Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li gundê Jinwar perwerdeya jineolojî

29/05/2018
in Uncategorized
A A
Li gundê Jinwar perwerdeya jineolojî
Share on FacebookShare on Twitter

Li Gundê Jinwarê li Kampa Jinên Ciwan a Jîneolojiyê perwerde bi dawî bû. Dê perwerde li Kobanê, Şehba û li Minbicê bidome.
Di 21’ê Gulanê de li Kampa Jinên Ciwan a Jîneolojiyê ya li Dirbesbiya Bakurê Sûriyê perwerdeyê dest pê kiribû. Perwerde bi nîqaşên girîng bi dawî bû. Li Gundê Jinwar hefteyekê li ser mijarên wek dîroka jinê, etîk, estetîk, wateya jîneolojiyê û armanca wê de, nîqaşên girîng hat kirin.
Îsyan Dilsoz a ku di nav lijneya perwerdeyê de cihê xwe digire diyar kir ku ew dixwazin jîneolojiyê ji hemû jinan re rave bikin û got: “Ji her çar parçeyên Kurdistanê jin beşdarî perwerdeyê bûn. Di heman demê de jinên Ereb, Fransizî û jinên ji çandên cuda jî beşdarî perwerdeyê bûn.”
Îsyanê da zanîn ku ji dersa ewîl de hişmendiyek bi jinan re ava bû û got: “Di dersa dîroka jinê de me çanda xwedawendiyê nas kir. Me gelekî moral girt û hişmendiya me berfirehtir bû. Em hîn bûn ku di esasê xwe de jîneolojî bi sedsalan e heye lê me ev nizanîbû. Di dersa etîk û estetîk de jî me fam kir ku kapîtalizm di bin navê ‘xweşikbûnê’ de mirovan ne xweşik dike. Di dersa wekheviyê de me têgeha bihevrebûna jin û mêr a di her qadê de fam kir. Di dersa anatomiyê de têgihandina gel a li dijî bedena jinê me raxist ber çavan. Her hevalên me jiyana xwe mînak da û vê yekê jî bandorek mezin li ser me çê kir.”
Îsyanê anî ziman ku dê perwedeyên wan ên li kampa bidome û got wê li Kobanê, Şehbayê û Minbicê perwede dewam bike û meha li pêşiya me dê ji Ewropayê jinên ciwan werin û ji bo vê yekê jî plansaziya mehekê hat avakirin.
Îsyanê diyar kir ku projeyên wan ji bo hemû civakê ye û got: “Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Me pêşengtiya Şoreşa Rojava girt ser milên xwe. Nasnameya jina ciwan heye lê em vê hişmendiyê di perwerdeyan de bêtir derdixin pêş.”…JINNEWS

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.