Rojnameya Ronahî

Nameya Ocalan ew kêfxweş kiribûn

Nesrîn Akgul a ku zêdetirî 3 heyv in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye û niha jî li dijî tecrîdê dest bi rojiya mirinê kiriye, Ocalan berê jêre name şandi bû. Abdullah Ocalan di nameya ji Nesrîn re şandibû de wiha gotibû: “Hêvî dikim ku pêvajoya çareseriyê dê me hemûyan bi fîzîkî jî nêzî hev bike.”
Grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dikin. Girtiyan daxuyaniyek dabûn û diyar kiribûn ku asta çalakiya xwe mezin dikin û dê di 30’ê Nîsanê de dest bi “rojiya mirinê” bikin. Yek ji van girtiyan a dest bi rojiya mirinê kiriye jî Nesrîn Akgul a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dimîne ye. Nesrîn 11 sal in girtî ye. Nesrîn di 2008’an de li Wanê di serdegirtina buroya rojnameya Azadiya Welat a bi KHK’ê di 2016’an de hat girtinê hatibû binçavkirin û pişt re hatibû girtin. Bi îdaya “endamtiya rêxistinê” 18 sal ceza li Akgul hatibû birîn. Akgul ji 15’ê çile ve dest bi greva birçîbûnê kiriye û Komeleya Ji Bo Azadiyê Hiqûqnas (OHD) jî di raporek xwe de bal kişandibû ser rewşa Nesrîn.
Nesrîn di serdema “pêvajoya çareseriyê” de dema li Girtîgeha Jinan a Şakrana Îzmîrê dihat ragirtin ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re name nivîsandibû û Ocalan jî bi nameyekê bersiva Akgul dabû.
Abdullah Ocalan wiha bersiva nameya Nesrîn dabû. “Dildar Nesrîn Akgun. Herî dawî li qada we du wêneyên cuda yên ji 5 kesan pêktên re peyama we min girt. Ji ber ku min bersiva we hemûyan neda hêvî dikim hevalên jin dê min mazûr bibînin.
“Nameyê hemû rêhevalan bi taybet rêhevalên jin ên di girtîgehan de yên ji bo min gelek watedar û dixwazin ez bersiva wan bidim, divê min bersiva wan daban. Lê min ev yek 15 sal ceriband. Piştî min dît ku ez serneketim min dest jê berda. Hêvî dikim ku ji ber vê yekê hemû rêheval dê min mazur bibînin. Heke pirsa ragihandina nameyan a qada derve bikin bila li qîsûrê mêze nekin. Min nameyên we yên takekesî bi baldarî xwendin, ez jê re hesret mam e. Weke gelek rêhevalên din ên jin, bi hinek mijaran de bi giştî bersivê bidim. Yekemîn têkildarî metafora bi min re 24 seatan jiyan e. Min her tim bersivên we yên vê yekê watedar dîtin. Ez bawer dikim hûn rast nêzîk bûn. Kurbûna we çiqas e ez wê nizanim. Ya duyemîn jî we behsa ji bo kurdan evîn bêderfet e. Bersiva ez di vê pêvajoya tê jiyîn de bidim; kurd û dostên wan ên bi hişmendiya azadiyê dest bi çalakiyê kirin incax evînê bi kolektîf û weke we jî behsa wê kir platonîk, bijîn. Ez di mijara evîna tekekes û taybet de gelek bi îhtiyad im û nikarim bersivekî erênî bidim.”
Ji bo rêxistina we ya giştî (Bi taybet jinên KCK’î) min pêşniyara li ser etîk û estetîkê lêhûrbûnê bikin. Bi taybet vê peyama xweser a civaka ya dîrokî bi hemû rêhevalan re parve bike. Hêvî dikim ku pêvajoya çareseriyê dê me hemûyan bi fîzîkî jî nêzî hev bike. Ez bi heskirinên mezin we hembêz dikim û silavên xwe dişînim. Abdullah Ocalan Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê.”
Nameya Ocalan wan kêfxweş kiribû
Nesrîn Akgul a ku nameya Abdullah Ocalan wergirt û têkildarî nameyê keyfxweşiya xwe parve kiribû û diyar kiribû ku têkoşîna Abdullah Ocalan a afirandina jina azad hêza afirandina jinê serbilindiya jinê her tim zîndî girt. Nesrîn anîbû ziman ku ji ber Abdullah Ocalan ji qada wan re name şand hemû jin gelek keyfxweş in.