Rojnameya Ronahî

Di navbera Îsraîl û Xezayê de şer

Li gorî agahiyên ku ji aliyê nûçegihanê ajansa ANHA’yê ji Xezayê got li hemberî avêtina nepoxên şewatê ji Xezayê ber bi bajarên Îsraîlê, artêşa Îsraîlê deverên komên filistinî li Xezayê bombebaran kirin. Di encamê de tu  ziyan çênebûn.

Nûçegihanê ANHA’yê li axaftina xwe zêde kir û got komên filistinî jî bersiva bombebarankirinê bi 2 mûşekên ku li herêmên vekirî yên bajarên Îsraîlê ketin, dan.

Her wiha  nûçegihanê ANHA’yê  ku agahiyên xwe spart çavkaniyên filistinî, ragihand ku artêşa Îsraîlê, vê sibê dema dest bi pêngava girtinên li herêmên cuda yên Difa El-Xerbiyê kirin, piştî ku mal û milkên şêniyên wêran kirin 17 kesên filistinî girtin.