Rojnameya Ronahî

Eşîrên Ereb ewê li ser paşeroja xwe biaxivin

Eşîrên li Sûriyeyê wê sibe bi pêşengiya MSD’ê li Eyn Îsayê li hev bicivin. Mijara civînê jî rewşa siyasî, leşkerî, aborî, çandî û civakî ya herêmê ye.

Endamê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El-Abîd li ser civînê ji ANF’ê re axivî û diyar kir, gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ’ê têkoşîneke mezin dan, bi ser ketin û niha jî ji bo rewşa piştî DAÎŞ’ê binirxînin li hev dicivin. Abîd anî ziman, di têkoşîna dijî DAÎŞ’ê de bi taybetî piştî serketina Kobanê eşîrên Ereb bi roleke girîng rabûn û got, eşîrên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hemû wê tevlî civînê bibin.

‘HETA NIHA KARÊ ME YÊ SEREKE EWLEKARÎ BÛ’

El-Abîd ku di heman demê de yek ji endamên komîteya amadekar a civînê ye, anî ziman gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li dijî terorê têkoşîneke mezin dan û got, “Me ev têkoşîn heta niha li qada leşkerî dimeşand. Karê me yê sereke ewlekariya gelên herêmê bû. Hêzên me ji Kobanê dest pê kirin û heta Baxozê di her gavê de berdêl dan, hewl dan gelên me ewle bikin û ji bo rê nedin dijminatiya navbera gelan, gelekî ked dan.”

ARMANCA CIVÎNÊ

El-Abîd diyar kir, ji bo serketina leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku ji zarokên gelên herêmê pêk tê ji holê ranebe, ji bo rê nedin fitneyê, Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li gelek qadan dixebite. El-Abîd got, “Yek ji van jî kombûna eşîrên Ereb e ku wê li ser paşerojê biaxivin. Ji ber vê yekê me biryar dan, hem ji bo spasiya eşîran bikin ji ber têkoşîna wan, hem jî ji bo li ser paşeroja xwe biaxivin, civînekê pêk bînin.”

DOMANDINA TÊKOŞÎNA HEVPAR

El-Abîd ragihand, planên DAÎŞ’ê û hêzên li pişta wê yên li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê didomin û got, “Em ê di vê civînê de li ser têkoşîna ji niha û pê ve ya li dijî DAÎŞ’ê û rêxistinên mîna wê biaxivin. Weke ku tê zanîn hîn jî hucreyên veşartî yên DAÎŞ’ê hene. Hêzên me li bejahiyê hebûna DAÎŞ’ê bi dawî kir, lê belê li dijî vê zîhniyetê pêwîstî bi têkoşîneke berfireh heye. Em ê li ser biaxivin bê divê ev têkoşîn çawa be. Em ê biaxivin bê çawa dikarin destketiyên xwe biparêzin û van veguherînin formeke siyasî.”

‘EM Ê LI SER PAŞEROJA XWE BIAXIVIN’

Endamê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El-Abîd diyar kir, yek ji xalên girîng ên civînê jî rewşa siyasî, aborî, çandî û civakî û diyaloga navbera eşîran e û got, “Me; gelên Ereb, Kurd, Suryan, Asûr, Tirkmen li kêleka hev têkoşiyan. Xwîna me tevlî hev bû. Aliyê me yê hevpar Sûriyeyîbûn e. Mesela, mijara destûra bingehîn heye. Em ê li ser biaxivin. Em ê li ber biaxivin bê çawa dikarin baştir xizmetê ji gelên xwe re bikin. Em ê li ser biaxivin bê çawa dikarin tefên li ser welatê xwe têk bibin. Em ê li ser paşeroja xwe biaxivin.”