Rojnameya Ronahî

Niha jî dora rizgarkirina Efrînê ye

Li Girê Spî bi beşdariya hezaran kesî Newroz bi dirûşma “Bi rihê Newrozê tecrîdê bişikînin û Efrînê rizgar bikin” hat pîroz kirin.

Bi durûşmeya “Bi rihê Newrozê tecrîdê bişikînin û Efrînê rizgar bikin” Newroza 2019an li Girê Spî bi beşdariya hezaran kesî li parka Giştî ya li Çerxerêya El Elem hat pîrozkirin.

Di pîrozbahiyê de Hevserokên Meclisa Kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl û Hemîd Ebid axivîn û Newroz û serkeftina li dijî çeteyên DAIŞ’ê pîroz kirin.

Hevserokên meclisê silav li berxwedana grevên birçîbûnê, di serî de ya Leyla Guven kir û piştgiriya xwe bi çalakgeran re ragihandin. Di axaftinan de hate gotin ku berxwedan wê berdewam bike, heta bajarê Efrînê ji dagirkerî û çeteyan bê rizgarkirin.

Bi navê  Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hevseroka Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid jî axivî û Newroz li welatiyan pîroz kir û got: “Şadiya me îro du ne, yek Newroz e û ya din jî serkeftina li dijî çeteyên DAIŞ’ê ye.”

Bêrîvan wiha dewam kir: “Hêjatirîn şadî û serkeftin ên malbatên şehîdan in. Vê rojê li wan pîroz dikin û dibêjin em deyndarên wan û zarokên wan ên şehîd in. Soza berdewamkirina berxwedanê heta rizgarkirina tevahî xaka Sûriyê didin.”

Bêrîvan destnîşan kir ku wê berxwedan û têkoşîn heta rizgarkirina Efrînê ji çeteyên dewleta Tirk ên ne kêmtirî xetereya DAIŞ’ê ne, dewam bikin.

Di dawiyê de Bêrîvan Xalid got şahî û kêfxweşiya din wê bi rizgarkirina bajarê Efrînê be û gava duyem piştî ragihandina serkeftina têkbirina DAIŞ’ê, rizgarkirina bajarê Efrînê yê dagirkirî ye.