Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Êdî dem hatiye faşîzm were têkbirin

29/05/2018
in Uncategorized
A A
Êdî dem hatiye faşîzm were têkbirin
Share on FacebookShare on Twitter

Xebat Andok, hovîtiya rejîma AKP’ê ya li Sûr, Cizîr û gelemperiya Bakurê Kurdistanê, her wiha dagirkirina Efrînê û êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê bi bîr xist û got, hilbijartinên 24’ê Hezîranê ji bo bersivdanê firsendeke girîng e.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok, hilbijartinên pêşwext ên 24’ê Hezîranê ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê wê werin kirin, ji ANF’ê re nirxand.
DI ROJEVA CIVAKÊ DE BERXWEDAN HEYE
Andok got, “Berxwedana hêzên demokrasiyê divê li Tirkiyê di asta herî jor de dewam bike. Li dijî politikayên Erdogan û Bahçelî yên qirkirinê, ji bo têkbirina faşîzm û dagirkeriya li Kurdistanê, divê ev hilbijartin bibe bersiva civaka azadîxwaz. Hilbijartinên 24’ê Hezîranê di nava Rewşeke Awarte de tê kirin. Bi vê hilbijartinê re qirkirin û dagirkeriyê li Kurdistanê ferz dikin. Polîtîkayên qirkirin û înkarê yên Erdogan û Bahçelî ji aliyê hemû gelên herêmê ve tên dîtin. Di rojeva hikumetê de qirkirin heye. Qeyran û alozî heye. Di rojeva civakê de jî berxwedan heye.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok diyar kir ku hilbijartina hatiye ferzkirin ne li gorî pîvan û exlaqê demokrasiyê ye û got, “Ji her demê bêhtir Erdogan dijminatiyê li Kurdan û hêzên demokrasiyê dike. Ev yek di plan û hewldanên dagirkirina Kurdistanê de tê dîtin. Civaka Tirkiyê polîtîkayên Erdogan ên xwînmij dibîne. Erdogan û Bahçelî bi faşîzma xwe bûne bela li serê gelan. Dem hatiye ku ev pergala desthilatdar bê rûxandin.”
Xebat Andok destnîşan kir ku civaka Kurd û hêzên demokrasiyê wê yekîtiya xwe xurt bikin û got, “Pêwîstiya Tirkiyê bi demokrasiyê heye.”
GIRÎNG E BERSIVA PÊWÎST BÊ DAYIN
Andok işaret bi hovîtiya dewleta Tirk a li Cizîr, Sûr û gelemperiya Bakurê Kurdistanê kir û got, “Gelê me yê li Bakurê Kurdistanê desthilatdariya Erdogan baş nas kir. Bi faşîzma Tirk a mêtinger re rû bi rû hat. Di vê hilbijartinê de divê bersiv ji xerakirin û talanê re bê dayin. Ev hilbijartin ji bo gelên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê firsenda dîrokî ye. Gelê Kurdistanê li dijî desthilatdariya Erdogan, li dijî dagirkirina Efrînê û başûrê Kurdistanê rabû ser piyan. Girîng e di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de her kes peyama serketinê bide.”
DEMOKRASIYA GELAN PAŞEROJA CIVAKÊ YE
Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ Xebat Andok bal kişand ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û çareseriya pirsgirêka Kurd. Andok diyar kir ku rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û demokratîkkirina Tirkiyê daxwaza sereke ya gelan e. Andok got, `HDP partiya hemû gelên Tirkiyê ye.`
Xebat Andok da xuyakirin ku bi konsepta qirkirin û tecrîda girankirî re Erdogan hewl dide civakê dîl bigire û got, “Demokrasiya gelan paşeroja Tirkiyê ye. Eger her kes vê rastiyê bibîne wê qirkirin ji holê bê rakirin. Demokrasiya gelan wê bi ser bikeve. Eger li ser vê bingehê di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de deng bê dayin, wê her kes bi qezenç bike.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.