Rojnameya Ronahî

Emê herêmên dagirkirî jî rizgar bikin

Meclisa Jinan a Minbicê serkeftina QSD`ê li dijî çeteyên DAIŞ`ê pîroz kir.

Meclisa Jinan a Minbicê û gundên wê  daxuyaniyek da û serkeftina QSD`ê li dijî DAIŞ`ê pîroz kir.

Bi dehan jinên di saziyên di bin sîwana meclisê de kar dikin, li hola lîstokan a li ser rêya Cerablusê li bajarê Minbicê, kom bûn û li wir daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê berdevka fermî ya Meclisa Jinan Ibtîsam Ebdulqadir ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Bi hatina cejna Newrozê mizgîniyên mezin hatin dayîn. Weke Meclisa Jinan a Minbicê û hemû jinan em rizgarkirina Dêrazorê li gelê wê pîroz dikin û taybet jinên ku li dijî dijmin sekînin û destanên lehengiyê nivîsandin.

Bi vê vîn û rihî, DAIŞ li Kobanê, Serêkaniyê, Minbic, Tebqa, Reqa û îro jî Dêrazorê têk çû û roja azadiyê careke din vegeriya.

Rêya jinên azad an şehadet an jî serkeftin e, têkçûna DAIŞ`ê hêz û îradeyê dide me ku em rêya tekoşînê dewam bikin da ku Efrîn, Bab û Cereblusê ji dagirkeran rizgar bikin.

Ev serkeftin bi saya lehengiya bi hezaran şehîdan û birîndaran pêk hat.

Silav ji şervanên duh û şehîdên îro re, xeyalên wan pêk hatin û DAIŞ bi dawî bû.”