Rojnameya Ronahî

Emê dagirkeriyê li Efrînê têk bibin

Ikbal BEDRAN

Salek di ser dagirkirina Efrînê re derbas bû. Lê vîna gelê Efrînê yên ku li Şehbayê li ber xwe dide, bi qasî mûyekî jî ne lebitiye. Roja 18 Adara 2019an de şêniyên Efrînê yên li Şehbayê bi meşeke girseyî berê xwe dan navenda leşkerên Rûsya li gundê Kiştearê. Gelê Efrînê ku dewleta Rûs bi destekdayîna dagirkirina Efrînê tawanbar dike di nameya ku dane berpirsên Rûs de xwest ku; Rûsya dest ji van kiryarên xwe berde. Li şûna dagirkeran li kêleka îradeya gelan bisekine. Şêniyên Efrînê tekez kirin ku; Eger dewleta Rûs di vê helwesta xwe de israr be û desteka faşîzma Tirk bike, wê Efrînî li dijî wê jî rabin. Her wiha gelê Efrînê carek din ji berpirsê Rûsan re diyar kirin ku; wê têkoşîna rizgarkirina Efrînê ya rewa bê navber dewam bike. Bi Rûsan û bê wan kesek nikare vîna gelê Efrînê ya vegerê bişikîne.

RÛSYA Û FAŞÎZM NIKARIN VÎNA ME TÊK BIBIN

Di vê derbarê de şêniyên Efrînê yên ku tevlî meşa girseyî bibûn ji rojnameya me axivîn. Gelê Efrînê ev roj weke roja reş pênase kirin û gotin: Em ê heya dawiyê girêdayî nirxên şehîdên Berxwedana Serdemê bin. Ti kes nikare vîna Efrîniyan bişikîne. Em ê bi ruhê Berxwedana Serdemê Efrînê rizgar bikin û dagirkeriyê têk bibin.

Dayîka Fatma Abdulezîz ku beşdarî meşa girseyî bibû got: Tevî ku salek di ser dagirkeriyê re derbas bûye lê kesek nikare Efrînê bi me bide jibîrkirin. Îro li pêşberî dunyayê û bi taybet Rûsyayê ku rê da dagirkeriyê em soza xwe ya vegerê dubare dikin. têkoşîna ku bi xwîna zarokê me muhir bûye, Rûsya û faşîzma Tirk nikarin rawestînin.

YPG Û YPJ WÊ EFRÎNÊ RIZGAR BIKIN

Dayîka Qudret Îbrahîm jî got: Hêviya me ya vegerê roj bi roj mezintir dibe. Israra me ya têkbirina faşîzmê jî bi qasî kîn û nefreta me ya li dijî dagirkeriyê bi coştir bûye. Baweriya me bi zarokên Efrînê yên berxwedêr heye ku wê rojek berê Efrînê rizgar bikin. Dayîka Qudret dawiyê de got: Çawa ku îro Leyle faşîzmê têk dibe, wê Efrîn jî bi heman ruhî pêşengtiya têkoşîna rizgariyê bike. Em welatê xwe ji neyar û biyaniyan re nahêlin.

Ji aliyê xwe ve pîrejina bi navê Zêneb Îbiş jî got: Heya ku YPG û YPJ hebin Efrîn bi dest de namîne. Em ê bi şervanên xwe re mil bi mil di çeperên berxwedanê de bisekinin. Em rê nadin ti aliyekî li ser hesabê xwîna gelê me planên xwe pêk bîne. Bila Rûsya baş zanibe eger dest ji vê helwesta xwe bernede wê gelê me li hemberî wê jî çek rake. Ji bo rizgarkirina Efrînê gelê li benda ti dengeyan nasekine. Têkoşîna rizgariya Efrînê wê dengeyan ava bike. Dawiyê de dayîka Zêneb ev tişt anî ziman: Bila Erdogan qet şa nebe, ax axa me ye, Efrîn Efrîna me ye. Bi îradeya jina azad a bi serpereştiya YPJ em ê rojekê berê Efrînê rizgar bikin û Erdogan têk bibin.

BI RUHÊ LEYLEYAN EM LI BER XWE DIDIN

Herdu jinên bi navê Emîne Şukrî û Emîra Bekir jî ev tişt gotin: Jin ji bo Efrînê can bê xwestin jî wê bidin. Ti carî meskenê bav û kalan ji dijmin re nabe mal. Jina Efrînê fena Leyle Guven çi jê bê xwestin amade ye bike. Emîne û Emîra di dawiyê de gotin: Em di serî de dewleta Rûsya di dagirkirina Efrînê de tawanbar dikin. Pêwîste Rûsya li xwe vegere û li şûna dagirkeran cihê xwe li kêleka têkoşîna adilane ya gelan bigire.

EM XWEDÎ HÊZ, FIKIR Û SEROK IN

Xedîce Qasim û Emîne Mihemed jî gotin: Tenê baweriya me bi hêza me heye. Îro Kurd gelekî xwedî hêz, fikir, raman û serok e. Ti carî pala xwe nade ti aliyekî derve. Rûs dibe kî dibe, baweriya me bi YPG, YPJ û QSD heye. axa bav û kalan ancax bi destê neviyan rizgar bibe. Xedîce û Emîne di dawiyê de tekez kirin: Saleke em li Şehbayê bi baweriya vegerê li ber xwe didin. Di oxira rizgarkirina Efrînê de wê jina Kurd a pêşeng erkên xwe yên dîrokî bi perpektîvên Rêber APO pêk bîne. Efrîn Kurdistan e û Kurdistan Efrîn e.