Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tirkiye li Efrînê sûcên şer dike

29/05/2018
in Uncategorized
A A
Tirkiye li Efrînê sûcên şer dike
Share on FacebookShare on Twitter

Kordîneya Giştî ya Meclîsa Jinên Sûriyê Lîna Berekat diyar kir ku dewleta Tirk bi riya revandin, destdirêjî û kuştina welatiyan li Efrînê sûcên şer dike. Lîna wiha got, “Dewleta Tirk li Efrînê bi koçberkirina welatiyên Efrînê û bi cihkirina malbatên biyanî qirkirina etnîkî û guhertina demografîk pêk tîne.”

Kordîneya Giştî ya Meclîsa Jinên Sûriyê Lîna Berekat diyar kir ku Tirkiye bi riya revandin, destdirêjî û kuştina welatiyan li Efrînê sûcên şer dike, welatiyên Efrînê yên resen neçarî koçberiyê dike û li şûna wan biyaniyan bi cih dike.
Di çarçoveya helwestên li dijî dagirkeriya artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li Efrînê, Kordîneya Giştî ya Meclîsa Jinên Sûriyê Lîna Berekat da xuyakirin ku Meclîsa Jinên Sûriyê bi çareserkirina aloziya Sûriyê bawer in û weke rêbaza çareseriyê diyalogê dibînin. Lîna Berekat banga cezakirina sûcdaran kir û diyar ku ew amade ne belgeyên girêdayî destdirêjiya dagirkeran radestî aliyên navnetewî bikin.
Lîna Berekat behsa destdirêjiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kir û anî ziman ku ne tenê li Efrînê pêk tên, li hemû deverên Bakurê Sûriyê yên di bin dagirkeriya wê de ne pêk tên.
Lîna Berekat di berdewama axaftina xwe de diyar ku Meclîsa Jinên Sûriyê li dijî dagirkirina axa Sûriyê tevdigere û wiha got: “Piştî ku Tirkiye herêma Efrînê dagir kir, li Efrînê gelek kiryarên qirêj pêk anîn. Ên weke revandin, destdirêjî û kuştin û guhertina demografîk.”
Lîna Berekat destnîşan kir ku Tirkiye welatiyên Efrînê neçarî koçberiyê dike û li şûna wan welatiyên ji Xota, Idlib, gundewarên Dîmeşq, Humis û Hemayê bi cih dike û bi vê hewldana xwe guhertineke demografîk bi rengekî mezhebî û etnîkî pêk tîne û wiha dewam kir: “Ev siyasetên Tirkiyê li hemberî aştiya navxweyî û jiyana hevbeş ya pêkhateyên Sûriyê metirsiyeke mezin e. Kiryarên Tirkiyê li Efrînê di asta ‘sûcên şer’ de ne.”
Lîna Berekat behsa jêderên serjimariyên ku wan bi dest xwe ve anîne kir û got ku evan serjimarî ji rêxistinên mirovahî yên di Sûriyeyê de dixebitin wergirtine û hin belge Meclîsa Jinên Sûriyeyê bi xwe piştrast kirine.
Lîna Berekat di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Meclîsa Jinên Sûriyeyê parastina mafên jinên Sûriyeyê dike û hewl dide sûcdaran ceza bike.
Meclîsa Jinên Sûriyê roja 27’ê Gulanê di derbarê destdirêjiyên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li Efrînê de daxuyaniyek da û li gorî daxuyaniyê dagirkeran 119 jinên Efrînê revandine û malbatên 6000 çeteyan di malên Efrîniyan de bi cih kirine…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.