Cîgirê serokê hikumeta başûrê Kurdistanê Qubat Telebanî li ser serkeftina QSD’ê ya bi dawî anîna çeteyên DAIŞ’ê daxuyaniyek nivîskî da. Telebanî şervanên QSD’ê, pêşmerge û hemû gelê Kurd pîroz kir.
Şervanên QSD’ê li Dêrazorê dawî li çeteyên DAIŞ’ê anî. Piştî serketina QSD’ê ji seranserê cîhanê peyamên pîrozbahî û kêfxweşiyê hatin. Li ser têkçûna DAIŞ’ê ji aliyê şervanên QSD’ê de Cîgirê Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Qubat Telebanî daxuyaniyek nivîskî da.
Telebanî di destpêkê de got; “Kêfxweşiyek mezine ku rêxistina terorîsta a herî mezin ya cîhanê li ser destê Kurdan û hevpeymanên wê hat têkbirin.”
Di daxuyaniya Telebanî de wiha hat gotin; “DAIŞ di sala 2014’an de derket û di demek nêzîk de gelek beşên xaka Iraq û Suriyê kontrolkir. Di wê demê de tenê hêza pêşmergeyên Kurdisatn û şervanan bûn ku bi çekên sade, lê bi îradeyek bi hêz hemberî wan derketin. Cara yekem jî DAIŞ li ser destê Kurdan û bi alîkariya hevpeymana navnetewî li navçe û bajarên Başûrê heya digihe Kobanê şikest. Şikestina dawî ya DAIŞ’ê carek din li ser destê keç û xortên Kurdan û hevpeymanê li Baxozê bû.”
Telebanî di dewama daxuyaniya xwe de got ku divê niha hemû cîhan ji peyama Kurdan têbigihêje ku peyama aştî û demokrasîxwaziyê ye. Daxuyanî wiha dewamkir; “Kurdan bi xwîna nêzîkî 2 hezar pêşmerge, 11 hezar şervan û zêdetirî 30 hezar birîndar ev serketin ji bo cîhanê aniye. Ji bo vê pêwîste civaka navnetewî di alîkarîya ji bo Kurdan berdewam bike. Her çendî ku DAIŞ li ser xakê xilas bûye, lê hîn jî ji bo aramiyê metirsiye.”
Qubat Telebanî di dawiya daxuyaniya xwe de serketina şervanên QSD’ê li hemû Kurdan pîroz kir. Telebanî got; “Silav ji bo pêşmerge û şervanên çeleng.”