Rojnameya Ronahî

Leuenberger: Tecrîd bi tifaqa gelan dikare rabe

Yek ji siyasetmedarên Swîsreyê Ueli Leuenberger diyar kir, tecrîdkirina Ocalan şêweyekî êşkenceyê ye.

‘TECRÎD ŞÊWEYEKÎ ÊŞKENCEYÊ YE’

Leuenberger destnîşan kir, tecrîdkirina Ocalan şêweyekî girankirî yê êşkenceyê ye û got, “Tecrîdkirina Birêz Ocalan ji roja ku hatiye girtin û vir ve didome. Ocalan bi rengekî ku neyê qebûlkirin, bi piştgiriya rêxistinên îstîxbaratê yên gelek dewletan hate girtin. Mixabin li gelek deverên dinyayê, girtiyên siyasî tên tecrîdkirin. Li gorî mafên mirovan ên bingehîn, saziyên civakî yên sivîl û parêzvanên mafên mirovan ên li qada navneteweyî, divê li dijî tecrîdkirina mehkûman bikevin nava liv û tevgerê. Ji bo tecrîd bê dîtin û saziyên navneteweyî di vê mijarê de xwe bilivînin, wezîfeya herî mezin dikeve ser milê Kurdan û saziyên wan ên li Ewropayê û Swîsreyê.”

‘TÊKOŞÎNA JI BO AZADÎ Û EDALETÊ’

Leuenberger berxwedana grevên birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven tê kirin nirxand û got, “Beriya her tiştî jin û mêrdên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne hemûyan silav dikim. Dixwazim bêjim ku ez piştgiriya wan dikim. Grevên birçîbûnê şêweyekî têkoşînê ye ji bo edalet û azadiyê. Grevên birçîbûnê yên niha ji bo bidawîbûna tecrîdkirina mehkûmên siyasî ye. Dibe ku heta niha encameke berbiçav bi dest neket, lê belê bala raya giştî kişand.

Dibe ku rejîma dîktator a Erdogan bersiv nedaye van daxwazan an jî dixwaze ew mirov bimirin, lê belê siyaseteke wiha dûrî exlaqê ye. Helwesta Erdogan a heta niha, ji xwe helwesteke sosret e.”

EWROPA LI GORÎ BERJEWENDIYÊN XWE TEVDIGERE

Leuenberger bêdengiya li qada navneteweyî rexne kir û got, “Em zanin ku li pişt bêdengiya li Ewropayê, berjewendiyên Ewropayê û têkiliyên berjewendiyên leşkerî yên NATO’yê hene. Ewropa ji Tirkiyeyê dixwaze ku hurmetê nîşanî mafên mirovan bide û di vî warî de bangan jî dike. Lê belê bang di nava rejîma Erdogan de cihê xwe nabîne, ji ber ku ne rejîmeke welê ye ku karibe bangan qebûl bike. Hem Yekîtiya Ewropa hem jî saziyên navneteweyî divê bangawaziyan bidin aliyekî û êdî bikevin nava pratîkê. Lê belê ji ber berjewendiyên xwe wê nakin. Tevî daxwazên dikin eger pêkanînên aborî ya jî bi rengekî cuda bihata ferzkirin wê Erdogan neçar bima ku paşve gavê biaveje.”

‘DIVÊ BI GELAN RE TIFAQ BÊ KIRIN’

Leuenberger destnîşan kir, ya ku dawî li bêdengiyê bîne, bike ku dewlet û sazî bikevin nava liv û tevgerê, tifaq û piştevaniya navneteweyî ya gelan e û got, “Ez jî naxwazim bikevim nava şaşitiya ku aqil dide Kurdan bibim. Nêzîkatiyeke bi vî rengî ne mafê min e. Ez tenê bi navê dostekî, bi navê kesekî ku ji dil û can dixwaze ev rewş biguhere diaxivim. Em dikarin vê rewşê biguherînin. Ji bo dawî li bêdengiyê were anîn û encamek bê wergirtin, bi qasî li Tirkiye û Kurdistanê divê li vir jî piştevanî û hewldan bên kirin.

‘DAXWAZ DIVÊ DESTPÊKÊ BIKEVIN ROJEVA CIVAKAN’

Kurd û demokratên Tirkiyeyî yên li Ewropayê û Swîsreyê, divê karibin bi welatiyên Swîsreyî û Ewropayê re rûnên. Divê Kurd vê demê li ser wê yekê rawest in ku çawa karibin xwe bigihînin civakên din û wan bixin nava liv û tevgerê. Pêwîste bûyerên diqewimin bi rengekî berbiçav nîşan bidin û bixin rojeva civakên din.

Di serî de civaka li vê derê divê karibin bi partiyên siyasî, sendîka û saziyên civakî yên sivîl re li hev rûnên. Divê bi wan re tifaqê bikin.”

Leuenberger destnîşan kir, bi saya têkiliyeke wiha wê Kurd karibin rojeva xwe bixin rojeva civakên din û di encamê de jî wê dewlet û saziyên navneteweyî yên niha bêdeng in, neçar bimînin bikevin nava liv û tevgerê.