Derwêş M. FERHO
Penaberek Kurd, dayika 4 zarokan, zilamê wê li ber çavê wê û zarokên wê ji aliyê şîrheramên cerdewan û leşkerê Turk li devê deriyê wê li welêt hatiye kuştin. Bû çend sal wek penaber li Brukselê dijî. Bi kelecan hate Enstituyê û nameya, Bruksel, 18.11.2005, di destê wê de şanî me kir. Xanima Kurd nexwende ye. Pirsî ev çi name ye?
Di nameyê de, xanima Kurd ji bo pirsgirêkek li Bruksel qewimî ye tê vexwendin. Ji aliyê du kesan ve hatiye mohrkirin. Yek Turk û yek jî Beljîkî. Lê ya herî balkêş, nameya vexwendinê bi Turkî ye. Naverojê her du polîs tên devê deriyê wê, bi autoya xwe dibin navenda polîs. Di rê de yek ji wan bi Turkî bi xanima Kurd re dest bi axaftinê dike. Ev rewş wê ditirsîne. Ji xwe re dibêje “polîsê Turka li vir çi dike?” Ji ber ku zilamê wê ji aliyê cerdevan û leşkerê Turk hatiye kuştin, bi wî zimanî heqaret lê bû ye, berteka wê li hember rayedarên dewleta Turk hişk e.
Xanima Kurd dibin navenda polîs û bi Turkî pê re diaxivin. Xuya ye wergervanekî Turk jî anîne. Hem polîs, hem wergervan dixwazin wê bi awayekî tehdîtwari bidin axaftin. Pirsên jê tên kirin li ser mijareke çend Kurdên din e. Tirsa wê her diçe bilind dibe. Li hember wan kerr û lal dibe. Polîs mecbûr dimîne jê re dibêje here, sibe serê sibehî were ku em dewam bikin.
Di cî de me ji navenda polîs re telefon vekir û da zanîn ku tiştê wan kiriye nakevê çarçeweya exlaqê mirhovan. Bi zelalî ji wan re hat gotin ku ev xanima Kurd êdî nayê ba wan û ewê li ser tu mijaran neaxive. “Xanima Kurd dibêje ez Kurd im, eger hûn bi min re dixwazin biaxivin, wergervanê Kurdî bînin.”
Me nameyek ji polîs re, ji rayedar û siyasetmedarên Beljîkî re jî nivîsî. Me nerazîbûna xwe di vî warî de heşkere kir. Daxuyaniyeke lezgîn jî ji çapemeniyê re amade bû û hat belavkirin. Di demek kurdt de, hem ji çapemeniyê, hem ji çend parlementerên dost bertek xuya bû. “Li Beljîka, bi zimanê Turkî vexwendina mirhovan û ji aliyê polîsên Turk bi Turkî dosye girtin neqanûnî ye û nayê pejirandin.”
Roja din yek ji berpirsiyarên polîs û yek jî polîsekî bi esil Turk paş telefonê hatin Enstituyê. Yê berpirsiyar got ku “polîsên di nav teşkîlatê de ne polîsê Turkiyê ne, yên Beljîka ne û hûn neheq in bêjin em beşdariya wan naxwazin.” Berisva me kurt û zelal bû. “Dibê ku ew ji we re polîsê Beljîkî ne. Lê em di wê baweriyê de ne ku ew ji Beljîka zêdetir xizmeta dewleta xwe Turkiyê dikin. Me ji we re heşkere nivîsand. Bi tu awayî hebûna wan Turkan di prosesên hiqûqî, îdarî û ewlekariyê de nayên pejirandin û qebûl nakin. Em li Beljîka ne, sê zimanên fermî hene, yek ji wan bi kar bînin. Wergervanên Kurd hene, bikaranîna polîs û wergervanên Turk tê çi wateyê? Polîs û leşkerê Turk bi zimanê Turkî zor û zilma xwe li ser Kurdistaniyan dike. Kerem bike polîsê hevalê xwe jî ji navenda me der bixe û me rehet bihêlin.”
Herçend e ev gotin li zora berpirsiyar çû be jî ew û hevalê xwe ji navendê der çûn. Roj ew roj e ku polîsê Beljîka bi tu awayî polîsên bi eslê xwe Turk, wergervanên Turk naxe dewrê û wergervanên Kurd ji bo Kurdan amade dike. Heman tişt di dadgehên Beljîka de jî pêk hatiye.
Xwedîderketin û bikaranîna zimanê Kurdî yek ji giringtirîn çeka têkoşîna azadiyê ye.