Rojnameya Ronahî

Divê Kurd dersekê bide tifaqa faşîst

Partiya Îslamî ya Kurdistan (PÎK) diyar kir ku tifaqa AKP-MHP tifaqekî faşîste û li dijî Erdogan bang li her kesê kir ku dengê xwe bidin HDP’ê.

Serokê Giştî yê Partiya Îslamî ya Kurdistan (PÎK) Hîkmet Serbilind daxuyaniyek nivîskî weşand û got; “Tifaqa antî Kurd ya faşîst a AKP-MHP’ê dîsa gelê Kurd weke dijmin nîşandaye û divê gelê Kurd dersekê bide Erdogan.”

‘GELÊ KURD DIVÊ DERSEKÊ BIDE ERDOGAN’

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk li ser hemû gelê Kurd tecrîdê pêk tîne û wiha hate gotin;

“Divê gelê Kurd di vê hilbijartinê de li dijî tifaqa şer AKP-MHP’ê li gorî têgiha yekîtiya netewî û biratiyê tevbigre. Divê em îradeya xwe bi azad bikarbînin û gelê xwe biparêzin. Ev jî tenê bi yekîtiya siyasî û netewî pêkan e. Divê gelê Kurd dersekî rast a Îsalmî bide Erdogan. Di vê hilbijartinê de li dijî tifaqa antî Kurd ya faşîst a AKP-MHP’ê tifiqa Kurd a dibin sêwana HDP’ê de hêviyê dide me.

Em daxwaz ji gelê Kurd dikin ku li dijî vê tifaqa şer-faşîst biçin ser sindogan û dengê xwe bidin HDP’ê.”