Friday, June 5, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêdivî bi planek baş heye

29/05/2018
in Uncategorized
A A
Pêdivî bi planek baş heye
Share on FacebookShare on Twitter

Piştî ku bajarê Reqayê di 1’ê Mijdarê de de hate rizgarkirin, Şaredariya Gel xebatên xwe bi 10 endaman da destpêkirin û di 17’ê Sibata 2018’an de vekirina şaredariyê bi awayekî fermî hate ragihandin û ji wê demê ve tevî hemû kêmderfetan hewl dide bi riya komîteyên xwe yên cûda weke “Komîteya Avê, Komîteya kanalîzasyonan, komîteya Hawîrdor û Parkan û komîteya Çavdêriyê” hewl dide rewşa xizmetguzariyê di bajêr de pêş bixîne.
Bajarê Reqayê ji sedî 60 ji avahî û binesaziya wê hilweşiya ye. Şaredariya Gel di destpêkê de xebatên xwe li taxa El-Meşleb kir û hemû bermahiyên hilweşiyayî yên şer ji taxê rakirin. Niha jî di giştî bajêr de dixebite.
Di meha gulana 2018’an de Şaredariya Gel gelek xebat û projeyên xizmetguzariyê pêk anîn. Hin ji van xebatan ev in.
Şaredariya Gel ji destpêka rizgarkirina bajêr ve toreya ava vexwarinê û kanalîzasyonê sererast dike û niha ji sedî 75 ji toreya ava vexwarinê sererast kiriye û av ji gelek taxan re peyda kiriye.
Şaredariyê her wiha nîvê riyên hatûçûnê û parkên weke El-Reşîd, El-Bustan, El-Beyda û El-Beceha sererast kirin û darên têde hişk bûne hilkirin û gelek dar têde çandin.
Komîteyên girêdayî şaredariyê her wiha kenarên riyên sereke paqij kirin û boyax kirin.
Şaredariyê bi armanca rêgirtina li pêşiya nexweşiya Laşmaniyayê hemleyeke dermankirina taxan da meşandin. Koalîsyona Navnetewî jî di meha Gulanê de alîkarî bi Şaredariya Gel re kir, her wiha Meclîsa Sûriya Demokratîk jî gelek alav ji şaredariyê re peyda kirin.
Serokê Şaredariya Gel a bajarê Reqayê Ehmed Îbrahîm girêdayî mijarê da zanîn ku Şaredariya wan di destpêkê de ti alîkarî bi wê re nehat kirin û piştî ku daxwaz ji Meclîsa Sivîl a Reqayê hate kirin, hin alîkarî ji wan re hatin, nemaze piştî daxwaza welatiyan a sererastkirina kanalîzasyonê zêde bûn.
Ehmed di axaftina xwe de got ku sererastkirina çerxeriya El-Delê gelekî girîng e nemaze ji ber ku çanda herêmê vedibêje û xebatên sererastkirina wê dê di demeke nêzîk de bi dawî bibin.
Ehmed El-Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de got ku astengiya herî mezin li pêş wan ew e ku bajar gelek wêran buye, lewra ji bo xebtên xizmetguzariyê pêdivî bi planeke taybet û baş heye…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin
NÛÇE

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin

04/06/2026
Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe
CIVAK Û JIYAN

Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe

03/06/2026
PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E
HAJMARA PDF

PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E

03/06/2026
Bi kamîreya Solîn Mihemed
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Solîn Mihemed

03/06/2026
 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike
CIVAK Û JIYAN

 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike

03/06/2026
10 çiyayên herî bilind di cîhanê de
CîHAN

10 çiyayên herî bilind di cîhanê de

03/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.