Rojnameya Ronahî

Gerîla lê da: Herî kêm 3 leşker hatin kuştin

HPG’ê Îdirê li leşkerên artêşa Tirk xist. Li Çelê jî bi firokeyên bê mirov ên bombebarkirî çalakî li dijî alaya leşkerî û qereqolê hate lidarxistin. Hate ragihandin ku di çalakiyan de herî kêm 3 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Li Eyaleta Serhedê di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de hêzên me 20’ê Adarê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî pêk anîn. Li gorî vê yekê;

Hêzên me saet 14:00 li dijî leşkerên li qereqola Hirgovê ya Îdirê çalakiyeke sûîqestê kirin û di encamê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

Heman rojê hêzên me li leşkerên li çepereke li qereqola Axurî ya li Îdirê xistin. Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê leşkerên xwe yên mirî bi wesayitên zirxî ji herêmê derxist.

21’ê Adarê saet 05:40’î hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeper û stargehên li ser gir hatin reşandin, lê belê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

Hêzên me 20’ê Adarê saet 10:00 li dijî qeymeqamtiya Şemzînanê, alaya Rûbarokê û qereqola Zeytê bi firokeyên bê mirov ên bombebarkirî çalakî pêk anîn. Di van çalakiyan de ku firote li hedefan ketin, ziyana dijmin nehate tespîtkirin.”