava bikin
Share on FacebookShare on Twitter

Namzetê parlamenteriyê yê HDP’ê Omer Ocalan, bertek nîşanî polîtîkayên hikûmetê da û wiha got: “Dibêjin HDP perçekirinê dike. Lê em dibêjin yên esil perçe dikin ew in. Wan perçe kir em wek HDP em ê ava bikin û bikin yek.
Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Rihayê û Biraziyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Ocalan, derbarê polîtîkayên HDP’ê axivî. Ocalan ku 2 salan serokê HDP’ê yê Mêrdîn bû, niha mamzetê HDP’ê yê Rihayê ye.
HDP NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ YE
Ocalan, bal kişand ser pirsgirêkên Tirkiye û rêbazên çareseriyê û da zanîn ku tenê rêya çareseriyê HDP ye. Ocalan, anî ziman ku HDP navnîşana reng û baweriyan, demokrasî, azadî, aştî û edalete ye. “Her kes xwedî yek fikir e ku hikûmeta AKP’ê tu tişt ji gel re neanî. Her kes bawer dike ku civak perçe kir. Niha Tirkiye li ser kendal e. Bajarên hatin xerakirin û talankirin hene. Ev politîka pirsgirêka kurd çareser nake. Ji bo em rol û misyona xwe bilîzin me biryar stend ku di nava HDP’ê de cih bigirin. Pirsgirêkên welat ên kûr hene. Pirsgirêka kurd, pirsgirêka aborî û pirsgirêka siyasî heye. Ji bo ev pirsgirêk çareser bibin em dixwazin siyaseta demokratîk pêş bikeve.”
DIVÊ EM AŞTIYÊ
FERZ BIKIN
Ocalan bal kişand ser îtîfaqa Cumhur a di navbera AKP, MHP û BBP’ê de û wiha got: “Ev îtîfaq nîşan dide ku HDP çiqas xurt bûye. Lê divê em bêtir xurt bibin. Ji ber ku pirsgirêkên Tirkiye pir mezin in û divê em wan çareser bikin. Divê em aştiyê li ser her kesî ferz bikin. Tu girêdana me û nêzîkbûna me bi îtîfaqên millet û cumhur re tune ye. Li Tirkiye HDP ji aliyê partiyên din ve wekî dijmin hat dîtin. HDP dê di çareseriya pirsgirêkên siyasî û civakî de rolek mezin bide ser xwe. Niha HDP’ê wekî partiya cudakar dibînin. Lê em dibêjin yên Tirkiye perçe dikin ew bi xwe ne. Ew perçe û xera dikin. HDP jî komî ser hev dike û ava dike.”…MA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.