Rojnameya Ronahî

Ji bo darizandina çeteyan piştgiriyê bidin rêveberiya xweser

Malbatên şehîdan ên kantona Girê Spî bang li civaka navdewletî kirin ku ji bo avakirina dadgehên darizandina çeteyên DAIŞ`ê alîkariyê bidin Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Malbatên şehîdan ên kantona Girê Spî bang li civaka navdewletî kirin ku ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê yên li gel Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtî, desteka pêwîst bidin rêveberiyê  da ku dadgehan ava bikin.

JI BO KEDA ŞEHÎDAN VALA NEÇE

Birayê Hesen Mihemed, şehîd Dilovan Mihemed di pêngava rizgarkirina bajarê Minbicê ya li dijî  DAIŞ`ê şehîd bûye. Hesen Mihemed destnîşan kir ku ji bo keda şehîdan vala neçe, divê ew çete werin cezakirin.

Hesen Mihemed got: “Pêwîste dadgehekê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çavdêriya hêzên navnetewî bê avakirin. Eger dewletên Ewropayê hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`î li gel QSD`ê werbigrin, wê ceazyên adil negirin. Wê tenê salekê yan jî du salan di girtîgehan de bimînin û piştre serbest werin berdan.”

DIVÊ DADGEH WERIN AVAKIRIN

Henîf  El Xidir bavê şehîd Selah Xidir ê ku li kantona Girê Spî şehîd bûye girêdayî girtiyên DAIŞ`ê wiha got: “Tirkiyê DAIŞ ava kir û karê wê li herêmê hêsan kir. Erdogan bavê DAIŞ`ê ye, ji ber wê destpêkê divê Tirkiyê were darizandin.”

El-Xidir destnîşan kir ku gelên herêmê ji bo tunekirina terorê gele şehîd dane, ji ber wê dixwaze wan çeteyan li ser axa ku bi keda şehîdan hatiye rizgarkirin darizinînin.

Di dawiyê de bavê şehîd Selah El-Xidir bang li NY`î û rêxistinên mafên mirovan kir ku desteka pêwîst bidin Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo dadgehên taybet ji bo darizandina çeteyan werin avakirin.

DIVÊ ÇETE WERIN CEZAKIRIN

Meyeda El-Numan xwişka şehîd Mihemed El-Numan ê ku di şerê rizgarkirina bendava Tişrînê di sala 2016`an de şehîd bûye, girêdayî daxuyaniyên Tirkiyê ji bo wergirtina çeteyên DAIŞ`ê û darizandina wan wiha got: “Tirkiye bi rêya wergirtina çeteyan hewl dide careke din wan perwerde bike û li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar bîne da ku bi wê hincetê herêmê dagir bike.”

Meyada di dawiyê de tekez kir ku divê dadgehek li Bakur û Rojhilatê Sûriyê  bi çavdêriya navneteweyî were avakirin da ku çeteyên DAIŞ`ê cezayên xwe yên heqdikin bigirin û hêviyên şehîdan pêk werin…ANHA