Rojnameya Ronahî

Divê çalakiyên li dijî tecrîdê berfireh bibin

Rêveberê Akademiya Siyaset û Hizra Demokratîk Dr. Fayîq Gulpî diyar kir bi hevdîtina ku Mehmet Ocalan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tecrîd bi dawî nebûye û got; “Ji ber vê divê em çalakiyên xwe berfirehtir bikin.”

Rêveberê Akademiya Siyaset û Hizra Demokratîk a li Silêmaniyê Dr. Fayîq Gulpî têkildarî tecrîdkirina li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û got: “Ji bo ku payamên Ocalan negihêje gel tecrîda li ser Ocalan berdewam dikin.”

Gulpî eşkere kir ku fikrên Ocalan dikare pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bike û wiha dewam kir; “Bandora fikrê Ocalan li ser her çar parçeyê Kurdistanê heye. Hemu welatên cîhanê dibînin û dizanîn ku yekanê rêya çareseriya pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn fikrên Ocalan in.”

TECRÎD BERDEWAM DIKE

Gulpî bal kişand li ser hevdîtina 12`ê Çileyê ya Mihemed Ocalan li Îmraliyê pêk anî û got: “Ew hevdîtina ku birayê Ocalan li gel Ocalan pêk anî encama xebat û tekoşîna gelê Kurd e. Bi taybet jî çalakiyên grevên birçîbûnê yên ku li dijî tecrîdê hatine destpêkirin. Lê tecrîd berdewame. Heya guhêrtin di fikrê berpirsên AKP û MHP de neyê kirin, zehmete ev tecrîd bê rakirin,  ji ber vê çendê divê zextek mezîn û berdewam li ser wan bê kirin. Divê gelê Kurd tekoşîna xwe berdewam bike, çalakiyên greva birçîbûnê berdewam bikin û divê guftûgo li gel CPT û rêxistinên mafê mirov bên kirin.”…ROJNEWS