Rojnameya Ronahî

Gêrîla li Mêrdînê lê da , 6 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA Starê li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê li leşkerên derketin operasyonê xistin. Di çalakiyê de 6 leşker hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn. 3 gerîlayên ku heta fîşeka dawî şer kirin şehîd bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand.

LI MÊRDÎNÊ 6 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Daxuyanî wiha ye:

“Sibeha 18’ê Adarê artêşa TC a dagirker li qada gundê Roverê ya li navçeya Kerboran a Mêrdînê dest bi operasyonê kir. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de hêzên me heman rojê li dijî leşkerên derketin operasyonê çalakiyek pêk anîn. Hêzên me li yekîneyeke operasyonê xistin û di encama derbên giran de 6 leşkerên dijmin hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn. Di vê çalakiyê de hevalê me Rêzan ê bi lehengî li dijî leşkerên dijmin şer kir şehîd bû.

HETA FÎŞEKA DAWÎ BI RENGEKÎ FEDAYÎ LI BER XWE DAN

Piştî çalakiyê di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran qewimî. Hevalên me Rêber û Dilxwaz ku heta fîşeka dawî li dijî yekîneyên dijmin bi rengekî fedayî şer kirin, piştî ku derbên giran li yekîneyên dijmin xistin ku gelek kuştiyên dijmin çêbûn, ji bo êsîr nekevin destê dagirkeran bombeyên xwe bi xwe ve teqandin û tevlî karwanê şehîdan bûn.

Bi gelek helîkopterên Skorsky leşkerên mirî û birîndar piştî şer ji qada operasyonê hatin birin. Operasyon hîn jî bi piştevaniya yekîneyên veşartî didome. Agahiyên berfireh ên li ser nasnameya hevalên me yên şehîd bûne wê piştre bi raya giştî re werin parvekirin.

ÇALAKIYÊN GERÎLA YÊN BI FIROKEYÊN BÊ MIROV

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me 22’ê Adarê saet 16:00 li navçeya Şemzînan a Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Şehîd Ronahî bi firokeyên bê mirov çalakiyek pêk anîn. Çalakî li dijî qereqolê, çeper û stargehên wê hate kirin. Hejmara leşkerên hatin kuştin û birîndar bûn nehate eşkerekirin.

Di çarçoveya pêngava şoreşgerî de 23’ê Adarê saet 15:00 li dijî dagirkerên li Alaya Rûbarok û Girê Şehîd Ronahî yên li Şemzînanê, hêzên me bi firokeyên bê mirov çalakiyek pêk anîn. Hejmara leşkerên di çalakiyê de hatin kuştin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.

LI SÎDEKANÊ BOMBERDÛMANA BALAFIRÊN ŞER

23’ê Adarê saet 15:30’î balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li Girê Kevortê yê herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê barandin. Ji ber bomberdûmanê zerar negihişt hêzên me.”