Rojnameya Ronahî

Berxwedana Serdemê bû mijara 13 pirtûkan

Idrîs HENAN

Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Efrînê berxwedana serdemê ya 58 rojan ya li Efrînê kirin mijara 13 pirtûkan. Kesên ku pirtûk nivîsandine diyar kirin ku bi berxwedana xwe wê gelê Efrînê careke din vegere ser axa xwe. Nivîskaran gotin, “Nivîsandina dîroka lehengiyê ya Kurdan divê bibe erka her nivîskarekî.”

Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Efrînê berxwedana serdemê ya 58 rojan ya li Efrînê kirin mijara 13 pirtûkan.
Ji bo danasîna pirtûkan di roja 23yê Adarê de li Kampa Serdemê şahiya îmzekirina pirtûkan hate lidarxistin.
RASTIYE BERXWEDANÊ NIVÎSANDIYE
Biçûktirîn nivîskar Xelîl Mûsa pirtûka “Rastiya Efrînê” nivîsandiye. Mûsa derbarê pirtûka xwe de got: Min hewl daye di pirtûka xwe de rastiye şerê li Efrînê rûdaye vebêjim. Her wiha xweza, jiyan di serdema şer û êrişan de û qonaxa piştî wê min nivîsandiye. Mûsa di pirtûka xwe de hemû kêliyên berxwedana gelê Efrînê di herdu qonaxên Berxwedana Serdemê de nivîsandiye û hestên xwe bi “Rastiya Efrînê” re wergerandiye. Mûsa di pirtûka xwe de baweriya vegerê jî gotiye û di vê babetê de got: Ger ne îro be, wê sibe be. Bi saya berxwedana gelê me vegera me misoger e.
CIVAK TIYÊ RASTIYÊ YE
Derhênerê şano Mihiyeldîn Erselan di nava cildên “Xeltika Reş” de du şano nivîsandine. Şanoya “Êş” di damezirandina mehrîcana Mîtan li Efrînê de hatibû pêşkêşkirin. “Xeltikên Reş” jî beşdarî Festîvala Yekta ya şanoyê bûye. Erselan derheqê berhema xwe de got: Civaka me tiyê rastiyê ye. Şano jî navgîna herî bi bandor a têgihaştina rastiyan e. Min bi şanoyên xwe rastiya plangeriya li dijî gelê me vegotiye. Her wiha hestên ku di herdu qonaxên berxwedanê de hatine jiyîn di beşên şanoyê de tên hîskirin.
BI PÊNÛSÊ EM HENE
Nivîskar Merwan Berekat li ser berxwedana YPG û YPJ li Çiyayê Parse Xatûnê ya 2014an romana bi navê “Pakrewanekî Kurd” nivîsandiye. Berekat got: Gelê Kurd li dijî hewldanên tunehesibandin û qirkirinê bi pênûsa xwe dibêje em hene. Wêje neynik, rast û şaristaniya mejiyê gelan e. Nivîskarê xwedî ezmûn Merwan Berekat tekez kir ku; gelekî girînge em piştgiriya nivîskarên nifşa nû bikin ku bi riya wêje asta xwdîderketina li ziman bilind dikin. Berekat dîsa Pirtûka “Berxwedinistan” a keça xwe Medya Berekat pêşkêş kir. Medya jî bi pirtûka xwe ya yekem berxwedana Efrînê vegotiye. Berekat şanaziya xwe anî ziman û got: Ji ber ku nivîskara nifşa nû ye, ji xwe pirtir ez bi keça xwe serbilind im.
LEHENGIYA DU MEHAN VEGOTIYE
Kewser Hesen ku bi zimanê Erebî pirtûka bi navê “hekeye Elyesemîn” ango “Çîrokên Jasemînê” nivîsandiye got: Bi “Çîrokên Jasemînê” min hewl daye berxwedana bajarê xwe li ser rûpelên êşê binivîsim. Kewser soz da ku wê pirtûka xwe ya duyem bi zimanê xwe yê zikamakî li Efrîna rizgarkirinî îmze bike.
“Efrîn Name” jî pirtûka Zozan Mihemed e. Zozan derbarê romana xwe de dibêje: Min hewl daye bi riya nivîsandina romanê hestên xwe derbirînim. Berxwedana du mehan bi lehengiya mamosteyeke zimanê kurdî nav cildên romanê te hatiye vegotin. Zozan hevalên xwe yên şehîd bi bîr anîn û got; Ger niha nav me de bûna wê bi me serbilind bûna. Berhema min di encama fedayetiya wan de ronî dîtiye.
TÎP TÊRA VEGOTINA BERXWEDANÊ NAKIN
Hemûdê Ebdo jî pirtûka bi navê “Strana Berî Xewê” nivîsandiye. Ebdo di vê derbarê de ev tişt anî ziman: Dîroka kurdan tije komkujî, êş û azar e. Ti roman têra vegotina vê dîrokê nakin. Li beramberî wê jî ti alîfbayek têra vegotina berxwedana Kurdan nake. Ebdo bi “Strana Berî Xewê” hewl daye parçeyek berxwedana Efrînê bihûne û rastiya ku qewimiye bi riya wêjeyê belge bike.
Nivîskar û dengbêjê Efrînê Mihemed Welîd bi mebesta parastina çanda Kurd û sererastkirina dîrokê pirtûka bi navê “Di Bin Siya Evînê De” nivîsandiye. Di Pirtûka Welîd de komek ji stranên dengbêjiyê li gorî cografyayê hatine komkirin. Welîd di vê mijarê de got: Her dijminê me çand û kelepûra kurdan diziye û ji xwe re kiriye mak. Min bi pirtûka xwe hewl daye kevneşopiya Kurd li ser kokên resen zindî bikim.
QEHREMANTIYÊ EM KIRIN NIVÎSKAR
Mihemed Biko jî bi zimanê Erebî pirtûka bi navê “ Elhîwar Elexîr” ango “Danûstandina Dawî” weke berhema yekemîn nivîsandiye. Biko derheqê berhema xwe ya wêjeyî de got: Qet rojekê ne difikirîm bibim nivîskar. Lê erka ku pakrewanên Efrînê daye ser milê me hiştiye ev pirtûk derkeve. Peywira her ferdekî ye ku dîroka qehremantiya gelê Efrînê binivîse.
PIŞTGIRIYA 50 NIVÎSKARÊN NAVNETEWEYÎ
Hêjayî gotinê ye ku ji berhemên Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê du pirtûkên hevbeş jî hebûn. Pirtûka bi navê “Vedenga Lêlûnê” ji berhema wêjeyî ya komek nivîskarên Efrînê ye. Pirtûka bi zimanê Erebî ya bi navê “Qesaid Elzeytûn” ango “Helbestên Zeytûnê” bi destê zêdeyî 50 nivîskarên navneteweyî yên Asya, Ewrûpa û Efrîqyayê hatiye nivîsandin. Hemû nivîskarên Efrîn û yên navneteweyî 13 pritûkên xwe di ahenga îmzeya pirtûkan a ku li navenda Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê li Kampa Serdem lidarketiye de, diyarî malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê kirin.

kitty core gangbang LetMeJerk tracer 3d porn jessica collins hot LetMeJerk katie cummings joi simply mindy walkthrough LetMeJerk german streets porn pornvideoshub LetMeJerk backroom casting couch lilly deutsche granny sau LetMeJerk latex lucy anal yudi pineda nackt LetMeJerk xshare con nicki minaj hentai LetMeJerk android 21 r34 hentaihaen LetMeJerk emily ratajkowski sex scene milapro1 LetMeJerk emy coligado nude isabella stuffer31 LetMeJerk widowmaker cosplay porn uncharted elena porn LetMeJerk sadkitcat nudes gay torrent ru LetMeJerk titless teen arlena afrodita LetMeJerk kether donohue nude sissy incest LetMeJerk jiggly girls league of legends leeanna vamp nude LetMeJerk fire emblem lucina nackt jessica nigri ass LetMeJerk sasha grey biqle