Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Yên bawer nakin bila li Îmraliyê binêrin

29/05/2018
in Uncategorized
A A
Yên bawer nakin bila li Îmraliyê binêrin
Share on FacebookShare on Twitter

Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selaheddîn Demîrtaş, diyar kir ku tevgerina weke ku dikare kampanyayê li vê derê birêve dibe, bêedaletiya heyî meşru dike û ev ne raste û got: “Berxwedana herî mezin li Girtîgeha Îmraliyê ye. Defin kirina gelekê wisa ne hêsane, yên bawer nakin bila li Îmraliyê mêze bikin.”
Namzetê Serokkomariyê yê Partiya Demokratîm a Gelan (HDP) Selaheddîn Demîrtaş, ji Girtîgeha Edîrneyê bi navbeynkariya parêzerên xwe, bersiv da pirsên rojnamaya Yenî Yaşamê. Demîrtaş, wiha got: “Baweriya min gel û bi taybetî jî li jin û ciwanan hat. Ji ber vê yekê bûm namzet. Binyada me polîtîk û birêxistin kiriye. Baş dizanin ez ji bo çi têdikoşim û di HDP’ê de cih digirim. Ew jî dizanin ez ji bo wan dixebitim. Ji ber ku ez bûm yek ji pêşengên siyaseta gelekê evqas fedekar, kedkar û wefadar xwe pir bi şans û rûmetdar dibînim. Di vî warî de li gorî namzetên din xwe bi şans dibînim.”
Demîrtaş, diyar kir ku Erdogan û AKP ji bo bê edaletiya pêşbirka hilbijartinê zêde bike, çi ji destê wan tê dikin û wiha dewam kir: “Çi derfet di destê wan de hene, mîna hilbijartinên beriya niha, bi kar tînin. Tevî vê yekê jî bê çare ne, ketine nava panîkê. Dikin nakin nikarin motîve bibin, nikarin rojevê biafirîn in. Twitirekê ji vir diweşînim jî ji mîtîngên wan ên di hemû televîzyonan de tên weşandin hê bêhtir bandorê dike. Ji ber ku civak êdî ji AKP’ê bêzar bûye.”
Demîrtaş destnîşan kir, tiştekî ku Erdogan êdî soza wê bide gelên Tirkiyê tuneye û wiha pê de çû: “Mîna bazirganekî îflaskirî lê hatiye.”
Demîrtaş li ser ‘Tifaqa Milî’ ya ku HDP li derveyî wê hat hiştin û avakirina Tirkiyeya nû jî got: “Nepêkane ku bêyî HDP’ê Tirkiyeke nû bê avakirin. Bawerim Tifaqa Milî jî vê dibîne. Hiştina me li derveyî tifaqê vê rastiyê naguherîne. Kî berevajî vê îdîa bike, hem wê di hilbijartinê de têk biçe, hem jî di paşerojê de têk biçe. Heta ku HDP di astekê de di nava desthilatdariya nû de cih negire, demokrasiyeke nû nikare bê afirandin. Rewşeke berevajî vê yekê, li civaknasiyê, li siyasetê, li matematîkê nayê.”
Demîrtaş, derbarê namzetên parlamenteriya HDP’ê kesayetên mîna Ahmet Şik, Velî Saçilik, Erol Katircioglu û Omer Farûk Gergerlîoglû de wiha got: “Ev sekneke hêja û watedar e. HDP êdî bûye rêxistina têkoşîna hevpar a hemû bindestan. Weke xetek siyasî bi berxwedanê xwe li siyaseta Tirkiyê girtiye. Yên nû tevlî bûn, hem hêz dane HDP’ê, hem jî ji rewşa rêxistinî ya HDP’ê hêz girtin. Ez serketinê ji hemû namzetan re dixwazin. Bila xurt bin û xurt beşdar bibin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.