Rojnameya Ronahî

Divê partiyên Kurd xwe nekin hembêza dagirkeran

Dilawer Zengî destnîşan kir ku ji derveyî ENKS’ê gelek partiyan navendên xwe vekirine û got: “Êdî veger ji vî karî tune ye û pêwîst e ev proje bi ser bikeve. Xeta me ya sor ewlekariya neteweyî ya kurd e.”

Di çarçoveya xebatên KNK-Rojava yên qonaxa yekem û duyemîn de, berdevkê Komîteya Têkiliyên Dîplomasiyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) şaxê Rojava Dilawer Zengî axivî û got: “Partiyên ku li dijî yekitiyê disekinin, wê gel lêpirsinê ji wan bixwaze.”

Zengî diyar kir ku di encama qonaxa yekemîn ya KNK`ê de 28 partiyan banga yekitiyê erê kiriye lê belê ENKS û Pêşverû tu biryara yekitiyê nedaye. Zengî tekildarî van partiyan ev tişt got: “Bi gelek hewldanan me xwest em bi ENKS`ê re rûnin û serlêdanê bikin. Endamê Komîteya KNK Sileyman Îlyas serdana ENKS`ê kir, lê wan tu bersiv neda me. Partiya Pêşverû jî heya niha piştgiriya me nekiriye. Li hemberî van tiştan jî me deriyê nîqaş û danûstandinê li hember van partiyan negirtiye.”

Zengî têkildarî vekirina navendên partiyan ên bêruxsatkirî û berdana girtiyên siyasî ev agahî dan: “Gelek partî navendên xwe li herêma Firat û Cizîrê vekirin. Tenê ENKS`ê heya niha tu navendên xwe venekirine. Bi rêbazeke fermî tu navên girtiyên siyasî jî nedane.”

Zengî destnîşan kir ku biryara siyasî yên partiyên Kurd heger di destê wan de be wê heyrana yekitiya tevgera siyasî bin û got: “Hin partiyên kurd di nav de ENKS`ê biryara xwe ji derveyî Rojava ye Kurdistanê digrin. Pirsgirekên xwe nikarin di nav bajarê Qamişlo de çareser bikin. Pêwîst e bajarê Qamişlo bibe peytaxta çareseriya biryarên siyasî. Partiyên ku li dijî yekitiyê disekinin, wê gel lêpirsinê ji wan bixwaze.”

Zengî da zanîn ku KNK`ê li ser asta Kurdistanê ji 46 partiyên siyasî pêk tê û got: “KNK`ê ne rengek tenê, ne jî giredayî partiyekê ye. Gelek kesên rewşenbîr, siyasetmeder, ronakbîr tê de cih digrin. Tu cudahiyê em naxin navbera partiyan. Lê xeta me ya sor ewlekariya neteweyî ya kurd e û pêwîst e tu kes vê xetê derbas neke. Ne ji mafê tu partiyên kurd e ku li ser navê kurdayetiyê tev bigerin, xwe bixin hembêza dagirkerên Kurdistanê û rê li pêşiya êrîşan vekin.”

VEGER TUNE YE

Zengî bal kişand ser pêwîstiya qonaxa duyemîn a KNK`ê û wiha axivî: “28 partiyên siyasî li kêleka Komîteya KNK`ê li hev civiyan. Di civînê de biryarên dîrokî hat dayîn. Yek ji wan biryaran e ku veger ji vî karî tune ye û pêwîst e ev proje bi ser bikeve. Komîteya Siyasî û Komîteya Dîplomasiyê hatin avakirin. He wiha serdana partiyên siyasî yên ku nehatine, bên kirin û serledana saziyên civaka sivîl didome.”

Dilawer Zengî di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku di demek nêz de KNK wê kongreyekê li dar bixe û got: “Hemû partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, kesayetên serbixwe beşdar bibin. Têkildarî kongreyê komîteya siyasî belgeyên lêvegera siyasî amade dike.”…ANHA