Rojnameya Ronahî

Divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin

Sekreterê Neteweyî yê Partiya Komunîst a Fransa (PCF) û Senetor Pierre Laurent, zextên li dijî Kurdan bir rojeva Komîsyona Têkiliyên Karê Derve yê Senetoyê.

Senetor Pierre Lanurent bi taybet bal kişand ser zextên beriya hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê ya li ser HDP’ê, girtin hilbijêran, girtin, astengiyên li pêşiya kampanyayên HDP’ê bibîr xist.

Leurrent got: “Gelê Kurd û Tirk ên ji bo naskirina mafê Kurdan ên çandî û siyasî têdikoşin bi awayekî sîstematîk zext li ser tên kirin.” Leurent îşaret bi hatina dema herî tarî yên dîroka Tirkiyê rûdayîne kir.

Laurent ê bang li Serokkomar Emmanûel Macron û Wezîrê Karê Derve Jaean-Yves Le Drian kir, ji bo berdana Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Selaheddîn Demîrtaş divê Fransa bikeve nava hewldanan.

Senetorê Komunîst daxwaza destekê ji bo Abdullah Ocalan hemû girtiyên siyasî kir û got: “Hêzên PKK’ê li dijî rêxistina DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyê têkoşîneke xurt kirin; Êzidî jî di nav de bi hezaran jin û mêr ji mirinê rizgar kirin. Derxistina PKK’ê ya ji lîsteya rêxistinê yên terorîst ên Ewropa, wê rê li ber perspektîfên aştî ya Tirkiye û herêmê bide vekirin.”