Rojnameya Ronahî

Girtiyên siyasî dest bi “Rojiya mirinê” dikin

Girtiyên ji doza PKK û PAJK`ê yên 135 ku roj e di greva birçîbûnê de ne, dê di 30’ê Nîsanê de dest bi rojiya mirinê bikin. Navên 15 girtiyên bikevin rojiya  mirinê, eşkere bûn.

Berxwedana grevên birçîbûnê ku bi daxwaza tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe hatiye destpêkirin dewam dike. Li zindanên Tirkiye û Kurdistanê bi hezaran girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne û girtiyan têkildarî greva birçîbûnê daxuyaniyeke nû weşand.

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di destpêka daxuyaniyê de pergala modernîteya kapîtalîst rexne kir û wiha got: “Parazvanên modernîteya kapîtalîst her cure mêtingerî, paşverûtiyê ji xwe re mubah dibînin û diziya wan a herî mezin ew e ku şexs ji civakê qut dikin û didizin. Dixwazin nîjadeke xwedî yek reng, yek ziman û yek çand biafirînin û li ser esasê şibandina hevçerxa xwe dizivirînin. Derdê parazvanên pergala modernîteya kapîtalîst azadî û demokrasî nîn e, kaosên civakî derdixin û bi polîtîkayên xwe, dawiya xwe tînin. Nemaze jî civaka Kurd parçe dikin, her cure zilma li ser Kurdan rewa dibînin, ji ber ku dizanin gelê Kurd girêdayî heqîqeta azadiyê û nirxên xwe ye û tu caran dev ji berxwedanê bernade. Bi zexeliyê tevahiya civakê parçe dikin, lê divê were zanîn ku nirxên civakî yên gelê Kurd pir zexm in û hilnaweşin.”

Girtiyên siyasî diyar kir ku AKP û MHP tehemula Kurdan û nirxên Kurdan nakin û wiha hat gotin: “Parêzvanên pergala modernîteya kapîtalîst bi destê xwe zindana Îmraliyê ava kir û ev yek jî karakterê wan radixe ber çavan. Li zindana îşkenceyê ya Îmraliyê rêberê me di tecrîdeke giran de ye û heman zîhniyet û nêzîkatî îro jî dewam dike. Faşîzma AKP û MHP’ê tehemûlî Kurdan û nirxên Kurdan nake û pir aşkera polîtîkayên îmha û înkarê dimeşîne. Ji bo tecrîda li ser rêberê me bi dawî bibe, li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê berxwedana rûmetê bi pêş dikeve, beden dimirin û nedîtin û nebihîstina vê tê wateya ji însanbûnê dûrketinê. Wek girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ji bo tecrîda li ser Rêbertiya me û gelê me were rakirin, em 134 roj e di greva birçîbûnê de ne û ev biryara me xewa faşîzmê diherimîne.”

‘Berî her tiştî divê tecrîd rabe’

Girtiyan da zanîn ku pêngava ‘Em faşîzmê hilweşînin, tecrîdê bişikînin û Kurdistanê azad bikin’ bi grevên birçîbûnê hatiye destpêkirin û li ser xeta berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê dewam dike û wiha hat gotin: “Komara Tirkiyê li gorî qanûnên ku diyar kirine, tev nagere û ev jî tê wê wateyê ku ev komar rewa nîn e. Welat bûye qurbana rejîma yek zilam, behsa mayîndetiya (beka) xwe dikin lê di esasê xwe de dixwazin mayîndetiya îktîdara xwe biparêzin. Ger wezîrên dewletê û Meclisa Gel a Mezin a Tirkiyê (TBMM), di mijara demokratîkbûna Tirkiye û çareseriya pirsgirêka Kurd de samîmî bin, bila beriya her tiştî tecrîda li ser Rêbertiya me bi dawî bikin û şertê jiyana azad û xebatê ya Rêbertiya me were afirandin.”

Girtiyan bi bîr xist ku bi hezaran girtî li zindanan di grevê de ne, helwesta Wezareta Dadê û TBMM’ê rexne kirin û wiha gotin: “Li zindanan bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne, Wezîrê Dadê têkildarî mijarê gotinekê nabêje û ev yek bêedaletî ye. Serokê TBMM’ê bi parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven re têkilî danayne û bi vî rengî gel û îradeya gel nas nakin. Deklarasyona ku ji aliyê me ve hat ragihandin li gorî makeqanûnê ye û li welat kesên jixwe re dibêjin çepgir, sosyalîst, demokrat, rewşenbîr, nivîskar, sazî û partî li deklarasyona ku ji aliyê me ve hatiye aşkerakirin xwedî dernakevin û ev yek mirovan diêşîne.”

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê diyar kir ku asta berxwedanê pêleke din jî bilind dikin û dest bi rojiya mirinê dikin û wiha hat gotin: “Li ser vê esasê em çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li dijî kesên ku li hemberî mirovan rêzgirtin û hesasiyeta wan nemaye asta çalakiya xwe bilind dikin û em ji hemû raya giştî re radigihînin ku ji 30’ê nîsanê pê ve em dest bi rojiya mirinê dikin. Wekî girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê û wekî şopdarên Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê, em ê çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi awayekî rêxistinkirî û bi koordîne bimeşînin. Li ser vê esasê ji bilî hevalên me yên ku navê wan li jêr hatine aşkerakirin dê hevalên din greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bidomînin. Me berê jî ji raya giştî re aşkera kiribû ku ger xalên deklarasyona me bikevin meriyetê û bênavber ev xal pêk bên, em ê greva birçîbûnê bi dawî bikin. Divê were zanîn ku em nahêlin kesek biryariya berxwedana me biceribîne. Ji bo xalên deklarasyona me bikevin meriyetê û ji bo rakirina tecrîdê ger samîmî bin, muxatabê wan li zindanan em û pêşenga berxwedanê parlamentera me ya hêja Leyla Guven e.”

Girtiyên siyasî bang li hemû girtiyan kir ku li ser esasê birêxistinbûnê tev bigerin û bi şexsî tev negerin.

Navên 15 girtiyên ku sibê dê dest bi rojiya mirinê bikin wiha ne;

Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê; Nesrîn Akgul, Şukran Aydin, Zozan Çîçek.

Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê; Ardil Çeşme, Asli Dogan.

Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê; Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bulut, Erol Çelîk.

Li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê; Engîn Akhan, Enver Durmaz, Ahmet Topkaya, A. Haluk Kaplan û Ferhat Turgay.

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê bi van gotinan daxuyaniya xwe bi dawî kir: “Pêwîst e were zanîn ku di vê pêvajoyê de li hemberî zextên faşîzmê em tu caran dev ji berxwedanê bernadin. Em li hundir li ber xwe didin, em ê li ber xwe bidin û bi baweriya ku bi berxwedanê em ê bi ser bikevin, em bedena xwe datînin holê. Tiştên ku hinek kes bi darê zorê dikin, em bi evîneke mezin pêk tînin. Em dizanin ku mifteya jiyana azad û demokratîk rêber Apo ye. Ji ber vê yekê em bang li hemû gelê xwe dikin ku li Rêbertiyê xwedî derkevin. Em bang li hemû demokrat, rewşenbîr û akademîsyenan dikin ku li hember faşîzmê li ber xwe bidin. Ên ku qîrîna me nabihîzin û nabînin bila însanbûna xwe lêpirsîn bikin. Em ê berxwedana xwe bi serkeftinê tacîdar bikin û teqez em ê bi ser bikevin.”