Rojnameya Ronahî

AKP û çapemeniya wê ji Newrozê tirsiyan

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir AKP û çapemeniya wê ji milyonan kesên ku li Newrozê hatine cem hev tirsiyane.

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan bi çarçoweya xebatên hilbijartinê li gel namzetên hevşaredariyê li navçeya Çinarê ya Amedê axivî.

EV DEWRAN WÊ BIGUHERE

Buldan wiha  got, ”Li Çinarê me tifaqeke girîng daniye. Em bi vê serbilind in. Carê digotin, Kurd nikarin bibin yek, nikarin tifaqê çêkin, va me çêkir û Çinar mînaka vê ya herî mezin e. Hûn bi nêzîkatiya AKP’ê ya li HDP’ê, ya li partiyên Kurdan, jinan, kedkaran dizanin. Tayyîb beg gotiye, ”31’ê Adarê em ê dem û dewranê biguherînin”. Em ê dewrana te biguherînin. Ev 17 sal in bi derew û talanê welat rê ve birin. Helbet, ev dewran wê biguhere.”

‘MEDYAYA ALÎGIR BI MILYONAN MIROV NÎŞAN NEDA’

Buldan wiha dewam kir, “li Amedê, li Newrozê nêzî 1 milyon mirov li hev kom bûne, ev ne tenê ya agirê Newrozê ye lê her wiha vîna bi milyonan e. Bi fermana Serokê AKP’ê Recep Tayyîp ti çapemeniya AKP’ê Newroz neda, li Wan, Amed, Mêrdîn, Izmîrê bi milyonan mirov hatin cem hev û gotin, “azadî” û peyam dane Enqerê û daxwazên, ’em aştiyê, azadiyê, demokrasiyê, edaletê dixwazin, ‘tecrîdê naxwazin” derketin pêş.’

Her kesî slav li Leyla Guven kir. Guven ev 135 roj in bedena xwe daye ber birçîbûnê. Çalakiya Leyla Guven pêl bi pêl berbelav bû. Mafê Ocalan heye ku weke  hemû girtiyan malbat û parêzerên xwe bibîne. Hûn yasayên xwe bi cih nayînin. Hûn sûc dikin.”

‘EM YEKÎTIYA KURDAN 31’Ê ADARÊ NÎŞAN BIDIN’

Buldan bi berdewamî wiha axivî: ”31’ê Adarê dema wê ye ku em ji AKP’ê hesab bixwazin. Av û agir radize lê AKP ranaze, ji bo vê jî divê em li sendoqên xwe xwedî derkevin û bi dengekî zêde bi ser bikevin. Em dersa herî mezin bidin wan. Bila fêhm bikin ku Kurd bûne yek.”