Friday, June 5, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Êdî serdemek bê AKP dest pê dike

29/05/2018
in Uncategorized
A A
Êdî serdemek bê AKP dest pê dike
Share on FacebookShare on Twitter

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, li bajarê Tirkiyê Îzmirê derket pêşberî hezaran û got: “Em di 7’ê Hezîranê de bi ser ketin. Em dê di 24’ê Hezîranê de jî bi ser bikevin. Êdî serdema AKP’ê bi dawî bûye. 25’ê Hezîranê serdema beyî AKP dest pê dike.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê de beşdarî bernameya Rêxistina HDP’ê ya Îzmirê bû. Buldan, li Balafirgeha Adnan Menderes bi karwanek mezin hat pêşwazîkirin.
Di vekirina buroya hilbijarinê ya HDP’ê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan wiha got: “Em îro li vê derê mîtîngê li dar naxin. Em tenê buroya xwe ya hilbijartinê vedikin. Ez spasiyên xwe pêşkêşî heval, hogir û jin û mêr û ciwanên me dikim ku, îro ev der kirine wekî mîtîngekê. Îzmîr bajarekî aştî û azadiyê ye. Îro sedema ku HDP li Îzmîrê tê hezkirin ev e ku, têkiliya wê bi aştî û azadiyê heye. Namzetên HDP’ê nîşana vî tiştî ne. Di lîsteya me ya namzetan de namzetê me yê ji Afrîkayê û yê ji Behra Reş mil dane hev. Gelên Behra Reş û gelê Efrînê, gelê Kurd û gelê Tirk îro gihiştine hev û em li Îzmîrê dest bi xebatên hilbijartinê dikin.”
Bûldan wiha dewam kir: ‘’HDP hêviya aştiya welêt e. HDP baweriya bi demokrasiye ye. HDP sembola xwîşk û biratî û azadiyê ye. HDP partiya têkoşînê ya azadî û wekheviyê ya jinan e, partiyeke jinan e. Baweriya ciwanan a bi azadiyê ye. Ji bo vê jî di du hilbijartinên 24’ê Hezîranê de, em ê hem bi serkeftineke mezin parlamenteran bibin Meclîsê û hem jî em ê Selaheddîn Demîrtaş bikin Serokkomar.’’
Buldan bal kişande ser zext û zordarî û dek û dolabên AKP’ê yên li ser Kurdan û got, ‘’Me kuştinên kiryar nediyar dîtin, em hatin kuştin. Gundên me hatin şewitandin, êşkence li me kirin lê li ber ti dîktatorî me serî netewand. Me dema Tansû Çîller dît, dema Kenan Eren, me nêzîktiya Suleyman Demîrel a li Kurdan dît. Em dizanin ku politikaya îmha û înkarê ya hikûmeta AKP’ê ya li ser gelên Tirkiyê bi kêrî pîvazeke xirabe nayên, gelê me wê bersiva hewce bide.’’
AN TARÎTÎ YAN RONAHÎ
Bûldan li ser girîngiya vê hilbijartinê rawestiya û got, ‘’Ev hilbijartin wê çarenûsa gelên Tirkiyê diyar bike. Bi vî rengî wê biryarê li ser du tiştan bide. An li ser tarîtiyê yan jî li ser ronahiyê. An wê ji zordarî, înkar, imhaya 16 salan a AKP’ê re bibêje ‘erê’ yan jî wê bibêje, ‘’na, em êdî ji AKP’ê re dibêjin, ‘Temam’, em biryara xwe li ser ronahiyê, xwîşk û biratiyê didin.’’
WÊ TIRKIYEKE BÊ
ERDOGAN BE
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan herî dawî got: ‘’Em baş dizanin ku hikûmeta AKP’ê ne ji hêla aborî, ne çandî, siyasî û aramiyê ve tiştek nedaye civaka Tirkiyê. Êdî serdema AKP’ê qediya. 25’ê Hezîranê wê Tirkiyeyeke bê Erdogan, bê AKP’ê hebe.’’

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin
NÛÇE

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin

04/06/2026
Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe
CIVAK Û JIYAN

Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe

03/06/2026
PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E
HAJMARA PDF

PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E

03/06/2026
Bi kamîreya Solîn Mihemed
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Solîn Mihemed

03/06/2026
 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike
CIVAK Û JIYAN

 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike

03/06/2026
10 çiyayên herî bilind di cîhanê de
CîHAN

10 çiyayên herî bilind di cîhanê de

03/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.