Rojnameya Ronahî

Tirkiye dixwaze El-Nusra derbasî Bakurê Sûriyê bike

Têkildarî herêma ewle li Bakurê Sûriyê û îdiayên Tirkiyê ku dibêje; wê herêm di binê çavdêriya me de be, hiqûqnas Mihemed Berkel got, naveroka herêma ewle li gorî Tirkiyê, tê wateya ku çeteyên Cebhet El-Nusra derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin”

Di van çend rojên dawî de “herêma ewle” tê nîqaîkirin. Serokê Emerîka Donald Trump got wê herêmeke ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê avakirin. Bê ku diyar bike ka kîjan alî, yan jî herêmên girêdayî mijarê çi ne, diyar kir ku wê bi firehiya 32 km be.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, piştî ku bi telefonê bi Trump re axivî, got wê Tirkiye çavdêriya herêmê bike û divê Washington destekê bide me.

Mihemed Berkel li ser mijarê ji ajansa nûçeyan Hawar re axivî. Berkel diyar kir ku tiştekî bi navê ‘herêmên ewle’ di qanûnên navdewletî de nîne û wiha axivî:

Qanûnên navdewletî û her çar paymanên li Cinêvê sala 1949’an hatîn mohrkirin û heta protokolên girêdayî wan yên sala 1977’an  bi navê herêmên ewle tiştek nehatiye bîrxistin. Herêma bêçek, korîdorên ewleyiyê û herêma ji firîna balafiran re qedexe tenê hene.”

Berkel da xuyakirin ku mijara herêma ewle qanûneke navdewletî ye. Di dema nakokiyan de di navbera du dewletan, yan jî du aliyên hundir de, ji bo parastina sîvîlan û dûrxistina wan ji herêmên nakok tê avakirin û ji bo alîkariya sîvîlan korîdorên mirovî tên vekirin.

Berkel diyar kir ku tişta Tirkiye dibêje ne li gorî herêma ewle ya qanûna navdewletî ye. Lewre alozî li Sûriyê ye û têgeha “herêma ewle” ya Erdogan dibûje tê wateya ku Tirkiye bikeve Sûriyê. Li gorî qanûnên navdewletî ev jî binpêkirina serdestiya Sûriyê ye.

Berkel wiha dewam kir: “Tirkiye li gorî têgehên xwe herêmên ewle dixwaze. Herêmên ewle li bakur û rojavayê Sûriyê ji Cerablus heta Bab, Efrîn û Idlibê xwestin. Lê li wan herêman nakokî neqediyan. Di ser de jî Tirkiyê terorîst anîn herêmê.”

Berkel di axaftina xwe de mînakên herêmên ewle yên di dîrokê de bîr xistin û wiha got: “Li gorî peymana 4’an a Cinêvê ya sala 1949’an, ev herêm bêçek e û armanc jê ew e ku ewleyiya welatiyan were parastin û alîkarî ji wan re bê pêşkêşkirin. Lê armanca Tirkiyê dagîrkirina herêmê ye.

Berkel da zanîn ku herêma ewle bê biryara Konseya Ewleyiyê ne pêkan e û herêma ku Tirkiye dixwaze ne li gorî peymana Cinêvê ye.

Hiqûqnas Mihemed Berkel herwisa got divê herêma ewle di navbera Kurd û Tirkan de be. Lewre ji destpêka şoreşê heta niha ji aliyê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve t gule ber bi Tirkiyê ve nehatine avêtin û jixwe Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêmeke ewle ye.

Di axaftina xwe de Berkel da xuyakirin ku ji civaka navdewletî tê xwestin ku li hemberî êrîşên Tirkiyê berpirsyariyên xwe bînin cih û wiha dawî li axaftina xwe anî:

Dewletên ku tevlî aloziya Sûriyê bûyîn ne rêxistinên mirovî ne, li berjewendiyên xwe digerin. Pejirandina dewletan a herêma ewle li gorî daxwaziya Tirkiyê, tê wateya ku ji Tirkiyê re serî danîne. Lê eger ew dewlet herêma ewle li gorî têgeha rastî pêk bînin, pirsgirêk namîne…ANHA