Rojnameya Ronahî

Çeteyên Mertala Firatê hewl didin aramiya Minbicê têk bibin

Têkilarî êrîşa terorê ya li Minbicê ku 15 kesan jiyana xwe ji dest dan, Fermandare Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebû Adil bi bîr xist, “Di êrîşên beriya niha hemûyan yên li Minbicê, komên bi ser Mertala Firatê yên Tirkiyê hebûn.”

16’ê Çileyê li Minbicê êrîşeke terorê pêk hat. Di êrîşê de 2 leşkerên DYE’yê, yek peywirdarê ewlehiyê, 2 şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û 9 sivîl jiyana xwe ji dest dan.

Li ser êrîşê Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil axivî û diyar kir, beriya niha jî li Minbicê êrîşên bi vî rengî çêbûne lê ev cara pêşî ye ku leşkerên Emerîkî bûne hedef û got, ”Têkilî vê êrîşê ku ewlehî û aramiya bajarê me kiriye hedefa xwe lêpirsîn hate destpêkirin û li bajêr tevdîrên ewlehiyê hatin şidandin.”

Adil wiha dewam kir,  “li Minbicê heta niha gelek êrîş çêbûne û li pişt êrîşên heta niha hemûyan çeteyên ‘Mertala Firatê’ yên bi ser Tirkiyê ve derketine. DAÎŞ’ê ev êrîş girt ser xwe. Lê beriya niha jî êrîş bûbûn û dîsa wan ev girtibûn ser xwe, piraniya kesên ku piştî êrîşan hatin desteserkirin li xwe mikur hatin ku ew bi ser komên Mertala Firatê ve ne. Gelek kes hatin destgîrkirin. Ev kes hucreyên veşartî ne û li gor vê tevdigerin. Ji xwe ev bi raya giştî re hate parvekirin. Piraniya van hucreyên veşartî yên Mertalê Firatê bûn. Li pişt êrîşên li Minbicê yên beriya niha hemûyan komên ‘Mertala Firatê’ yên bi ser MÎT’a Tirk ve derketin.”

Adil diyar kir encamên lêpirsîna li ser êrîşên li bajêr, belgeyên wan hatine girêdan, tevdîrên ewlehiyê yên li bajêr şidandine û ew ê nehêlin ku aramiya herêmê were têk birin. Adil got, “Li ser  encamên lêpirsînê belge hatine girêdan. Ji niha û pê de jî wê têkoşîna me ya li dijî van koman û DAÎŞ’ê bidome. Minbic bajarekî wiha ye ku aramî lê serdest e. Lê komên Mertala Firatê ji bo vê aramiyê têk bibin hewl didin ku tevlîheviyê çêbikin. Têkoşîna me ya li dijî van bi rengekî derasayî wê bidome.”…ANF