Rojnameya Ronahî

Heta ku tecrîd û faşîzm têk biçe wê berxwedan dewam bike

Di pîrozbahiya Newrozê de ya li Bakirkoyê ya Stenbolê komîteya amadekar û girtiyên siyasî biryardariya xwe ya li ser şikandina tecrîdê û bidawîkirina faşîzmê nîşan dan.

Newroza li Qada Bazarê ya Bakirkoyê ya li Stenbolê bi dirûşmeya ”Em ê bi mîsogerî bi ser bikevin, tecrîdê bişkînin” hat pîrozkirin.

Li Newroza Stenbolê peyamek hevpar hat dayîn û wiha hat gotin: “Tişta dikeve ser milê me ji bo em tecrîdê bişikînin, em biryardariya kesên bedena xwe dane ber birçîbûnê girsettir bikin.” Girtiyan jî di peyama xwe de got heta tecrîd ranebe dê dest ji çalakiya xwe bernedin.

Newroza Stenbolê ya bi şîara “Em ê teqez bi ser bikevin û tecrîdê bişikînin” bi coşek mezin hat lidarxistin. Metna hevpar a ku ji aliyê Komîteya Amadekar a Newrozê ve hatibû amadekirin hat xwendin.

‘HETA TECRÎD Û FAŞÎZM TÊK BIÇE BERXWEDAN’

Di metna Kurdî de wiha hat gotin: “Em tecrîdê bişîkinin. Faşîzmê têk bibin. Em li dijî faşîzmê hêrsa xwe bikin agirê Newrozê. Îro em bi sed hezaran kesên li vir kom bûne li dijî zilm û faşîzma AKP-MHP’ê ne. Cejna hemû gelên bindest a Newrozê pîroz be. Faşîzma AKP-MHP’ê ji şer, xwîn rijandinê û zilmê re razemeniyê dike.  Em ê zilma li ser cenazeyên Zulkuf Gezen û Ayten Beçet û gelek hevalên xwe din ji bîr nekin. Em kok, şax û pelên herî kevnare yên vê axê ne. Faşîzm tenê pirsgirêka we ya bekayê ye. Zivistana dijwar belav bû û em gellek nêzî biharê ne. Bi milyonan kesên qadên Newrozê tije kirin hemûyan bi yek dengî got ‘em hemû Leyla ne.’ Em ê faşîzmê ji hev parçe bikin, tecrîdê bişikînin û rojên xweş li pêşiya me ne. Tişta dikeve ser milê me ji bo em tecrîdê bişikînin, em biryardariya kesên bedena xwe dane ber birçîbûnê girsettir bikin.

‘HETA TECRÎD RANEBE WÊ BERXWEDANA WEK AGIRÊ NEWROZÊ GEŞ BIBE’

Nameya girtiyên di greva birçîbûnê de ne jî hat xwendin. Nameya girtiyan wiha ye: “Newroz berxwedana bihara gelan e û navê qîrîna berxwedanê ye. Em di zîndanan de bi coşa geşkirina agirê Newrozê dijîn û li ber xwe didin. Heta tecrîd neyê şikandin wê tu kes nikaribe çalakiya me bişikîne û wê bu ruhê agirê Newrozê geşttir bibe. Rê û rêbaza demokratîkbûna Tirkiyê Birêz Abdullah Ocalan bi xwe ye. Heta konsepta li ser Birêz Abdullah Ocalan neyê şikandin tê çalakiya me bidome. Tekane rêya şikandina vê konsepte di rakirina tecrîdê de derbas dibe. Heta tecrîd parçe nebe û ranebe wê berxwedana me bi biryardarî berdewam bike. Em ê bi bîranîna hevryên me Zulkuf Gezen, Ugur Şakar, Ayten Beçet şehîdên pêvajoya berxwedana me yên ewil in bigîhijin xeta serkeftinê. Em ê girêdayî bîranîna hevrê Zulkuf, Ugur, Ayten bimînin.”