Rojnameya Ronahî

Çeteyên Tirkiyê careke din bajarê Cebilê kirin hedef

Di êrîşa komên çeteyên Tirkiyê yên li Idlibê, li ser bajarê Cebilê de, sivîlekî jiyana xwe ji dest da û 4 kesên din birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê da zanîn ku gelek teqîn li nêzî balafirgeha Himêmî pêk hatin, di teqînan de hate zanîn ku komên çete balafireha Himêmî ya mezintirîn baregeha Rûsya li Sûriyê bi topavêjan kirin hedefa xwe. Li herêma ku bi navê kêmbûna şer tê naskirin, beriya çend rojan şer di navbera hêzên Rejîmê û çeteyên Tirkiyê de rû da.

Di 28`ê Nîsana çûyî de komên girêdayî Tirkiyê hewl dan bi rêya balafirên bê bîlot êrîşî balafireha  Himêmî bikin, lê tu agahî der barê êrîşê de nehat zanîn.