Rojnameya Ronahî

` berxwedana Leyla Guven berxwedaneke dîrokî ye’

Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven çalakiya xwe ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomîne. Heman demê de çalakiyên greva birçîbûnê di girtîgehên Tirkiyê de jî didome.

Şêniyên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne nêrîn û hestên xwe girêdayî berxwedana Leyla Guven û hevalên wê rave kirin.

Şêniyê bi navê Kawa Mehmûd got: “Berxwedana Leyla Guven li gorî me berxwedanek dîrokî ye û ji bo tevahiya gelê Kurd gavek dîrokî ye. Wek şêniyên Efrînê em berxwedana Leyla Guven û hevalên wê silav dikin. Hevalan, heya ku bighêjin armanca xwe di rakirina tecrîdê de mirin jî dane pêşiya xwe.”

Şêniya bi navê Leyla Bedrî teqez kir ku jinên Efrînê berxwedana Leyla Guven û tevahiya hevalên wê yên çalakgerên greva birçîbûnê li gelê Kurd, şehîdên azadiyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin.

Leyla destnîşan kir ku ew heya rakirina tecrîdê  dest ji daxwaza xwe bernadin.

Jina bi navê Xalîde Koçer jî got: “Divê rêxistinên navdewletî zextê li Tirkiyê bikin da ku tecrîdê bi dawî bike.”

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven di 8`ê  Mijdara 2018`an de dest bi greva birçîbûnê kiriye.….ANHA