Rojnameya Ronahî

Li Efrîna dagirkirî revandin û parçekirin

Di ser dagirkirina kantona Efrînê û binpêkirinên derzagonî re bêyî ku tu alî sînorekî jê re deynin, salek derbas bû. Azarên herî zêde ku sivîlên li Efrînê dikêşin, rewşên revandinê yên bênavber in.

Li gorî çavkaniyan da zanîn ku 24 sivîl ji gundên Efrînê di demên cuda de di meha Nîsanê de hatine revandin.

Di hefteya borî de 10 sivîl, di nav de jin jî hene, ji gundê Gemrûkê yê navçeya Mabeta hatine revandin. 4 ji wan piştî ku pere wek fîdye dan çeteyên dagirkeriyê, hatin berdan. Navên kesên ku hatine revandin wiha ne: Mihemed Îbrahîm, Hemdûş Îbrahîm, Cîhad Îbrahîm Hesen, Mihemed Nasîf Mistefa, Mihemed Îbrahîm Îsmayîlî Şiyar Mihemed, Ekrem Hesen Mihemed (60), Fîdan Şêx Hemade, Ebdo Hemo û Cîhan Seydo Reşîd.

Li aliyekî din jî şêniyê bi navê Şiyar Îbiş Elî (35) ji gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê hate revandin û hê jî çarenûsa wî ne diyar e. Her wiha ciwanên bi navên Cîhad Mihemed Şeiban, Elî Nezmî Horo û Mihemed Xelîl Uto ji gundê Badîna yê navçeya Mabata hatin revandin.

Li navenda navçeya Mabata beriya 2 rojan Elî Soran Hemo, Mihemed Elî Şêxo Rehmo, Xebat Husên Bekir, Serbest Kalo Îbrahîm û Husên Qiroke hatin revandin û ber bi cihekî nediyar ve hatin birin.

Hê jî çarenûsa 5 sivîlên ji navçeya Mabata ji 7 mehan ve ne diyar e û navên wan wiha ne: Her du bira Hisên (58) û Enwer Mihemed (39), 2 birayên din Xelîl (35) û Bekir Abdîn Hebeş (32) û Eslan Bêrem Sîno (33).

Hilkirina daran

Ji dema dagirkirina Tirk û çeteyên wê ji kantona Efrînê re, kiryarên li dijî xwezayê jî didomin. Dagirker darên zeytûnan, darên li derdorê hildikin û daristanan dişewîtinin.

Çavkaniyên herêmî diyar kir ku çeteyên dagirkeriya Tirk 100 darên zeytûnê yên şêniyên bi navên Hemîd Mihemed Osman û Mihemed Rifat Henan ên ji gundê Avrazê, hilkirine.

Li aliyekî  din jî dermanfiroş jî rastî şantaj û diziyê tên û her meh divê 50 hezar lîreyê Sûriyê bidin.

Di çarçoveya avakirina dîwarê parçekirinê li derdora kantona Efrînê de û yê ku ji gundên navçeyên Şera û Şêrawa dest pê dike (Mêremîn, Cilbirê û Kîmarê), dagirkeriya Tirk kolanadina xendek û lêkirina dîwar didomîne.….ANHA