Friday, June 5, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji dagirkeriya Tirk re êdî bes e

29/05/2018
in Uncategorized
A A
Ji dagirkeriya Tirk re êdî bes e
Share on FacebookShare on Twitter

Di roja 26’ê Gulanê li seranserî bakurê Sûriyê li hember dagirkeriya Tirk çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. 26’ê Gulanê li tevahî cîhanê weke Roja li dijî dagirkeriya Tirk ya li Kurdistan û Efrînê hate ragihandin. Kesên beşdarî meşa li Şehbayê bûn bang li hêzên navnetewî kirin ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya Kurdistan û Efrînê bibin xwedî helwest.

Li hemberî dagirkeriya Tirk ji Kurdistan bi taybet Efrînê re, bi insiyatîva sazî, dezgeh, tevger, kesayetên navdar û gelek rêxistinên demokrat û azadîxwaz ji tevahî cîhanê roja 26 Gulanê weke Roja li dijî dagirkeriya Tirk ji Kurdistan û Efrînê re hate ragihandin. Di vê rojê de li hemû deverên cîhanê gel li ser piyan bû û bi silogan û diruşmeyan dagirkeriya Tirk şermezar kir.
Yek ji deverên ku gel têde bi coşekî mezin li ser piyan bû, Kantona Şehba bû. Şêniyên Efrîn û Şehbayê di saetên sibehê de bi hezaran herikîn kampa Berxwedan. Di meşê de daxuyanî û durşmeyên berxwedanê hatin bilindikirin û pankart hatin hildan.
Beşdarên meşê nêrînên xwe bi rojnameya me Ronahî re vegotin.
DERENG BE JÎ
GAVEKE BAŞ E
Hevseroka Kantona Cizîrê Heyfa Erebo derbarê roja 26 Gulanê de ji rojnameya me re got: Roja Cîhanî ya li dijî dagirkeriya Tirk ji Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê re, dereng be jî gelek bi wate ye. Berxwedana Efrînê careke din ji cîhanê re piştgiriya Tirkiyê ji çeteyên DAIŞ re eşkere kir. Erebo diyar kir ku tevî ev helwesta cîhanî derenge jî, lê gavekî baş e. Em bi hêvî ne ev roj zextekî li hikumetan bike ku helwesta xwe eşkere bikin. Ev piştgiriya ku dewleta Tirk dide DAIŞ û yên mîna wê xeteriyekê li ser tevahî cîhanê dike. Erebo dawiyê de bang li saziyên mafê mirovan, NY, Dadgeha cînayetan û hikumetan kir ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ji Kurdistan û tayebet ji Efrînê re bibin xwedî helwest.
NEYÊN LÎSTOKÊN
DIJMIN
Mamoste Emîne Receb Hemo got: “Tevî ku gelê Efrînê di encama zor û hovîtiya dewleta Tirk de hatiye Şehbayê, lê pêwîste bê zanîn ku gelê Kurd her zindî û li ser piyan e. Ji bo rizgarkirina Efrînê û deverên din ên Kurdistanê çi bê xwestin amade ye. Ti carî gelê me serî ji dijminan re naçemîne. Hemo dawiyê de bang li kesên ku têne xefka dijmin û got: Çawa em bi hev re hatin, pêwîste em bi hev re jî vegerin. Bila gelê me neyê lîstokên dijmin.”
GEL SOZA BERXWEDANÊ NÛ DIKE
Mamosteyê zanîngehê Hesen Hesen jî got: “Di vê roja dîrokî de gelê me careke din soza xwe ya berxwedanê nû dike. Efrîn wê bibe striya di qirika dijmin de. Çawa ku hêzên me yên leşkerî YPG û YPJ sond xwarine Efrînê ji dagirkeriya Tirk, çete û dizan vegerînin, gelê me jî bi rêgezên jiyana azad û hevbeş wê berxwedaniya xwe bidomîne.”
NEYÊN BANGÊN XAYÎNAN
Şêniyê Efrînê Îbo Sebrî yê ji gundê Şorbe Ji kesên xwe neçarî vegera bin siya dijmin dikin re got: “Gelê me gelekî welatparêz e. Girêdayî axê ye. Lê kesên li hundir ku bi dijmin re dixebitin ji bo berbatkirin û destdirêjiyê dixapînin. Banga min ew e ku bila neyên derewên xayîn û neyaran û jiyana bê rûmet nepejirînin.”
EM BI YPG Û YPJ
BAWERIN
Rûmet Mihemed Mûsa yê ji gundê Çeqmaqya biçûk derbarê vê rojê de got: “Ji bo ku em vegerin Efrînê îro em li vir in. Ez bawerim rizgarkirina Efrînê nêz e. Bila gelê me bi sebir be û bi hêza YPG û YPJ bawer be. Vegera bi tenê rewatiya dagirkeriyê ye.”

Idrîs HENAN

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin
NÛÇE

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin

04/06/2026
Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe
CIVAK Û JIYAN

Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe

03/06/2026
PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E
HAJMARA PDF

PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E

03/06/2026
Bi kamîreya Solîn Mihemed
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Solîn Mihemed

03/06/2026
 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike
CIVAK Û JIYAN

 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike

03/06/2026
10 çiyayên herî bilind di cîhanê de
CîHAN

10 çiyayên herî bilind di cîhanê de

03/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.