Rojnameya Ronahî

Gel xwest tecrîda li ser Ocalan bê rakirin

Serokên partiyên kurd Newroza Amedê nirxandin. Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek got: “Girseyê ji bo rakirina tecrîdê peyama ‘qanûnên xwe pêk bînin’ da.” Serokê Giştî yê PDK’ê Sertaç Bucak jî got: “Gel peyama rakirina tecrîdê da.”

Li Amedê roja 21’ê Adarê Newroz bi beşdariya sed hezaran kes bi şîara “Em ê teqez bi ser bikevin û tecrîdê bişikînin” hat lidarxistin. Pîrozbahiya Newrozê dîmenek mezin li pey xwe hişt. Nûnerên partiyên kurd ên bi HDP’ê re îtîfaqa hilbijartina xwecihî pêk anîn jî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Serokên partiyan bal kişandin ser yekîtiya neteweyî ya kurd. Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek û Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak der barê pîrozbahiyê de nirxandin kirin.

GEL PEYAMA RAKIRINA TECRÎDÊ DA

Serokê KKP’ê Sînan Çîftyurek diyar kir ku Newroz bi coşek mezin pêk hat û got: “Gel ji ber sê sedeman tev li Newrozê bû. Yek, îradeya gelê me di bin îpotekê de ye û gel bertek nîşanî vê yekê da. Du, girseyê xwest ku tecrîd bê rakirin. Sê, gel ji bo bibe dengê çalakgerên grevê birçîbûnê hat qadê.” Çîftyurek da zanîn ku di Newrozê de peyama yekîtiya neteweyî ya gelê kurd jî hat dayîn û got: “Ji bo yekîtiya neteweyî ya gelê kurd gavek biçûk hatiye avêtin. Ji bo ev îtîfaqa kurdan wek agirê Newrozê geş û mezin bibe payam da partiyên kurd. Gel bersiva kesên kurdan tehdît dikin jî da. Gel bersiv da gotinên tune hesibandina kurd û Kurdistanê.”

Çîftyure anî ziman ku gel bi dirûşmên xwe bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û got: “Gelê me carek din daxwaza naskirina nasname, statû û vîna xwe kir. Di Newrozê de gel pir eşkere xwest ku tecrîda li ser Ocalan rabe û daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê bên qebûlkirin. Divê hikumet li vê yekê baş guhdar bike û daxwazê bîne cih.”

HIKUMETÊ PEYAM GIRT

Serokê PDK-Bakur Sertaç Bucak jî destnîşan kir gelê kurd di Newrozê de peyama xwe da ku ji ava kirina îtîfaqa partiyên kurd kêfxweş e û got: “Helwesta hevpar li pêş ket. Coşa gelê me zêde bû. Tevî zextan jî hêvî û coşa gelê me nikaribûn asteng bikin. Ji bo ev hewa her tim berdewam bike ji destê kî çi tê divê em bikin. Di newrozê de rojevek girîng mijara tecrîdê bû. Girseyê xwest tecrîd bê rakirin. Hikumetê jî ev peyam baş girtiye.”