Rojnameya Ronahî

Şoreşa fikir ji hemû şoreşan girîngtire

Dilîn EHMED

Nivîskar û endamê komîta nirxandinê yê mihrîcana kurte çîrok Ibrahîm Xelîl diyar kir ku şoreşa fikir ji hemû şoeşan girîngtire, ji ber ku dema fikir pêşketî be helbet wê civak jî pêşbikeve, bi vê ermancê ev  mihrîcan hat lidarxistin.

Ji bo pêşketina çanda civakê navenda  Şopdarên Rojê yekemîn mihrîcana kurte çîrokê bi navê “Celala Xanim Lorstanî” bi dirûşmeya “Şoreşa bê şoreşa fikrî ye” li Navenda Mihemed Şêxo a Çand û Huner ya bajarê Qamişlo 25_26’ê meha nîsanê mihrîcana xwe lidarxistin. Di mihrîcanê de çîrok bi zimanê kurdî û erebî hatin xwendin û gelek nivîskar beşdar bûn, çîrokên ku hatin xwendin li ser bûyerên şoerşa Rojava bûn, bi taybet li ser kesayetên şêrvanên hêza parastina gel, jin û hêzên sûriya demokratîk bûn û zehmetiyên ku  di jiyana wan de desrbas bûn li hember çeteyên DAIŞ’ê di çeperên şer de. Di dawiyê  de bi belavkirina xelatan mihrîcan bi dawî bû.

DENGÊ PÎNOSA AZAD BILIN BÛYE

Nivîskar Ibrahîm Xelîl axivî û diyar kir ku dengê pênûsa azad  bilind bûye û got; “Çand dîroka xwe nû dike bi teybet piştî şoreşa Rojava û serketinên şervanan dengê pênûsa azad bilintir bû. Her kesê ku xwestin û dixwazin êş, serkeftin û rastiya vê şoreşê bidin pêş di riya pênûsa xwe de dest bi kar û xebatên çandî  kirin. Dema dengê guleyan kêm bû dengê pênûsa azad bilind bû. Ji ber vê yekê em dibêjin, şoreşa fikir ji hemû şoreşên cîhanê girîngtire, ji ber ku civak bi fikrên azad pêşdikeve, ji ber vê yekê erkê ku tê ser milê rewşenbîrên herêmê ew ku bi rengekî baş fikra civakê pêşbixînin û bi çalakiyên xwe mejiyê desthilatdariyê ji nava gel rakin.”

ASTSA ÇANDÎ LI ROJAVA BILIN BÛYE

Ibrahîm di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser bilindbûna asta çandê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha got; “Li Rojava çand heya astekê baş pêşketiye û bi vê yekê em pir kêfxweş dibin, ji ber ku dema çand pêşbikeve helbet wê civak jî pêşbikeve, çand bandorek erînî li gel dike û rola wê di civakê de girînge. Bi taybet gelê Rojava ji ber ku gelek êrîşên neheq û zordestiya çandê ya taybetî bi ser wan de hatiya mirov dikare bêje bûne tiyê çanda xwe.”

DIVÊ EM HÎN BÊTIR LI SER KARÊ XWE BISEKININ

Nivîskar û endamê komîta nirxandinê yê mihrîcana kurte çîrok Ibrahîm Xelîl di dawiya axaftina xwe de behsa mihrîcanê kir, ji ber ku cara yekem bû hin kêmasî derketin û got; “Ji ber ku ev cara yekemîn bû ku mihrîcanek bi vî rengî hat lidarxistin hin kêmasî derketin, kêmasî mîna kêm hemleyên raghandina berfireh, ji ber vê yekê ne saziyên çandî û ne jî gel tevlî vê mihrîcanê  bûn, ev jî kêm agahdarkirina  gel û saziyan li ser mihrîcanê, ev jî kêmasiya navena Şopdarên Rojê bû. Ez bi hêvîma ku navendên me hîn bêtir li ser van kêmasiyan bisekinin da ku em encamekê ji van mihrîcanên girîn bigirin dest û keda wan jî vala neçe.”