Rojnameya Ronahî

Rûspiyên Reqayê: Efrîn nakeve bazaran û nayê firotin

Girêdayî komployên navdewletî û herêmî ku li ser gelê Sûriyê têne plankirin, rûspiyên êlên bajarê Reqayê teqez kirin ku QSD hêza tekane ye ku dikare siyasetên dagirkeriya Tirk bişkîne.

Rûspiyê êla El-Bû Esaf Fayiz El-Betran got: “Wek  şêniyên Bakurê Sûriyê û bajarê Reqayê em zêdegaviyên Tirkiyê yên li ser xaka Sûriyê şermezar dikin. Bi taybet herî dawî lêkirina dîwarê parçekirinê li Efrînê.”

El-Betran destnîşan kir ku dewleta Tirk zêdetirî 400 sal Sûriye dagir kir û wiha pê de çû: “Li du xwe wêranî, kuştin û nezantî hişt. Eger Tirkiyê hewl bide Efrînê ji Sûriyê qut bike dê rastî bersîvek siyasî û leşkerî ya bi hêz were. Hêzên QSD`ê yên ku DAIŞ tekbirin, dê bikare li pêşiya dagirkeriya Tirk bigire. Bûyerên ku li Colan û Lîwa Skenderonê rû dane, li Efrîna zeytûnê dubare nabin. Efrîn nakeve bazaran û nayê firotin. Wek şêniyên bajarê Reqayê em amade ne ku Efrînê rizgar bikin û yekîtiya xaka Sûriyê biparêzin.”

Rûspiyê êla El-Hinî, Qasim El-Hinî jî diyar kir ku gef û daxuyaniyên Tirkiyê li ser asta navdewletî giraniya xwe winda kirine û wiha axivî: “Bi taybet piştî têkbirina hevkarê wî yê stratejîk ê li Sûriyê, yanî DAIŞ`.”

El-Hinî bang li Meclisa Ewlehiya Navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kir ku yekser mudexele bikin û binpêkirinên Tirkiyê yên li Sûriyê rawestînin. El-Hinî wiha domand: “Divê rêxistinên mafên mirovan binpêkirinên Tirkiyê yên li ser gelê Efrînê, ji guhertina demografîk, wêrankirina binesaziya bajêr û kuştina jinan, zarokan û temenmezinan belge bike.”

Di dawiyê de El-Hinî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker prosesa aştiyê û çareseriya siyasî ya Sûriyê bi riya çeteyên xwe yên li Sûriyê asteng dike. El- Hinî got: “Tirkiye deriyê sereke yê derbasbûna çeteyan ji xaka Sûriyê re ye.”….ANHA