Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Paşguhkirina Efrînê ji aliyên cîhanê de şermezar kirin

29/05/2018
in Uncategorized
A A
Paşguhkirina Efrînê ji aliyên cîhanê de şermezar kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Rayedarê Partiya Çep a Elmanya Jan Akin paşguhkirina Efrînê ji aliyê cîhanê de şermezar kir. Parlemantera heman partiyê Zakin Nastage jî diyar kir ku YPG’ê û YPJ li Rojava û Bakurê Sûriyê li ber hemû cîhanê de şer dikin.

Şandeyeke Elmanyayê ku ji parlemanterên Partiya Çep a Elmanya, rojnamevan, akademîsyen, sînameger pêk dihat duh serdana bajarê Qamişlo kir û rewşa herêmên Rojava û Bakurê Sûriyê ji nêz ve şopandin.

Parlemanter Zakîn Nastage di derbarê armanca serdana wan a Rojava de axivî û wiha got: “Armanc ji hatina me ya Rojava ew e ku em rewşa dawî ji nêzîk ve bişopînin, bi taybet rewşa koçberên di kampan de û rewşa welatiyên Efrînê ku neçarî koçberiyê hatine kirin û di kampên li herêma Şehba de hatine bicihkirin. Em hêvî dikin ku dewleta Elman alîkarî û piştgiriya xwe bi dewleta Tirk re ku hevkariya çeteyên DAIŞ’ê dike û bi riya wan êrîşî Efrînê dike, bi temamî rawestîne.”

Di derbarê rola jinan û hevgirtina gelan û pêkhateyan di şoreşa Rojava de Nastage wiha anî ziman: “Di cîhanê de şoreşeke weke ya Rojava pêk nehatiye ku têde rola jinan gelekî girîng e û pêkhateyan hevgirtina hev kirin û em ê jî alîkariya wê bikin.”

Nastage şervanên YPG’ê û YPJ’ê silav kir û wiha got: “Şervanên YPG’ê û YPJ’ê û hêzên leşkerî yên li Rojava û Bakurê Sûriyê li ber hemû cîhanê de şerê çeteyên DAIŞ’ê dikin.”

Rayedarê Partiya Çep a Elmanya Jan Akin jî li hember dagirkeriya dewleta Tirk paşguhkirina Efrînê ji aliyê cîhanê de şermezar kir û got, “Bi taybet bêdengiya dewleta Almanyayê ku alîkarî û piştgiriya Tirkiyê dike cihê şermê ye.”…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.